Sazmanî Înqîlabî u Kurdistan (8)

Awrêk le bizûtnewey Çepî Iran le nawewe

Hevpeyvînî Hemîd Şewket legel Kuruş Laşayî

Şewket: Lew maweyey ke le gelyan bûy hîç serkewtinêkyan hebû lew bareyewe?

Laşayî: Emin nemdî le naw werzêran kes be aşkira legelyan bikewê. Helbet le muzakerey taybetî Şerîfzade legel werzêran da beşdar nebûm. Şayed yek dû kes be dem ew seferanewe legel ême kewtibin. Belam ewanîş diyar bû pêşîney siyasîyan heye û bo peywest bûn be taqmeke xoyan geyandbuwe lay ême. Çend car şahîd bûm Şerîfzade be xusûsî qisey legel werzêran dekrid. Wa wêdeçû legel torêkî nihênî le pêwendî daye, çunke be rêkupêk hêndêk zanyarî sebaret be wez’î erteş, helkewtî dêyekan, û wez’î xelik degeyişte deste partîzanîyeke. Gişt ewane nîşanî deda ke torî xeber geyandin heye ke pêwendîy legel destey Şerîfzade heye. Ew car car legel Mu’înî û Mela Awareş muzakerey nihênî hebû. Girîmaney min ewe bû xerêkî sazman danin. Xalêk ke lew nawe da girîngî heye dewrî Mela Mistefay Barzanî ye. Ew ke hêzî serekî bû le Kurdistan legel rêjîmî şa hawkarî dekrid û pêşmergekanî dijî rêjîmî Êranî radestî karbedestanî emnîyetî dekrid. Bew pêye ew kesane le xelkî Kurdistan ke wek rêberêkî gewre çawyan le Mela Mistefa dekrid, teşwîq nedebûn bo ewey peywest bin be hêzekanî dijî rêjîmî şa.

Şewket: Zor lew kesaney ke wekû pêşmerge karyan bo Mela Mistefa dekrid mûçeyan werdegrit û têçûy jiyanyan lew rêgayewe dabîn dekra.

Laşayî: Ewe raste û ewe bo rakêşanyan berew Mela Mistefa bê eser nebû. Mela Mistefa le ber pêşîney xoy, xoşewîstîyekî ewper asayî hebû le Kurdistan û meseley hawkarî wî legel rêjîmî şa le rûy siyasîyewe tegereyek bû le ser rêy peywest bûnî Kurdekan be dijberanî rêjîmî Êran. Mela Mistefa û Celal Talebanî car car legel rêjîmekanî Êran û ‘Êraq şeryan kirduwe û carcarîş piştîwanîyan lê kirdûn. Ewan car car pena deben bo Êran û car car bo ‘Êraq. Bew pêye hawkarî ewto le Kurdistan zortir têper u katî bû ta ewey daymî û le rûy bawerewe bê.

Şewket: Eto pêt çon bû ?

Laşayî: Be bawerî min şêweyekî durust nebû. Belam renge yekêk lew hoyaney ke tuwanîwyane ta emro dirêjey pê biden, her ewe bê. Herçend nabê le bîr bikrê ke bo ew kareyan bacêkî zoryan dawe. Leweş derçê hokarî pirşubilawîş bê eser nebû le helkewtêkî narêkî ke Kurdekanî têda bûn. Dijayetî û çend desteyî le bizûtnewey Kurdistan da be hêzî serekî, wate Barzanî û Talebanî sinûrdar nebû. Deste piçûktirekan, le Ehmed Tofîqewe bigre ta destey Qadir Şerîfîş gêre û kêşeyan legel yektirî hebû. Bew manaye, bizûtnewey Kurdistan giloleyekî aloz bû ke bo zorêk le dostayetîyekan û dujminayetîyekan hîç wulamêkit ne dedozîyewe.

Şewket: Guzeranî jiyanî rojane le dêyekanî Kurdistan bo destey partîzanî Şerîfzade be çi şêweyek tê deperî?

Laşayî: Katêk degeyiştîne dêyek, duway xuwardinî xorakêkî kem u kemêk hesanewe, legel werzêran qiseman dekrid. Le tewawî ew dû sê mangey da ke legel destey Şerîfzade bûm tenê yek dû car goştman xuward. Carêkîş biznêkyan kirî û goştekeyan birjand.

Şerîfzade û yaranî le rûy malîyewe desteng bûn. Her çend ke le ber hejarîy giştî deretanêkî ewto bo kirîn û firoştinîş nebû. Zor car likî daranman le ser zewî ko dekirdewe ser yek û ya penageyekî katîman durust dekrid û têyda denûstîn. Carî waş bû şansman deygirt û le tewîley werzêran da besatman pan dekirdewe û lêy denustîn. Le tewawî ew maweye da hîç eserêk nebû le textexew û hîç amrazêkîşm le ber dest da nebû bo xo şitin. Tenê yek du car tuwanîm le serma da, le tenîşt çomêk bedenim be awî befir bişom. Webîrm dê carêk le bendenî çiyayek tûşî texte berdêkî gewre û cuwan hatim ke awêkî rûn u pakî be ser da derja û le xwarewey hewzokeyek le berdî mermer helkewtibû ke dekra meley têda bikey. Zor we şorkekanî Romî kon deçû ke le fîlman da dîtbûm. Lew hewzokeye da be çêjêkî zorewe meleman kird. Carêkî dîke katêk geyiştîne dêyek, le xawenmalêkî ke biryar bû dû roj le malekey bimênînewe dawam kird awêkî gerim amade bika bo ewey serim bişom. Hêndêk le pêşmergekanîş le ber tîşkî hetaw le goşeyek danîştin û xerîkî taşînî rîşyan bûn. Nîw se’atî pêçû ta kiçoleyekî piçûk teştêk awî germî bo hênam û be tûrîyewe çawêkî lê kirdim. Ew meseleye zorî narehet kirdim û be xom gut aya ewe heman wez’îyete ke delên le cengey şer da komelan piştîwanî le hêzekanî xelik deken û bepîl pêwqedemyanewe deçin? Hellbet ew pasawem dehênawe kiçoleke le aw beserdakirdnî bêganeyek xoşhall nîye û heqîşêtî.

Dirêjey heye…

Wêne: Mela Aware, Simayil Şerîfzade u Suleyman Mu’înî

Hejar, Mela Mistefa Barzanî u Celal Talebanî

Yazarın diğer yazıları