Sazmanî Înqîlabî u Kurdistan (3)

Awrêk le bizûtnewey Çepî Iran le nawewe

Hevpeyvînî Hemîd Şewket legel Kuruş Laşayî

Şewket: qerar legel kê?

Laşayî: Legel Celal Talebanî yekêk le rêberanî Kurdekanî Iraq.

Şewket: Aya bo ewey dest bew kare biken hîç asteng û qortêktan be dî nedekrid?

Laşayî: Asteng û qortî çî?

Şewket: Êwe le kobûnewey Liège [şarêke le Bêljîk, şwênî kobûneweke bo sazmanî înqîlabî be yarmetî profêsor Joyce Blau zanay Kurdnas dabîn kira bû. HQ] û maweyek ber lewîş, rêbazî kastirîstîtan berperç dabûwewe. Aya xebatî çekdarane le Kurdistan dirêjey rewtêkî ewto nebû?

Laşayî: Be hîç cor. Ême bîstibûman le Kurdistan xebatêkî çekdaraney cemawerî berêwe deçê. Le layekî dîkeşewe biryar dirabû emin biçme ew herême û raportêk amade kem. Ew car duway amade kirdinî raport û lêkdanewey sazman debû biryarman daba. Çûn bo Kurdistan legel rêbazî sazmanekeman degunca. Wate pêkhênanî mekoy cor be corî xebatî çekdaraney cemawerî ke debû serbexo û ciya le yektirî helsûrên û duwa car le pêkewe likanî ewan le tek yekdî da , rewtî pêkhênanî hîzbî komonîst be akam degeyişt. Tesuyrî ême le çilonayetî pêkhênanî hîzb ewe bû ke hokarî xo coşî bizûtnewey be girîmane da dena. Yanî le hemû cêyek cûlaneweyekî xocoş peyda debû ke qabîlîyetî peresendin û bilaw bûnewey hebû . Kurdistan deytuwanî yekêk lew nawçane bê. Be taybetî eweş ke lewê xebatêkî çekdarane berêwe deçû.

Şewket: Û ewe legel duruşmî hîzbî komonîstî Çîn sebaret bewey ke “le pirîşkeyek awir dekewêtewe” degunca û legel bîrokey rêgay gemarodanî şarekan le gundekaneweş cor dehatewe.

Laşayî: Raste waye, be taybetî ewey ke le naxî xelkewe helqulîbû û be pêy pêşîney xebatî xelkî Kurdistan be djî rêjîmî Şa, îmkan û zemîney peresendin û bilaw bûneweyekî ziyatrî hebû.

Şewket: Be pêy biryarekanî kobûnewey herway Liège biryar bû hemûtan, be taybetî rêberanî rêkxirawe ke kewtibûne ber rexne, bîrurakanyan nwê kenewe. Aya yekêk le hoyekanî helbjardinî to bo nardinit bo Kurdistan her leber ewe bû? Bawer be wey ke debê mirov biçête naw xelik û be karî cemawerî xoy nwê katewe. Ta çi radeyek bawerit bewe hebû?

Laşayî: Bawerim hebû be nwê kirdnewey bîrura, be taybetî le pêwendî legel beşdarî le jiyan û xebatî komelanî xelik da. Eger bêtû mirov bê pisanewe le alingarî da bê legel jiyan û bîruray xoy, detuwanê xoy û jîngey dewruberekanî baştir binasê û le helekanî xoy tê bga. Belam memûrîyetî min bo çûn bo Kurdistan be hîç cor bo nwê kirdnewey bîrura nebû. Pêm waye danî ew memûrîyete be min leber ew xesletaney bû ke hem bû. Xesletî ewtoy ke minî dekirde şayistey karêkî ewto.

Şewket: Le dozî Kurdistan dûr kewtînewe. Le duway biryar dan bo pêwendî legel Simayil Şerîfzade û helsengandinî xebatêkî çekdaraney ke le gorêda bû çitan kird?

Laşayî: Duway pêwendî legel nwênerî Celal Talebanî le Bêrlîn [mebest Dr. Kemal Fuad e, HQ] û ew qeraw medaraney daman na, çûm bo Turkiya û Lubnan û lewêwe bo Sûriya. Le Sûriyawe çûme Bexda û lewê le hotêlêk ke pêştir nîşanyekeyan pê dabûm dîwêkim kirê kird. Xawen hotêleke Kurdêkî Iraqî bû. Ew nîşananeman alugorr kird ke pêştir diyarî kirabûn û duway ewey mitmaney pê kirdim, qerarman dana le se’atêkî diyarî kiraw da le rêstoranêk çawim be Celal Talebanî bikewê. Emin le serî ew se’ate diyarî kirawe da le rêsturaneke bûm. Rêsturaneke ta radeyek çol bû û cige le çend Kurd ke le qulînçkêk danîştibûn kesî dîke weber çaw nedehat. Birêk rawestam û duwaye çûme lay xawen rêstorraneke ke piyawêkî gerawe bû û ew nîşananem pê gut ke dandirabû. Ew minî legel xoy bird bo nuhûmî duwem û lewê legel Celal Talebanî rûberû bûm. Ew nameyem daye ke kak Kemall le Bêrlîn pêy dabûm û minî nasand bû. Talebanî bexêrhatnî kirdim û namekey xwêndewe û biryar dira min bibate Silêmanî û lewêwe biçme Kurdistanî Iran. Ew dîdare zor kurt bû û destbecê geramewe hotêl. Le hotêl destêkyan bergî Kurdî bo hênam û rojî duwatir berew Kerkûk werê kewtîn û çûyne Silêmanî.

Dirêjey heye…

Wêne: Laşayî u esipswarî le Emrîka , bilêy be yadî Kurdistan nebê?

Yazarın diğer yazıları