Sazmanî Înqîlabî u Kurdistan (9)

Awrêk le bizûtnewey Çepî Iran le nawewe

Hevpeyvînî  Hemîd Şewket  legel Kuruş Laşayî

Şewket: Aya tuwanît le pîşey pijîşkît kelik werbigrî?

Laşayî: Carêk yekêk le pêşmergekan didanî kîsî kird bû û helimsabû û naçar bûm debû bîkêşm, debû le cêyek gazenburêk bidozînewe. Dû sê rojî pê çû û be çendîn dê da têperîn ta gazenburêkman peyda kird û bewe didanî ew çarereşem kêşa.

Şewket: Seyr buwe ke hîç amrazî tebabetit pê nebuwe.

Laşayî: Hîç be bîrm da nehatbû. Pêşmerge bêçareke sereray ew jan û azarey heybû be tewawî aram bû. Renge hetranîşî çû bê, belam hetranî minîş lew kemtir nebû, çunke ta ew roje qet didanêkim nekêşabû. Ewîş be gazenburêkî jeng helênaw! Carêkîş tûşî fobya (phobia) hatim le berzayekî zor be gewey kêwêk da têdeperîn. Le beşêk ke zor barîk bû le ber ewey le berzayî detrisim lepir wîşk helatim. Hêşta çend hengawêkim helnehêna buwewe ke le cêy xom çeqîm. Ne dem tuwanî biçme pêşê û ne dem tuwanî bigerêmewe duwaye. Kar geyişte cêyek ke îtir hîç deretanêkim bo cûley xom nededî. Tenanet neşim dewêra rawestim û derfetêk bo danîştinîş nebû.

Şewket: Suwarî esp bûy?

Laşayî: Piyade bûm. Duwacar yekêk le pêşmergekan gerawe û destî dirêj kird û tuwanîm lew tengeberîye rizgarim bê. Lemsî destî ew deretaney damê ta tirsim birjê û bituwanim çend hengawêk helênim û bicûlêm. Webîrm dê îdî behar hatbû û carêk debû le çomêk biperînewe. Be tuwanewey befir, çomeke be tewawî hestabû û dengêkî tirsêner le cêgorkêy berdî terkî çomeke weber gwêyan dekewit. Ta ew roje dengêkî ewtom nebîstibû. Pêşmergekan bo perînewe le çom şêweyekî serincrakêşyan hebû, gloleyek kamway barîkyan ke xoyan ristibûyan le berdêk dehaland û helyan dedaşte ew berî aweke. Ew kesaney ke lewberî çomeke bûn berdekeyan le tenafêkî estûrtir girê deda û ew car tenafekeyan le torêkî gewre girê deda û tenafekeyan le darêk be pitewî debestewe. Paşan torekeyan dexisteser aw û det tuwanî be ser torekeda biçîye ew berî çomî?

Şewket: Çon le ser aweke demayewe?

Laşayî: Gurîsêkyan be berd heldedaşte ew berî çomî. Ew kesaney ke lew berî çumî bûn gurîsekeyan dekêşa û le tenafêkyan debest. Serêkî tenafeke ke le dest ême dabû le torêk girê dirabû. Ewan ew serî tenafeyan ke le toreke girê dirabû le darêk debestewe. Lem layeşewe êmeş her ew kareman dekrid bew pêye toreke le ser aw debû be pirdêk û demantuwanî be serîda biperînewe.

Şewket: Espekantan çi lê dekrid?

Laşayî: Espman nebû. Zor car be pêyan deroyiştîn. Tenê çend car hêndêk espman qerz kird. Helbet nazanim xawenî espekan razî bû yan na? Tenê dezanim ke be asayî duway maweyek espekanyan denardewe bo xawenî.

Her wek ke pêştir amajem pê kird rêpêwanekan be dijwarîyekî zorewe dekran. Deştî heraw ke leber tuwanewey befir yan barînî baran bibûn be qure zeleq yan kêwî dapoşraw be befir û ew dêyaney ke mewdayan le yektirî zor bû be hasanî pêda têperînyan helnedesûra. Carî wa bû pêş dehat duway rojêk rêpêwan nedegeyiştîne hîç kwê. Ca naçar debûyn carcar bê serpena, çend se’atêk pişû bideyn. Belam eger hewa zor sardî dekrid, tenya rêgayekî ke bikrê gerim bimênînewe ewe bû ke le cûle dabîn, herçend car car le ber mandûyî û fil bûn nemandetuwanî bicûlêyn .

Şewket: ‘Emelyatî partîzanî çi le şar û çi le dê zor car be pêş bînî û amadeyiyewe dekrê. Herçend lewaneye ew pêş bînînyane car car hele derçin yan amadeyî pêwîst nebê. Belam be pêy ewey bast kird wa weberçaw naye destey Şerîfzade amadeyiyekî ewtoy bûbê bo rûberûbûnewey rûdawekan û tenanet dijwarîyekanî rojane. Ne esp, ne çadir, ne derman, hîç şitêktan le ber dest da nebû.

Laşayî: Kurdekan kem û zor her awa dejîn û tenanet her ew pêdawîstîye seretayiyaneş legel xû û xidey wan naguncê. Pêştir amajem pê kird, tenanet nemtuwanî taqe kirasêkî ke de berim da bû be sabûn bişom. Legel eweşda le ber ‘îşq û dilpêwebûnî şoriş, tehemulî hîç kam lewane hênde dijwar nebû. Le rastî da hebûnî zor şit , bo wêne çadir, coreyek tecemul we hîsab dehat û xawenêtî wî êmey le xelk cwê dekirdewe. Hemû hewlî destey partîzanî ewe bû ke le hemû barêkewe wekû xelik bijî û ciyawazîyekî legel ewan nebê . Tenya ciyawazî ewe bû ke pêşmergekan tifengêkyan be şanewe bû.

Dirêjey heye…

Yazarın diğer yazıları