Sara Dorşîn hat bibîranîn

Di encama êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker, 7´ê Nîsana 2019´an li Herêmên Parastina Medyayê gerîlaya YJA Starê Almuth Sarah Handelmann (Sara Dorşîn) şehîd bûbû. Sara Dorşîn li Berlînê hat bibîranîn.

Di bibîranînê de gelek kes beşdar bûn û di nava wan de xwişk û bavê Sarah Dorşîn jî hebûn.

bibîranînê li Am Flutgrabenê bi rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir û ji bo bibîranîna Sara Dorşîn jî axaftin hatin kirin.

Hevrêyên Sara Dorşînê got, Sara Dorşîn li dijî modernîteya Kapîtalîst timî li têkoşîn û jiyaneke alternatîf geriya ye “Wê ev jiyana alternatîf di nava PKK´ê de dît. Ew ji bo belgefilmekê çû Kurdstanê û li wir veguherî şervaneke azadiyê.”

BERLÎN

Yazarın diğer yazıları

    None Found