Salname û nasname

Nasname û asîmîlasyon du têgeh in ku bi hev ve elaqedar in. Ango nasname di pêvajoyên cihê yên asîmîlasyonê de çêdibin û stewin. Li vir mesele ne asîmîlasyona bi darê zorê tenê ye, rengên cihê yên asîmîlasyonê yên ku navgînên şidetê tê de bi dewreke diyarker ranabin jî divê werin dîtin. Niyeta min nîne ez gotareke dûv dirêj li vir binivîsim li ser asîmîlasyonê. Bi her halî komên cihê yên zimanî, dînî, çandî, civakî û hwd. xwe dikarin terîf bikin heger karibin bibin xwedî xisletên wan dişibînin hev yan jî bi pirranî endamên komê parve dikin. Vê jî bi awayê herî berbelav wisa dikin dema ku xwe li ber komên din digirin. Ango kom xwe wisa terîf dikin ku bibêjin “ez ne ew im”.

Li vir “ez ne ew im” terîfa yekem a nasnameyê ye. Ji bo Kurdan jî gelek xisletên endamên komê nêzîkî hev dikin hene, li aliyê din, “yên din” ên li dora wan jî hene. Lê meseleya avakirina nasnameya neteweyî hîna jî kêm yan jî nesitewayî diyar e. Lewma di vî karî de tişta herî girîng alema hîskirinê ya endamên komeke nasnameyî ye. Ango êşên mirovên endamê komê û şahiyên wan çiqasî hevpar bin, nasnameya wê komê ewqasî rûniştiye; ev ji bo netewe jî wisa ye, û ji bo Kurdan jî ku di nava du projeyên avakirina netewe de di heman demê de cihê xwe digirin.

Kurd bi destê partiyên siyasî, rêxistinên civakî di nava van projeyan de ne; li aliyekî projeya neteweya demokratîk heye ku sîstemeke nasnameyî ye ya ku rêzgirtina civakî, siyasî, û siyaseta exlaqî jê re stûn in. Li aliyê din jî modela klasîk (di serdema modern de helbet) a netewe wekî proje hene ku damezirandina dewleteke netewe ji xwe re dike armanc. Her du proje bi hev re dimeşin. Herçî neteweya demokratîk e, destketiyên koman (bi dewleta netewe jî be) ji bo berjewendiyên giştî yên civakî dikare biparêze, lê armanca sereke ew e ku di nava nasnameyan de ne rikberiyeke dijminane hebe lê hevjiyaneke wekhev û aştiyane.

Ji bo Kurdan em di kîjan projeyê de bin bila bibin, ziman hêmaneke girîng a nasnameyê ye, ne ku zimanekî Kurdî heye û ji zimanên din çêtir e, berevajî, zimanên Kurdan hene û hemû jî di serdema dewletên netewe de rastî zextên mezin hatine û qismî bi tinebûnê re rûbirû mane: ango meseleyeke qirkirinê li ber me heye. Ji ber vê jî ya rastî mirov li bendê ye ku di nava civaka Kurd û nexasim jî kes, rêxistin û partiyên siyasî de di vî warî de hesasiyetek hebe.

Ez neheqiyê li kesî nekim, van salên dawiyê hesasiyeta di warê Kurdî de zêdetir bûye, lê ha va ye çend roj çêbûn ku salnameyek hat ber destê min û ew diyariyeke Serxwebûnê ye. Weke yekê ji kovarên herî bi tecrûbe yên partiyên siyasî yên Kurd helbet mirov li bendê ye ku ev hesasiyeta giştî ya bi Kurdan re peyde bûye bi Serxwebûnê re jî hebe. Ez niha eşkere bibêjim, ez nizanim pêvajoya amadekirina salnameyê çawa ye û kê ew amade kiriye û ez ê behsa kes û pêvajoyan bi vî rengî jî nekim. Meseleya min mefhûma li pişt rengê amadekirina vê salnameyê ye.

Salname her sal bi wêneyên nîşana berxwedana gelê Kurd û bi navên meh û rojan ên Kurdî der diçû, îsal jî ev neguherî (mala xwedê ava!). Lê li ser her rûpelê salnameya 12 rûpelî (ji bo her mehê rûpelek) gotineke manedar a ji “heqîqetê” a ku Ocalan bilêvkirî heye. Lê belê ev gotinên Ocalan, tenê bi Tirkî ne. Ango lê nehatiye fikirîn ku wergera wan a Kurdî were kirin yan jî tenê bi Kurdî werin nivîsîn. Bi her halî muhasebeyek hatibe kirin jî, diyar e di encamê de biryara tenê weşandina van gotinan a bi Tirkî hatiye dayîn. Çima? Ji bo kesekî xwedî hesasiyetên li jor min hewl da rave bikim ku ji bo komekê û nasnameya wê diyarker in, nasnameya Kurdî, zehmet heta ne mumkin e mirov fêm bike.

Hizrên besît ên wekî “mirovên me asîmîle bûne, me bi du zimanan biweşanda, belkî du sê kes fêrî du sê peyvan bibûna” jî wê bikira ku salname qet nebe du-zimanî bihata weşandin. Lê heyf û mixabin, em li alemeke din in. Hêviya min ew e ku ne ji ber tiştekî din lê ji ber tiralî û bi xwe re nedîtina amadekarên vê salnameyê be ev xisûsa ez îşaret pê dikim. Lewma nasnameyên me di pêvajoyên asîmîlasyonê yên erênî û neerênî de ava dibin û disitewin. Bi her halî, ji dil niyaz dikim ku sala li pêşiya me ji bo gelê Kurd xêrê bi xwe re bîne, û ji azadiya wî jî bibe saleke serketinê.

Yazarın diğer yazıları