Sazmanî Înqîlabî u Kurdistan (5)

Awrêk le bizûtnewey Çepî Iran le nawewe

Hevpeyvînî Hemîd Şewket legel Kuruş Laşayî

Şewket: Heresekanî Talebanî hêşta legelit bûn?

Laşayî: Hêşta legelim bûn. Deyanzanî kengê debê werê kewîn. Le kwê îst bigrîn û be kêhe la da biroyn ta jandermekan rêgaman pê negrin. Car car debû be roj royiştibayn û car car şewane. Debû le ser hest bîn ke rûberûy pêşmergekanî Mela Mistefay Barzanî yan erteşîye Iraniyekan nebîn. Duway çend şew û roj rêpêwan geyiştîne ew şwêney ke biryar bû lewê çawman be destey Şerîfzade bikewê. Ewaney legelim hatbûn lewê eminyan da dest destey Şerîfzade û geranewe.

Şewket: Legell Şerîfzade lewê aşna bûy?

Laşayî: Şerîfzade legel çend pêşmergeyekî ke legelî bûn çawerêm bû û le dîtnî min xoşhal bû, cewanêkî mêhreban û semîmî weber çaw dehat. Şorişgêrêkî tewaw ‘eyar bû ke danîşkedey fennî le Taran cê hêştibû û we kêwan kewtibû. Se’atêk duwatir ‘Ebdulay Mu’înî û Mela Awarey Şelmaşî legel pêşmergekanyan geyiştinê.

Şewket: Le çi nawçeyek bûn?

Laşayî: Nazanim. Tenê demzanî le Kurdistanî Iranim. Hellbet be dem cûlewe nawî nawçe û dêyekanyan be min degut, belam le ber ewey nem denûsîn nawekanim webîr naye. Zortir hewlim deda bepirsyar nebim. Be xom degut neka bepirsyarî bibête hoy dirdongî. Tebî’î bû ewan le seretay kar da neyan detuwanî mitmane be min biken. Maweyekî zor duwatir katêk demewîst lêyan cwê bibmewe, katî malawayî cewanêk le yaranî Şerîfzade ke goya danîşkedey huqûqî tewaw kird bû [be egerî zor debê mebest nemir Hemedemîn Sîracî bê, HQ] pêy gutim: “Le seretawe be parêzewe legelit cûlaynewe. Ew kelupelet gerayn. Tenanet xudnusekeştman pişknî. Mecbûr bûyn karêkî wa bikeyn.”

Şewket: Ewet pê seyr bû?

Laşayî: Ewey ke kelupelekanim gerabûn waqim wurma. Belam her ewey ke pêyan gutim dey selmand baweryan pê kirdûm û ewe cêy xoşhallî bû.

Şewket: Le duway ew çawpêkewtine çitan kird?

Laşayî: Kemêk hesaynewe û werê kewtîn. Lewey duwawe tewawî ew maweyey legel destey Şerîfzade bûm her le halî cûle da bûyn.

Şewket: Desteketan le çend kes pêk hatbû?

Laşayî: Renge 20 neferêk debûyn. Hemû pêşmerge û çek le şan bûn.

Şewket: Be şew deroyiştin yan be roj?

Laşayî: Ziyatir şewane. Belam be rojîş zor car decûlayn.

Şewket: Ew cûlane bo encamdanî ’emeliyatî nîzamî bû?

Laşayî: Pêm waye bo ewe bû le tîr resî dujmin be dûr bîn. Katêk deçûyne dêyek xelkyan ko dekirdewe û qiseyan bo dekirdin. Hellbet ber lewe çend pêşmergeyan denard bo ewey wez’eke taqî bikenewe û pêştirîş sebaret be wez’î dêyeke agadarîyan hebû. Le hemû dêyek le pêşda deçûne male kwêxa yan gewrey dêyeke û duwaye xelkyan bang dekrid û qiseyan legel dekirdin. Le rastîda be dûy ewewe nebûn legel hêze dewletîyekan têk helçin, bellkû destyan dekrid be wey ke pêy degutra “rêkxistinî çekdarane”.

Şewket: Kardanewey xelik çon bû?

Laşayî: Xelik car car deyangut: “Ême bûyne berdî nêwan dû aş. Êwe dên, pê û qedemtan ser çaw, belam be royiştnî êwe jandarmekan dên û ême dexne jêr guşarewe.” Be zimanî bê zimanî deyangut bûntan hoy serêşeye. Hellbet meseley kurdayetî zor be hêz bû. Zor kesyan sebaret be Qazî Mihemed, rêberî bizûtnewey neteweyî kurd hêndêk şityan bîstibû yan bîreweryan hebû lemer ew serdeme. Kurdistan renge lew nawçe kemaney bû ke jimareyek partîzan deyantuwanî biçne naw xelk û qiseyan legel biken yanî ewe nebû ke xelik nezanin boçî hatûyn. Legell eweşda hêndêk le xelik le bûnî ême xoşhall nebûn, çunke le tegbîr û hewlî tolesendnewey erteş û Sazmanî Emnîyet detirsan. Hêndêkîş muwafîq bûn û be aşkra yan be dizî yarmetiyan dekrid.

Şewket: Pêwendî endamanî desteke û pêşmergekanî Şerîfzade legel to çon bû?

Laşayî: Duway dîdar legel destey Şerîfzade, katêk pêşmergekanî ‘Ebdulay Mu’înî û Mela Awarey Şelmaşî le gelman kewtin, cewanêkî bala berz be nawî Mîne Şem ke tifengêkî Birnûy de şanî da bû, bo maweyek her wa çawî lê dekirdim û duwaye yekêk le takuteray destekey ke nawî Sîracî bû bang kirde goşeyek û lêy pirsî min kêm û le kuwêwe hatûm? Wa wêdeçû le hatnî min xoşhall bê. Her ewey ke kesêk le derewey herêmeke legelyan kewtibû boy hîwader bû û dekra ew heste le çawekanî da bibîndirê. Renge hîwayan ewe bû ke bûnî min û kesanî wek min yarmetî bika bo raperandinî gîrugirifte malî û nîzamîyekanyan, çunke pêşmergekan le hemû rûyekewe le mezîqe da bûn. Le rastîda sebaret be min bepirsyar bûn. Corêk bepirsyarî awêtey şadî û rezayet.

Dirêjey heye …

Wêne: Simayil Şerîfzade le rêbere serekiyekanî cûlanewey 67-68

[email protected]

Yazarın diğer yazıları