Sê roman û sê nivîskar û ez

Darên ku ji axa seqemî wek benikê kişandî, zirav û dirêj bejn avêtibûn ezman, tevî katikên xwe yên di bin berfê de tewiyayî ji min ve sipîçûrisî xuya dikirin. Ew li ber bayê çûna bilezgînî ya tirênê di nava tarîtiyê de winda dibûn. Pêre jî ew bişirîna tîrêjên rojê yên ji rûyê berfê dibirîqîn jî her çûbûn winda bûbûn.

Min geh li seata xwe nêrîbû û geh jî hewl dabû ez wê xwezaya birêk û pêk a welatê nû bibînim. Lê tariyê di mefera çavgirtinekê de ronahiya rojê dagîr kiribû. Bi min wisa hatibû ku şevê xwe li rojê pêçabû û ew di bin xwe de fetisandibû. Wek ku hesta biyanî û sariya vî welatê nû nebes be, vê carê jî hesteke fetisonekî bi qirika min girtibû. Min demekê bi çavên dudilî li derve badilhewa û vala nêrîbû. Êdî tenê ew dar û dever ji min ve xuya dikirin ên ku ronahiya trênê ji bo demeke kurt ew dîtbar dikirin.

Trêna dirêj wek tîra ji kevanê derketî berf û seqem diqelaşt û di zikê tunela tarîtiyê de ber bi armanca xwe ve diçû…

Piştî rêwîtiyeke dirêj ji Elmanyayê ez li stasyona (îstgeha) trênê ya Stockholmê peya bûm. Çawa deriyên trênê vebûn, rêwî bi dorê peya dibûn. Min ji nîvê vagonê li rêza rêwêyan nêrî. Ew wek libên tizbiyê bi dîsiplineke xweber yeko yeko bi bêhneke fireh ber bi derî ve dimeşiyan. Ne kesî kes dehf dida, ne jî kes bi kesî re diaxivî. Min di ber xwe de gotibû; hela li mezinan hal bû, lê ma zarokan jî zimanê xwe xwaribû?

Ez jî di nava wê bêdengiya kerr û lalane de hêdî hêdî ber bi deriyê derve ve dimeşiyam lê guhê min li ser bihîstina dengekî cuda ji ferhenga zimanê vî welatî bû. Herkes gerregup bû. Kipênî ji kesî dernediket. Tenê dema li derketinê pê min ji pêpelokê şemitî û ez bi ser rêwîyekî de gêr bûm. Ew jî bi ser yeke din de… Baş bû ku tesîra domînoyê ji wilo zêdetir çênebû û em hemû bi ser hev û din de li erdê nebûn meşk.

Ez di dawiya salê de hatibûm dawiya dinyayê. Roj kurt û tarî bûn. Bi hawarî hatibûm lê wisa xuya dikir ku ez ê bi bêhnfirehî li vî welatî mabûma. Di tenêtiya şevên tarî de min hawara xwe gihandibû bû pirtûkan. Yek ji wan pirtûkên pêşî ku bi hawara min ve hatibû Romana Hawarî ya Heciyê Cindî bû. Min bi xwendineke hêdî çêjeke wêjeyî jê wergirtibû. Rêwîtiya bi hawarî ya Kurdên Êzdî dabaşa romanê bû. Û roman bi devoka Serhedan hatibû nivîsandin ku beşeke zaroktiya min lê derbas bûbû. Hevok û peyvên ji dema zaroktiyê ez di nava xeyalan de li welatê Serhedê vegerandibûm.

Heciyê Cindî ku bi Hawar a xwe hatibû hawara min, di wê demê de ez pêhesiyam ku wî û malbata xwe gelek janên dijwar ji destê Osmaniyan kişandibûn. Piştî ku Şerê Dinyayê yê 1´ê dest pê dike, artêşa Rûsan ji ber tevliheviyên li Rûsyayê xwe ji Kurdistanê vedikişîne, Osmanî jî, ji vê valahiyê sûdê werdigirin, ew dikevin Qers û derdora wê. Malbata Heciyê Cindî jî, tevî Ermeniyan direvin Ermenistanê û ew li Elegezê bi cîh dibin. Ji şeş endamên malbatê, tenê ew û birayê xwe ji mirinê rizgar dibin.

Piştî vê hevnaskirina Hecî û Hawar a wî, meraqa min a li himberî wêjeya Kurdên Kafkasiyayê zêde bû. Vê carê jî min dabû pey pênûsa Erebê Şemo. Sergermiya xwendina min a ku bi xwendina Romana wî ya bi navê Jiyana Bextewer di destpêka êvereke şeva tarî ya li Rinkeby`ê destpêkiribû bi berhema wî ya bi navê Berbangê li binya birçên bilind ên Kela Dimdimê qediya bû.

Piştî ku ez careke din bi xweşiya peyvên cemaeta bav û kalan şa bûbûm, min berê xwe dabû Kela Dimdimê. Erobê Şemo li jora bircan li min dinêrî û ji nişka ve pêpeloka hevokî ya ji peyvan Kurdî honandî ji bircên bilind ên Kela Dimdimê berdabû xwarê û ez bi hesreta dîtina Xanê Çengzêrîn li yek tûşê hilkişiyabûm serê bircan û bûbûm şahidê amadekariya xort û keçên çeleng ên ji bo şerê giran. Navtêdan û halanên berxwedêran tevî hemû dorpêçên dijwar jî heta dawî bilind dibûn. Di wî şerê giran ê Kurdan de tevî ku ew ji ber dorpêça giran tî û birçî mabûn, dîsa dêyên Kurdan weledên xwe navêtibûn…

Lê dem û demsalan derbas bûbûn û Kurd ji ser axa xwe sirgûn bûbûn û li welatê xerîb û xurbetê bi cîh bûbûn. Li wî welatê wan ê nû şerekî giran ê dinyayê destpêkiribû. Jineke Rûsî tevî pêçeka xwe ya nûçêbûyî li maleke Kurdan dibe mêvan û dilê wê li henûnî û dilovaniya jina Kurd dibane û ew kurikê xwe digel nameyekê ji xanima malê re dihêle û diçe şer. Dayika Rûsî weledê xwe avêtibû dawa jineke Kurd û berê xwe dabû Şerê Cihanê yê 2´yê. Şakirê Xudo bi vê çîroka xwe ya dirêj a bi navê Dê û Dêmarî em bi gelek pirsgirêkên olî û civakî re anîbûn himberî hev û din.

Yazarın diğer yazıları