Sala 2019’an qediya

Sala 2019’an ji bo jinan bû saleke tijî têkoşîn û berxwedan. Jinan li her qada jiyanê bi  tevna xwe ya rexistinî karekterê demê diyar kirin. Dawiya sala 2018an li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berxwedana mezin ango greva birçîbûnê ya ku Hevseroka KCD’ê Leyla Guven pêşengî jê re kir û bi sedan kesî di vê berxwedanê de cîh girt mohra xwe li sala 2019an xist. Bi vê berxwedanê re dayikên Laçik spî li dijî bêdengiya rayagiştî û faşîzma dewleta Tirk roleke pir mezin listin û bûn sembol.

Vê berxwedanê hişt ku piştî 8 salan deriyê Îmraliyê vebe û xeber ji Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên li Îmralî bê girtin. Gelan li hember êrişên qirker, dagirkerî û zihniyeta desthilatdar têkoşineke bê eman û sekneke berxwdêr raber kirin. Her wiha di êrişên li dijî Bakurê Sûriyeyê de jin li refên pêş ên berxwedanê bûn. DAÎŞ a ku sala 2014’an li cihanê navê wê hat bihîstin, weke ku ti kes nikare li ber bisekine artêş ji ber direviyan di cîhanê de hat naskirin. Wan çeteyên hov bi komkujî û êrişa li  ser Şengalê di dilê jinan hemûyan de birînên bê derban vekirin. Bi pêşengiya jinan û berxwedana şervanên heqîqetê di çarçovaya pêngava Baxozê de şerê li hember DAÎŞ’ê yê eniyê diqediya û DAIŞ li ser destê jinan ji aliyê çekdarî de xilas bû.

Pîştî ku DAIŞ têkçû vê carê Erdogan û çeteyên wî bi erêkirina Hêzên Hegemon ala çeteyên hov rakirin û êrişên dagirkirina Bakûr û Rojhilatê Sûrî da destpêkirin. Armanca van êrîşan ew e ku Şoreşa Rojava ya weke şoreşa Jinê tê naskirin bifetisînin. Jinên Rojava di nava vî şerî de li aliyekî şer kirin li aliyê din pergala azadiya jinê ava kirin. Ji lewma herî zêde ew bûn hedef. Ji destpêka salê ve talan, revandina mirovan, destavêtina li jinan û êrişên dagirkeriyê bê navber hatin meşandin. Jin jî di tevahiya salê de li qadan bûn û çalakî pêk anîn. Jinan ji çalakiyên civakî re pêşengî kirin û li dijî her şêweyê êrişan têkoşiyan.

Herwiha tevgera jinên Kurd bi kampanya ‘ji bo guhertin û azadiyê tu jî rabe ser piyan’ rojeveke girîng afirandin. Bi wesîleya 25“ê mijdarê roja têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinê jinên Şîlî bi dansa Las Tesîs bal kişandin ser şîdeta mêr-dewlet li jinê dike. Ev dans di dimeke kurt de li tevahiya cîhanê  belav bû û veguherî amûreke têkoşîna hevpar a jinan.

Berxwedana ku li dijî zilm û faşîzmê hat meşandin eleqeya di navbera jinan de xurt kir. Parvekirina di navbera wan de pêşxist, hest û daxwaziyên wan kir yek. Yekîtiya wan pêşxist û têkoşîna wan gerdûnî kir. Vê berxwedanê di heman demê de Kurd jî şiyar kirin da ku yekîtiya xwe ava bikin. Hêz da gelên bindest yê ku ji bo demokrasî, azadiyê têdikoşe û rêya çareseriyê ji bo wan diyar kir.

Bi vê hişmendiyê jinên Kurd ji bo yekîtiya neteweyî bi dûrişma “Em bawer in, dest jê bernadin, em ê hewldana diyaloga ji bo yekitiyê zêdetir bikin” di nava salê de gelek xebatên girîng dan meşandin.

Li hemberî van êrişan di serî de li Rojavayê Kurdistanê, li Bakur û Rojhilatê Sûrî û tevahî Kurdistan û cîhanê jinan çeperên berxwedanê mezin kirin û li hemberî êrişan têkoşiyan. Her çendî berdêlên sala 2019an ji bo jinan giran bin jî lê destkeftî jî gelek hêjabûn. Bi van berdêlan jinên Kurd ji bo tevahî jinan tovê hêviyê reşand û rêya serkeftina sala 2020an diyar kir. Bi vê hêvî û baweriyê ez tevahî cangoriyên ku di oxira azadiyê de canê xwe kirine gorî û berxwedana gelan ji dil û can silav dikim û sala 2020an li tevahî jinan û gelên li azadiyê digerin pîroz dikim.

Yazarın diğer yazıları