Şaştiyên dîplomasiya Kurdî!

Li dijî Herêmên Parastina Medya bi rojan e êrişeke mezin heye. Artêşa dagirker û şefê faşist Tayip Erdogan wek mirîşka serjêkirî diperpite û nefesa dawî dikişîne. Hemû hêza xwe ji bo pêkanîna plana qirkirina Kurdan xistiye dewreyê. Ev heftiyek e ku balafirên şer bê navber û bi saetan tevahiya Herêmên Parastina Medya dane ber xwe û bê ser û ber bombebaran dikin. Balkêş e, êrişên wiha tenê wek nûçeyeke ji rêzê tên dayîn, û qet nabin rojev jî. Çiya û baniyên Kurdistanê li pêş çavê cihanê bi rojan tên bombebarankirin û kes dengê xwe nake. Hinek Kurd jî helwêsta wan tineye û bêdeng in. Jixwe, dema hinek welatiyên sivîl birîndar dibin yan jî şehîd bibin, dibe rojev. Tu dibêjî qey şehîdbûna gerîlayan rewşeke asayî ye ku zêde nabe rojev. Niha Erdogan radibe û rûdinê behsa operasyonan dike. Di halê hazir de hem li ser xaka Başûr hem jî li Bakurê Kurdistanê êrişeke berfireh heye ku mixabin di ragihandinê de zêde cih nagire.

Çapemeniya Başûrê Kurdistanê xwe kerr, lal û kor kiriye. Êdî bombebarana van çiyayan bûye mijareke ji rêzê. Di dema van bombebaranan de bavek ji zarokên xwe re dibêje, netirsin, ev dengê balafirên rêwiyan e! Dibe ku ev bav ji bo zarokên wî netirsin wiha dibêje, lê kesên siyasetvan û qaşo xwedî hikûmet jî ji ber şirîkê vî sûcî ne ji her kesî re dibêjin, ne tiştek e, şerê PKK û Tirkiyeyê ye! Ango dibêjin, xwe têkel nekin. Jixwe wan biryara van êrişan bi hev re daye. Bi rojan xaka Kurdistanê tê bombebarankirin û her tişt gelekî asayî dimeşe. Dibe aliyên siyasî yên Kurd li Başûrê Kurdistanê hevdîtinan bikin û hewldanên ji bo yekîtiya neteweyî hebin. Lê hevdîtinên wiha êdî rûtîn bûne. Her carê şandeyên cuda hem di nava Başûrê Kurdistanê bixwe de hem jî ji parçeyên din tên û diçin hevdîtinan dikin. Şêwazê rûtîn ê van hevdîtinan divê were rexnekirin. Di rewşeke wiha de ku êrişên bi armanca qirkirin e, nabe ku asta hevdîtinan wiha rûtîn be. Hevdîtin û dîplomasiya heyî nabe tenê ji bo dilxweşkirina hevdu û şeklî be. Ez nizanim bi rastî naveroka hevdîtinên hemû partiyên siyasî yên Başûr yan jî parçeyên din ên Kurdistanê çi ye. Lê di daxuyaniyên wan ên çapemeniyê de mirov helwêstên radîkal û rexnegir nabîne. Hemû Kurd bi qirkirina xwe hisiyane. Her carê pêwîst nake em ji hevdu re behsa girîngiya tifaqê bikin. Ya girîng, em bi helwêstên radîkal û cidî bigihêjin hinek biryarên rast. Êdî gelê Kurd divê hesab ji partiyên siyasî bixwaze. Kî xwe nade ber yekîtiya neteweyî. Helwêsta kîjan partiyê şaş e û ya rast çi ye; em wek Kurd hê jî nizanin. Sedema wê jî ew e ku hevdîtinên dîplomatîk ku tên meşandin gelekî şematîk in. Ji raya giştî re niyeta esasî ya aliyan nayê eşkerekirin. Tenê bi gotinên giştî dibêjin, hevdîtin erênî bû. Başiya hevdîtinan di wê de ye ku gavên pratîk bên avêtin. Naxwe di rewşekê de ku hevdîtin li Başûr hebin û balafirên şer jî heftiyekê li ser hev bê navber tevahiya xaka Başûr bombebaran bikin, maneya wê çi ye ku kesên ji şefê faşîst Erdogan re qurban û heyran in, di hevdîtinan de behsa yekîtiya Kurdan bikin û îdia bikin ku ew ti caran naxwazin xwîna Kurdan bi destê Kurdan birije. Wê demê em jî bipirsin ka van balafirên şer destûr ji kê girtin ku bi şev û roj xaka Kurdistanê wiha bombebaran dikin? Qaşo rêveberiya Hewlêrê ji kuştina endamê MÎT´ê yê konsulxaneya Tirk eniriye! Tola xwe ji Mexmûrê distîne ka çima ew kes hatiye kuştin. Her wiha di mijara yekîtiya neteweyî de jî her carê vê mijarê dixe rojevê. Yanî kuştina wî kesî li beramber pêkhatina yekîtiya neteweyî wek asteng dibîne. Jixwe, heta kesên wiha li Hewlêrê hebin ti caran yekîtiya neteweyî jî çênabe. Heyfa endamê MÎT´ê ji xaka Kurdistanê distînin û vê yekê jî bi daxwaza PDK´ê dikin. Bila yek ji şertên herî esasî yên dîplomasiya Kurdî ew be ku partiya bi dagirkeran re di nava tifaqa li dijî gelê xwe de, were teşhîrkirin. Bila navê wê ne partiya Kurdî be û li hemberî wê helwêst were dayîn û pêre hevdîtin neyê kirin. Ev yek jî bi eşkereyî ji raya giştî re were ragihandin! Bila ji gel re were eşkerekirin. Lê mixabin wek ku tiştek tineye û xayîn û hevkarek di holê de tineye, hevdîtin rûtîn çêdibin û hew!

Hevdîtinên dîplomatîk di nava Kurdan de bêguman girîng in û ez nabêjim, pûç in. Lê belê em wek Kurd êdî fêrî van hevdîtinan bûne ku bê encam bi dawî dibin. Dîplomasiya Kurdî divê xwedî armanceke wiha be ku aliyan dawetî her cure berpirsyariyan bike. Divê wer bike ku her kes xwe bide ber bar. Divê ji raya giştî re zelal û eşkere be. Hevdîtinên heyî divê hemû Kurdan dawetî wergirtina helwêsteke hevbeş li dijî qirkirina faşîzma Erdogan bike. Me di axaftina şefê faşîst a di NY´yê de dît ku çawa plana xwe ya qirkirinê li pêş çavê cihanê bi hêsanî vedigot û ti kesî jê re tiştek negot. Wê demê ger em wek Kurd di serî de li dijî Erdogan xwedî helwêst nebin bila kes hêvî neke cihan dengê xwe bike. Nabe ku dîplomasiya Kurdî tenê hinek bendewariyan çêke û paşê her kes biçe mala xwe rûnê.

Yazarın diğer yazıları