Sazmanî Înqîlabî u Kurdistan (4)

Awrêk le bizûtnewey Çepî Iran le nawewe

Hevpeyvînî Hemîd Şewket legel Kuruş Laşayî

Şewket: Talebanîş hat?

Laşayî: Ew nehat, belam jimareyek çekdar le gelim hatin. Le naw ewanda çend kes le muşterîyekanî ew rêsturane debîndiran ke lewê çawim be Talebanî kewit. Derkewit ewane le heresekanî Talebanî bûn û ew roje bo mehkemkarî wek muşterî le rêsturaneke gird bibûnewe. Le bîrm çû ewey lê zyad kem, ber lewey werê kewîn, carêkî dîkeş Talebanîm dî û ew car hêndêk ziyatir legel yekdî qiseman kird.

Şewket: Basî çitan kird?

Laşayî: Sebaret bew bizûtnewe çekdaraneyey ke le Kurdistan dekra hêndêk zanyarî pê dam.

Şewket: Hîçî le ser xot û le ser sazmanî înqîlabî pirsî?

Laşayî: Lew bareyewe beyekewe qiseman kird. Pêm gut komonîstim û hêndêkim mêjûy sazmanî înqîlabî û rêbazî rêkixrawkem bo şî kirdewe. Helbet ew agadar bû le ciyawazîyekanî nêwan Çîn û Sovîyet û ewey pêm degut hêndey bo taze nebû.

Şewket: Le Silêmanî çit kird?

Laşayî: Çûme meqerî Talebanî. Kempêkî nîzamî bû ke leser binemay tewafuq legel dewlletî Iraq  le derewey Silêmanî le nawçeyek be nawî ‘ Bekreco’ helkewtibû û şwênî nêştecêy pêşmerge Kurdekan bû. Her lew şwêne jimareyek le Kurdekanî Iranîş damezrabûn. Ewan duway ew têkhelçûnaney legel erteşî Iran bibûyan  hatbûne Bekreco.

Şewket: Ew Kurd û pêşmerge Iraqîyaney ke lew kempe bûn le gwên hêzekanî dijî Barzanî bûn?

Laşayî: Hemûyan le jêr fermandeyî Celal Talebanî da bûn. Mela Mistefa Barzanî le layen Iranewe piştîwanî lê dekra û Celal Talebanî le layen Iraqewe.

Şewket: Talebanî le Bexdaş defterî hebû?

Laşayî: Hem defterî hebû û hem rojnameyekî be zimanî ‘Erebî bilaw dekirdewe [Rojnamey Elnûr, HQ] ke sernûserekey Hîlmî Elî Şerîf, le rêberanî bizûtnewey Kurdistanî Iraq bû. Emin le Silêmanî legel Hîlmî Elî Şerîf nasyawîm peyda kird. Lew maweyey ke le kempî nîzamî bûm, le rêgay takuteray ser be Qadir Şerîf [Haşim Heq Teleb le têkoşeranî konîney Hîzbî Dêmokrratî Kurdistan, HQ]  legel Şerîfzade ke le Kurdistanî Iran xerîkî ’emeliyatî eskerî bû, pêwendîm kird û daway çawpêkewtinim lê kird.

Şewket: Pêwendî Qadir Şerîf legel Şerîfzade çi bû?

Laşayî: Qadir Şerîf, Kurdêkî Iranî bû ke wek Şerîfzade destî kirdbû be xebat be djî rêjîmî Şa.

Şewket: Çi werzêkî sal le Kurdistan bûy?

Laşayî: Zistan yan seretay behar bû. Befrêkî estûr barî bû û hemû rêgakan gîra bûn, boye debû mangêk, mang û nîwêk  bimênmewe ta rêgakan bikrênewe û biçme Kurdistanî Iran. Be kiranewey rêgakan peykêk le destey Şerîfzade ra hat û xeberî hêna detuwanim biçim çawim pêyan bikewê. Lew maweye da Talebanîş hatbuwe Silêmanî.

Şewket: Gişt ew maweye le meqerî Talebanî le ‘ Bekreco ‘ mayewe?

Laşayî: Maweyek lewê mamewe. Belam le ber ewey derkewit rêgakan bew zuwane nakrênewe birdyanim bo Silêmanî. Le Silêmanî le malî cewanêk ke endamî Partîy Dêmokratî Kurdistanî Iraq bû [ [mebestî balî mektebî siyasî ye, HQ] cêyekyan bo amade kirdim.

Şewket: Katî xot çon beser debrid?

Laşayî: Ziyatir kitêbim dexwêndewe û çawerê bûm xeberêkim pê biga le destey Şerîfzade we.

Şewket: Fêrî zimanî Kurdîş debûy?

Laşayî: Lew maweye da kemêk fêr bûm. Ziyatir le çayxaneyek dadenîştim û texte nerdim dekrid. Her lew maweye da legel çend genc aşina bûm ke ziyatir endamî Partîy Dêmokratî Kurdistan bûn û bepirsyar bûn bo ewey legel meseley siyasî û têorîk aşnayî peyda biken. Hêndêk lewan Farsîşyan dezanî û ew maweyey le Silêmanî bûm, ewe buwe hoy ewey hem Farsî ewan baştir bê û hem min kemêk Kurdî fêr bim. Le kotayî ew sefere da katêk dîsan geramewe Silêmanî ta biçmewe Bexda û berew Urûpa birom, le çayxaneyek heman xawen hotêlim dîtewe ke le Bexda dû şew lewê bibûm. Katêk minî le bergî Kurdî da dît û hestî pê kird be hasanî be Kurdî qise dekem gutî: “Çak le Bexda fêlit lê kirdim û gutit, wuşeyek Kurdî nazanî.” Bawerî nedekird ke lew maweye da awa baş Kurdî fêr bûbim.

Şewket: Kesî dîket legel bû?

Laşayî: Çend kesî dîkem legel bû. Talebanî ewanî wekû heres legel nard bûm. Bew pêye le Silêmanî ra hatîn bo meqerî Talebanî ke amajem pê kird le dawênî kêwêk le derewey Silêmanî le ‘ Bekreco’ hellkewtibû. Katêk geyiştîne ewê maweyek hesaynewe û dû roj duwatir, ber le tawhellat, espman zîn kird û werê kewtîn.

Dirêjey heye …

Wêne : Karbedestî SAVAK Pervîz  Sabîtî le konfiransêkî çapemenî le Taran ew wêneyey Laşayî nîşan deda ke be cilubergî Kurdiyewe girtûye.

Yazarın diğer yazıları