Şandeya HDP’ê û KCD’ê serdana YNK’ê kir

Şandeya HDP’ê û KCD’ê di çarçoveya rêze hevdîtinên li gel rêveberiya Herêma Kurdistanê û partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê de serdana YNK’ê kir.

Şandeya di bin serokatiya hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî û hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk de hevdîtinên xwe yên ji bo Herêma Kurdistanê di roja çaran de jî dewam kir. Di çarçoveya rêzehevdîtinan de doh heyetê serdana Yekîtî Nîştîmanê Kurdistanê (YNK) kir. Şandeya HDP’ê û KCD’ê li Polîtbûroya YNK’ê ya Silêmaniyê ji aliyê Berdevkê YNK’ê Letîf Şêx Omer, Endamê Polîtbûroya YNK’ê Hakim Qadir, Rizgar Elî, Endamê Desteya Rêveber a YNK’ê û parlementerê YNK’ê yê Iraqê Bilase Cebar Ferman ve hate pêşwazî kirin. Beriya civîn destpê bike, qehweya xêrhatinê hate vexwarin û paşê jî derbasê odeya hevdîtinê bûn. Ji bo ragihandinê wêne û dîmen hate kişandin şûnde, civîn li çapemeniyê girtî pêk hat. Piştî hevdîtina li gel YNK’ê şandeyê li gel Tevgera Goran û Tevgera Nişfê Nû jî civîn pêk anîn.

ROJNEWS/SILÊMANÎ

Yazarın diğer yazıları

    None Found