Sazmanî Înqîlabî u Kurdistan (6)

Awrêk le bizûtnewey Çepî Iran le nawewe

Hevpeyvînî Hemîd Şewket legel Kuruş Laşayî

Şewket: Legel Şerîfzade, Mu’înî û Şelmaşî le ser çî qset kird?

Laşayî: Zoryan pê xoş bû le tek ruwange, dimeteqe û mesele siyasî û îdêolojîyekan le bizûtnewey markisîstî da aşina bibin. Zor car lew rêpêwanane legel pêşmergekanda ke lê dê yekewe deçûyne dê yekî dî legel yektirî qiseman dekrid û qiseman zor bû bîkeyn.

Şewket: Helwêstekanî Sazmanî Înqîlabît bo rûn dekirdnewe?

Laşayî: Helwêstekanî rêkxrawe û çilonayetî cuwêbûnewe le hîzbî Tûdem şî kirdewe. Bawerî be xebatî çekdaraney cemawerî û dewrî hîzbî çînî kirêkar le şorrşî dêmokrratîk da yan tesewrî ême le çilonayetî şoriş û têorî rêgay gemaro danî şarekan le dêyekanewe ke le şorişî Çîn xwazrabuwewe dekewtne ber bas û giftugo, leweş derçê, basî ew dûberekayetîyey le bizûtnewey nawneteweyî komonîstî da hebû û helsengandinî nakokî û xebatî îdêolojîk le nêwan Çîn û Sovîyet û têorî têperînî hêminane û meseley rêvîzyonîsmî modêrn ke Sovîyet be bangeşederî wî denasra hênamane gorê. Xalî girîng bo min ewe bû ke le ser zor le babetekan hawfikir bûyn.

Şewket: Aşnayî ewan legel ew babetane ta çi radeyek bû?

Laşayî: Aşnayyekî ewtoyan nebû. Wa weber çaw dehat ke markisîzmî Çînî le markisîzmî corî Rûsî boyan mentiqîtir bê. Ew rojey le Kurdistan degerramewe, ‘Ebdullay Mu’înî pêy gutim: “Katêk hatîyewe, her kam le ême desmalêkî sûr le milman dehallênîn û be kitêbêkî sûr be destewe şoriş dekeyn.” Sereray ew qisane sebaret be markisîzm û bawerîy têorîkî ewan, wa weber çaw dehat ke rehendekanî nasyonalîsmyan zor belawe girînge. Her çend ke ‘Ebdullay Mu’înî wa nebû. Ew şeyday markisîzm bû.

Şewket: Ey Simaylî Şerîfzade û mela Aware çon?

Laşayî: Ewanîş her awa bûn, tewaw komonîst û şorişgêrî çepajo bûn û renge le ber serdemî xwêndin le zanko bû ke ruwangeyekî kiraweyan hebû. Şerîfzade be dem ew seferewe kitêbî “Nan û Şerab” î Sîlonêy dexwêndewe û daway le minîş kird bîxwênmewe. Zor deywîst zortir bixwênêtewe û zortir bizanê. Be daxewe cige le kitêbî sûrî Mao nebê kitêbêkî dîkem pê nebû ta bîdemê.

Şewket: Ey mela Aware çon?

Laşayî: Ew puxtetir û mendtir bû lewanî dîke.

Şewket: Rohanî bû, mela bû?

Laşayî: Mela le Kurdistan zor car be kesî xwêndewar delên ke cige le dewrî mezebî, pîşeyekîşî heye. Helbet kesanêkîş hen ke tenê dewrî takêkî mezebî degêrin. Belam seyr nîye eger tûşî melayek bî ke bo wêne dartaş, beqal, yan kesêkî xwêndewar bê. Boye le rûy serusekutêkî ke heyane her wek xelkî asayî deçin û be pêçewaney ruhanîye şî’ekan bergî taybetî deber naken.

Şewket: Bo pêyan degut Aware?

Laşayî: Ewe naznawî bû. Car car şê’rîşî degut benaznawî “Aware”. Her ew demî yekêk le şê’rekanîman le bilawkrawey “Tûde” da çap kird.

Şewket: Aya sebaret beweş qisetan kird ewan peywest bin be Sazmanî Înqlabî?

Laşayî: Qerarêkî ewto nebû. Ewan le cêda ber ledîdarî min zanyarîyekî ewtoyan le ser helwêstekanî Sazmanî Înqîlabî nebû. Egerçî dûr nebû be dem hawkarîyekanî dûlayeney dahatû da meseleyekî awa bête gorrê. Ewey aşkra bû ewan xoyan be markisîst dezanî û baweryan be şerî çekdarane hebû. Helbet ewey ke gelo Kastrîst bûn yan pêroyiyan le bîrî Mao dekrid bom rûn nebû. Şayed xoşyan neyandezanî. Belam şêwey kar kirdinyan le ser binemay ewey ke biçne dêyekan û le destey çekdarî teblîxatî da legel xelik qise biken , hêndêk we bîrurakanî Çê Gêwara û rêbazî Kûba deçû. Her çend hêndêk ciyawazîş weber çaw dehat. Çunke be pêçewaney karî Çê Gêwara pêşmergekan le xelkî xocêyî bûn û Şerîfzade, Mu’înî û Şellmaşî şi kurd bûn. Bew pêye karekeyan ziyatir layenî cemawerî hebû û le ser ew binemaye boçûnyan legel bîrî Mao û Çînîyekan nizîkîyekî ziyatrî peyda dekrid. Rûn bû ke dilyan be hîzbî Tûde xoş nebû, nek her le ber gwêrayelî hîzbî Tûde le rêbazî hêminane ke Sovîyet bangeşey bo dekrid , belkû leber dûfaqêtî û piştîwanî ewan le mela Mistefay Barzanî.

Şewket: Aya le taqmî Şerîfzade da hîç jinêk beşdar bû?

Laşayî: Na.

Şewket: Bo desteyekî şorişgêrî çepajo seyr nebû ke hîç jinêk le rîzekanî da nebê?

Laşayî: Barudoxî jiyanî desteke zor dijwar bû û partîzanî jin be dijwarî deytuwanî lew barudoxe da dewam bênê.

Dirêjey heye

Wêne:

Suleyman u Ebdula Muînî

Laşayî katî zemawendî yek le kiçekanî le Emrîka

Yazarın diğer yazıları