Şanehezên wêjeya Kurdî

Hez, ji ber ku dikare di her cî û şûngehê de bi cî bibe, di heman demê de peyveke bêşûngeh e jî. Ev bêşûngehiya hezê, dike ku wekî têgih di hin qad û biwaran de bi cî bibe û amaje û referansê bi hin wateyên taybet bike. Her warê ku peyva hezê wekî têgihekê tê de bi cî dibe, di heman demê, di çarçoveyeke teng û taybet de dibe şûngeh (mekan) jî.

Şane, wekî peyveke derveyîn amaje bi sînorekî dike. Lê belê, ji ber ku ‘şane’, wekî şûngehekê, bi sînorên derveyîn ve nabe xwedî rengûawayekê (quality, nitelik), xweseriya wê jî bi çarçoveya derveyîn ve ne pêwendîdar e. Her wiha, şaneya ku wekî şûngeh di zimên de ava dibe, di wêjeyê de jî dibe biwareke taybet; û heza ku bi rêya ziman di wêjeyê de bi cî dibe jî rengekî xweserî xwe dide xwe.

Digel vê jî, hez, yek ji wan ezmûneyên rajorîn û kartêker e ku mirov dikare di jiyana xwe de rastî bîr, naverok û çarçoveya wê ya rengîn were. Û hez sê biwaran; ‘hest’, ‘giyan’ û ‘raman’ê li xwe dike palder, ziman li xwe dike war û wek dongî, di wêjeyê de jî dibe hêzek. Û hêza ku em behs jê dikin jî bi temamî bi naveroka şûngeha ku tê de bi cî bûye ve pêwendîdar e. Loma jî, her çi qas ‘şane’, wekî şûngeheke herî biçûk, dikare di gelek şûngehên dîtir de bi cî bibe jî, heta ku ‘hezeke hêzdar û delal’*, ya ku wê rengîntir dike, tunebe, ew ê her bimîne wekî warekî ku ji sînoran pêk hatiye. Nexwe em dikarin bêjin, ji bo ku em karibin behsa rengûawayekî qebûlbar a şaneyê bikin, divê ‘hez’eke, yanî naverokeke çêjdar û xweserî xwe di kûrahiya wê de bi cî bûbe.

Loma jî gava em têgiha ‘şane’ û ‘hez’ê digihîjînin hev û bi kirdetiya ziman di şûngeheke taybet a wêjeyî de cî bi cî dikin û dibêjin, ‘şanehez’, em amaje bi biwarekê dikin ku sînorên wê ji alî kartêkên derveyîn ve nayên diyarkirin. Ji ber ku ‘hez’ di tu warî de ne têgiheke teqez e û di her warî de rengûawayekî dîtir dide xwe; sînor, hewan (scope) û dorber û deqbenda wê jî li gorî vê neteqeziyê diguhere. Loma jî, em dikarin bêjin; sînorên ‘şanehez’ê, wekî biwareke taybet, bi temamî bi kûrahiya wê ve pêwendîdar e ku ew jî bi hewan û naveroka wêjeyî tê diyarkirin. Û bêguman hemû rengûawa, hêzdarî û delaliya şanehezê jî bi kûrbûna wê ve bestandî ye.

Hêzdarî û delaliya ku rengûawayê naveroka ‘şanehez’ê diyar dike, ziman bi xwe ye. Bêguman, zimanê ku em behs jê dikin, ne ew ziman e ku di gelek waran de tê bikaranîn û ji bo bikarhêneran tenê navgîn (instrument) e. Zimanê ku em behs jê dikin, xwedî hêzekê ye û delaltiyeke xweserî xwe di xwe de dihewîne. Digel vê yekê jî; a) hêza vî zimanê taybet, bi hêmanên xwe ve li dar e, b) delaliya wî jî, ji alî wan hêmanan ve tê diyarkirin. Û ji ber ku ev zimanê taybet, tenê dikare di wêjeyê de li dar be, –wêjeya gelêrî û klasîk jî tê de- bes dikare rengên hêz û delaliya xwe di biwara wêjeyê de bide der.

Herçî mînak in, em ê karibin çendan ji wan bêjin.

Mînaka yekem, ew rengdêr in ku bi giştî bi peyvên wekî ‘dil, ceger, hez, hest, dilîn, rû, çav, gurçik…’ û bi paşgirekê ava dibin. Û wekî; dil+xweş, rû+geş, hest+wer, çav+reş… li rastê ne. Em bala xwe bidin, peyva ‘çavreş’ wek deqbenda (context) vegotina wêjeyî, -çi wêjeya gelêrî, çi klasîk çi jî nû- ne ew wate ye ku jîndarek heye û çavên wî reş in. Naxêr. Her wekî Reynolds jî dibêje, “Wekî nûnera gotinê, nivîs du caran hatiye dariştin û ji tevdehiya hizirînê ya takekesî dûr e”** peyva ‘çavreş’ wekî şûngeh û nûnera gotinê, di zimanê çandî de wateyeke dûrî peyvsaziyê werdigire û di şaneya zimanê wêjeyî de careke din tê hilberandin û dibe pênaseker û nîşandera ‘hezkirinê.’

Mînaka duyem, du gotinên qalibî ne; ‘çavê te bixwim’ û ‘gurçika te bixwim’. Ev her du qalib, di ‘şane’yên zimanî yên peyvsaziyê de bi du peyvan ji hev cihê dibin. Lê belê, dîsa wekî nûnera gotinê di zimanê çandî û di bikaranîna di nivîsê de car din tên hilberandin û ‘çavê te bixwim’, wateya hezkirina pesndanê û nîv-hewandinê hildigire û di sînorê derveyîn de dimîne, lê ‘gurçika te bixwim’ wateya hezkirina hewînyar hildigire û di sînorê hundirîn de cî bi cî dibe.

Îcar, wêjeya Kurdî, ji kelepûra xwe ya klasîk heta bi mîratweriya xwe ya folklorîk, xwedî vî zimanê taybet e. Çendî ku ev zimanê taybet, di gelek biwar û qonaxan de, têr û sertêra xwe derneketibe pêş û wekî ‘hebûniyeke avabûyî’ li dar neketibe jî, ji destpêkê heta roja îroyîn, bi hemû hêz û delaliya xwe ve li wêjeya Kurdî beyan û aşkera ye. Û Kurdî, bi hêz û delaltiya hêmanên xwe yî taybet, di wêjeya xwe de cî bi cî dibe; û pê re jî, bi hemû warên xwe yên ku şanehezên zimanî ava dikin ve, di wêjeyê de li dar e.

Zimanê ku bi çalakiya naverokî di nava xwe de şaneyên bêhejmar ava dike, bi rê û rêgehên pircure û piralî, tev li nivîsê dibe û bi şaneyên zimanî ku her yek bi nivîsê re dibin şaneyên wêjeyî jî, ‘şanehezên wêjeya Kurdî’ ava dike. Loma jî, tu takekesekî ku bi Kurdî dinivîse, di avakirin û afirandina (ve)gotin û naverokên ‘hez’î de rastî çetiniyan nayê; û nivîsa ku nûneriya gotinê dike jî dibe şûngeheke taybet. Û ew şûngeh, wekî wêje, ji mêj ve amade ye ji hezkirinê re ku ziman hem pêşengî lê dike hem dibe biwara hilberînê û hem jî nûneriya gotina wê dike.

* Peyva ‘delal’; di vê nivîsarê de, bi wateya, “biwar û heyîneke ku ji gelek xweşikahiyan pêk hatiye, ew hewandine; û ew bi xwe jî bûye xweşikahiyeke taybet û bêhevta”, hatiye bikaranîn.

** Reynolds, J. (2002). Jacques Derrida, The Internet Ancyclopedia of Philosophy.

http://www.iep.utm.edu/d/derrida

Yazarın diğer yazıları