Şanoya li dijî dagirkeriyê

Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk huner dikare li kolanan behsa sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê bike. Ciwanên Kurd û Elman li Heilbronnê şanoyê ji bo vê dikin û dibêjin, “Li dijî dagirkeriyê her kes dikare tiştekî bike.”

SAÎT OZTURK / HEILBRONN

Li bajarê Elmanyayê Heilbronnê komek ji ciwanên Kurd û Elman bi şanoya kolanan hewl dide dagirkeriya qirker a dewleta Tirk li Rojavayê Kurdistanê, û Bakur û Rojhilatê Sûrî nîşan bide. Ciwan bi şanoyê tesîreke mezin li xelkê bajêr dikin û bang li her kesî dikin da ku li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê ya ji destê wan tê, bikin.

Ciwanên Kurd ên li Elmanyayê tevî dostên xwe yên Elman hewl didin bibin dengê miletê Kurd li dijî zilma dewleta Tirk, nexasim jî li dijî dagirkeriya qirker a li Rojavayê Kurdistanê. Ev ciwan bi şanoya kolanê, nîşandana sînevîzyonê û çalakiyên cihê sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê nîşan didin.

Hovîtiya Tirk bi şanoyê li meydanan

Ev koma ciwanên Kurd û Elman her hefte li bajarê Elmanyayê Heilbronnê dicive û plansaziya heftane dike. Çapemeniya Elman jî çalakiyên wan ên bi huner dîtin. Şanoya dawî ya ciwanan li derdora xwe bi sedan kes civandin û hovîtiya dewleta Tirk û dagirkeriya wî ya qirker a li dijî Rojava nîşanî van mirovan da. Em bi van ciwanan re peyivîn. Ji wan Gulistan Ateş got, ew hatine cem hev da ku qirkeriya dewleta Tirk a ku dewletên berjewendîperest û durû destûr dayê, nîşan bidin.

Ateş di lîstika şanoyê de bi rola wê jinê radibe ku serekçeteyê DAIŞ´ê Bexdadî bi pora wê digire û dikişîne. Ateş bi bîr dixe ku wan beriya niha ji bo Cizîr û Şengalê jî şanoyên kolanê amade kirine, nîşan dane û ji bo şanoya xwe ya vê dawiyê dibêje, “Ez yeqîn dikim şanoya me ya vê carê bêhtir akademîk e. Me gelek deng veda û vê jî gelek moral da me.”

Wêneyek tesîrkertir e ji hezar gotinî

Ji endamên komê Xalef Tiken jî difikire ku performansa wan carinan dikare ji çalakiyên girseyî bi tesîrtir be. Ew, gotina xwe bi biwêja Elmanî “Ein Bild sagt mehr als tausend Worte” (Wêneyek ji hezar gotinî bêhtir tiştan dibêje) xurt dike. Ew dibêje, li hemberî dagirkeriya qirker divê ew karê xwe bikin û dibêje, “Em ciwanên li Heilbronnê hevdu nas dikin. Me got, em hevalên xwe yên Elman jî tevlî karê xwe bikin wê karê me baştir be. Fikra koma şanoyê jî wiha derket holê. Em amatorên vî karî ne. Lê em dîsa jî dikarin kîn û êşa di nava dilê xwe de bidin der.”

Em faşîzmê baş nas dikin

Endamê komê yê Elman, Gregor Landwehr jî dibêje, ew ji dîroka welatê xwe dizane ka faşîzm çi ye, û îroroj herî zêde Kurd dibin mexdûrê faşîzmê. Sedema cihgirtina di nava vê projeyê de jî ew wiha rave dike: “Ez antîfaşîst im, li dijî qirêjkirina hewayê me, dostê xwezayê me û gelek tiştên ez diparêzim, li Rojava bi gewde dibin, û ez vê dibînim. Sala 2018’an şoreşgerê bi navê  Michael Panzer di rojnameyekê de nivîsîbû, ‘Lazim e mirov li ber zilma li dijî mirovahiyê rabe, li dijî vê zilmê dengê xwe bigihîne derve…’. Van gotinan gelek tesîr li min kir. Ji bo min bîrewerî bû êdî, faşîzm dixwaze sîstema Rojava tine bike, min xwest li dijî vê li cem Kurdan û bi wan re bim. Bi vî rengî ez jî tevlî şanoyê bûm. Di lîstikê de ez rola çeteyekî DAIŞ´ê dikim û, divê bibêjim, ev ji bo min zehmet e. Heta ku Rojava azad bibe ez ê tevî hevalên xwe hemûyan têbikoşim.”

Mukaddes Beğenmiş jî ev cara yekê ye şanoyê dike. Ew dibêje, “Doh DAIŞ´a rehdirêj qirkirin dikir, îro ya bi qrewat. Erdogan fermanê dide û çeteyên wî bi cih tînin. Dinya bi xwe bêdeng e û bi dizî destekê dide wan.” Ew dibêje, li dijî vê b şanoya kolanê ew tiştekî dikin.

Celal Guneş bi xwe di lîstikê de rola Bexdadî dike û dibêje, “Miletê me bi komkujiyan re rûbirû ye. Li dijî qirkirinê, komkujiyan, êş û azarê, ez jî weke lawekî vî miletî hewl didim erka xwe bi cih bînim.”

Yazarın diğer yazıları

    None Found