Şantaj

Ev peyva şantaj peyveke fransî ye, bingehê peyvê “chantage” e. Maneya vê peyvê, kêmasî û tewanên kesan wek gefxwarinê bikaranîn e, hiştina kesan di tengasiyê de û ji bo berjewendiyên xwe bikaranîn e. Ev bi giranî methodeke çeteyî û mafyayî ye. Lê saziyên sîxwirî û nepenî, heta dewlet jî vê methoda bêbext bikartînin.

Di nava serkariya Tirkiyê de ev awa bikaranîna mirov û derdoran ne tiştekî nû ye. Osmaniyan çeteyên gel dişêlandin bi xwe ve girêdidan û di nava artêşa xwe de payeyên leşkerî dida wan û ew bikardianîn. Ev method bi aliyê Kemalîstan ve jî baş hatiye bikaranîn. Minaka herî balkêş Topal Osman e. Kemalîstan ew di komkujiya Koçgîrî de jî baş bikaranîn. Dîsa kemalîstan hin diz û sextekaran pêş de dikin Elezîzê, dema hêzên bi Şêyx Seid ve girêdayî dikevin Elezîzê, ew dest bi diziyê dikin, dikanan dişêlînin. Gelê Elezîzê, van dizan leşkeran ji hev dernaxin û li dij leşkerên Şêyx Seid serî hildidin.

Piştê vê biryara Trump ne tenê tevahiya cihanê di nava şaşwaziyan de ma, gelek senaryoyên taybet jî ketin rojevê. Lewra piştî Erdogan gef li Rojava xwarin û biryar da ku Rojava dagir bike û bi Trump re bi telefonê axivî, hê Trump ev biryar da. Ev jî bi şêweyeke xwezayî bû sebeba gûmanan. Ji van gumanan ya herî balkêş angaşta generalê NATO yê berê General Clark e. Wî gotina xwe wek pirseke bi guman ani ziman, got: “Gelo Erdogan li dij Trump şantaj bikaranî?“ Tê zanîn ku Trump ji nava bazirganiyê hatiye, bazirgan e, hilbijartina wî jî bi guman bû, Angaşta ku Rûsyayê destavêtiye mijara hilbijartina wî, hetanî dadgehê çû. Hê jî ev mijar bi tevahî zelal nebûye.

Di şantajan de gir û piçûk tine, bes di destên mirovan de hin daneyên têr hebin. Yê ku vê şantajê bi kar tine, bê sinc û bê perwa be. Her kes dizane, Erdogan ciwaniya xwe li Qasimpaşaya ku wê demê ji navendên mafya Tirk yek bû, derbas kiriye. Mirov li ku jiyabe, bingehê têgihîştina xwe ji jiyanê û mînakên wir werdigire. Mînakên siberoja wî, qehremanên xewnên wî, methodên di mêjiyê wî de rûniştî, ew qehremanên mafya wê demê bû. Tê zanîn ku kesên mafyayî wek Peker û yên din tev de li dor Erdogan in. Erdogan di nava partiya xwe de jî, dengên hemû rikberên xwe bi formeke nepenî dan birîn. Mînaka herî balkêş dema navê Abdullah Gul wek berendamê serokkomariyê di nava bala giştî de derket, lê pişti peyayên Erdogan bi wî re axivîn, dengê wî hat birîn. Her wisa nakokiyên wî û Bulent Arinc û endamên din. Ji avakarên AKPê li dor wî hima bigire kes neman. Heta bi alîkariya Fetullah hat serkar xwe baş da bi cihkirin û pişt re jî paşling avêt Fetullah.

Saziyên sîxwiriyê û nepenî yên cihanê bê navber dixebitin, tev de vê storya Erdogan baş dizanin. Lema jî ev gumana şantajê zû belav bû. Jixwe Erdogan ew peymana saroxan ya bi Rûsyayê re îmzakirî wek şantajek li dij Amêrîkayê bikardianî. Mijara pênaberên ji Sûriyê jî li dij Ewropiyan wek şantaj bikaranî û ji wan resmî xerac girt. Dîsa dîlgirtina Keşeyê Amêrîkî, hemwelatiyên ewropiyan jî formên şantajê ne. Bi gotineke kurt û Kurmancî Erdogan û koma xwe di vî warî de gelek kone û bêbext tevdigerin.

Li aliyê din, Pûtîn ji nava saziya sîxwiriya Sovyetê KGB hatiye, methodên sixwiriyê pir baş dizane û gelek kone ye. Lema jî dikane bi hêsanî kesên wekî Edogan bikarbîne. Rûsya di Suriyê de ketibû nava tengasiyê, her çendî di gelek waran de rêvebiriya Erdogan bi xwe ve girêdabû jî, nekanîbû Tirkiyê bi tevahî ji NATOyê biqetîne. Wî di hilbijartina Trump de roleke girîng lîstibû. Dibe ku ji bo bikane planên xwe li Suriyê daxîne qada jiyanê, bi hin daneyên di destê xwe de gaz dabe Erdogan, jixwe wî ev hêvî nedayiba Erdogan, Erdogan li dij Rojava wekî dîkan tux nedibû.

Amêrîkayê jî li dij saroxên Rûs S-400 î destûra firotina saroxên patriyot ji bo Tirkiyê da derxistin, yanê yek li dijê yê din, kî paşling avêt ber kê! Şerekî têcirî û şantajê yê di çembera dek û dolabên dewletan de.

Dema mirov di ronahiya van rastiyan de li mijara şantaja Erdogan ya li dij Trump dinêre, dîbîne ku ne angaşteke vala ye. Dibe ku di pişt vê şantajê de Putîn jî hebe. Wê cihan bi çi rengî şantajeke bi vî awayî bihewîne, wê Pantegon vê şantajê daxwe, yan Trump bidin aliyekê û polîtîka xwe ya berê bidomîne, yan jî wek encama Gorbaçov bû sebep, konsepta NATO yê ser û bin bike, îmaja Amêrîkayê di vê asta herî ketî de bigire? Hê ne zelal e. Bi baweriya min tiştekî gelek zelal e, eger şantaj be, wê ev şantaj serê Erdogan bixwe. Tişta girîng divê em Kurd di her warî de zelal bin, hemû alternatifan baş hilînin û daynin, di nava vê cinawiriya dewletan de rêyeke çareseriyê bibînin.

Yazarın diğer yazıları