Seferberiya Ocalan

Rojeva Kurdan her dem tijî dagirtî û lezgîn e. Di nav hefteyekê de bûyerên wisa diqewimin ku mirov bi leza bayê jî nikare xwe bigihînê. Wek gelek caran û ji aliyê gelek kesî ve jî tê gotin; ev serdem serdema Kurdan e. Di danûstandinên eşkere û yên pişt perdeyan de her Kurd û Kurdistan hene. 

Divê serdemê de li cem Kurdan dilşadî û xemgînî di nav hev de li dar in ku hind caran mirov dibêje ka Kurdistan dika şanoyekê ye û Kurd jî tê de lîstikvan in. Gava mirov baş dêna xwe dide, di nav wê şanoyê de her cûre babet têkel in: Bindestî, belengazî, kuştin, talan, dagirkerî, xemgînî û wendakirin beşeke wê ye û li aliyê din jî serfirazî, şanazî, têkbirina dijminan, serkeftin û şahî li dar e. Di vê hefteya dawî de ev herdu rastî di nav hev de li ser dika bi navê Kurdistanê li ber çavên cîhanê hatin lîstin. Alîyekî wê Başûr bû ku carekî din Aşbetal û radestbûneke kirêt li dîroka Kurd nivîsandin û aliyê din jî Rojava bû ku serkeftineke dîrokî ya bi rizgarkirina bajarê Reqayê ve diyariyê gelê Kurd, pêkhateyên wî yên li Sûriyeyê û li tevahiya mirovahiyê kirin. 

Di nav vê tofana dîrokî de yek ji babetên ku Kurd li çar deverên dine pê re mijûl bûyîn jî babeta rewşa birêz Abdullah Ocalan bû. Ocalanê ku jiyana xwe seranser ji bo azadiya gelê xwe û ji bo rizgariya mirovahiyê bexşandiye di destê barbaran de dîl e. Ev nozdeh sal in ku di nav mercên dere-mirovî de, di nav pencên dewleta dagirker ya xwînmij de bi îradeyeke ne asayî ve li ber xwe dide. 

Ocalan ji roja derketiye ser dika dîrokê heta îro ji bo gel hêviya azadî, rizgarî, wekhevî û nûnertiya nirxên bilind û pîroz yên mirovahiyê dike. Ji roja dîl ketiye heta niha gel şînê girê dide û xema wî ya sereke jiyana Ocalan e. 

Di kiryar û felsefeya Ocalan de nirxên payebilind hene, gel, xizmeta gel, azadiya jinê, rakirina kesayetên ketî, bilindkirina çîna nizm û bi gotinekê gava mirov îfade bike; azadî heye. Di nav kiryar û ramanên wî de kirîn û firotin, radestbûn, yekîtiya bi dijmin re û êrîşa li ser Kurdan nîne. Tekane nimûneyek jî nine ku tevgera wî bi karekî wiha re rabûye. Ji roja derketî heta îro tim destê aştiya navxweyî û yekîtiya Kurdan dirêjî hêzên Kurdî kiriye û dike. 

Niha bi şev û roj li her deverên Kurd lê dijîn bi taybetî jî li qada Ewrûpayê Kurd li ser piyan in. Êdî awa û rêbazên çalakiyan nemane ku Kurdan heta niha bikar neanîne. Li paytexta Elmanya Berlînê navê Kurdan wek: Gelê Meşvan, lê kirine. Ji çar çalakî û meşan hema bigir sisê jê yên Kurdan in. Di wan piraniya de jî her navê Ocalan dihê qêrîn. Gel li rêberê ku ew kirî netewe û derxistî qada dîrokê, li nav malbata miletan bi cih kirî xwedî derdikeve. 

Lê ya balkêş û sosret jî rewşa rewşenbîran e. Nayê înkarkirin ku îro beşeke bi navê rewşenbiriya Kurd jî hatiye himatê. Di nav wan de gelek kesên rêzdar hene ku me jî ji wan îstifade kiriye. Yên mil didin gel, derd û kulên wî ji xwe re dikin babet ango hevxemên Kurdistanê ne jî hene. Lê ya rastî gava mirov bi gelemperî lê dimêzîne tabloyeke pir sist û qels derdikeve pêşberî mirov. 

Carna mirov dibêje qey ev gelê li ser rê û dirban, di bin sirr û sermaya parzemîna Ewrûpa de li kolanan, gelek caran bi cop, lêdan, girtin û zordariyên dijwar re rûbirû dimîne, gelekî din e. Bi herhal gelekî din jî be, nabe mirov hinde bê deng bimîne serê xwe bin ax bike. 

Eger mirov rêzdar Medenî Ferho û mamoste Melîk Aykoç ji nav derxîne gelo li holê çend kes an jî rewşenbîr dimînin? Ev tirs ji çi û ji ku dihê? Eger tu nekarî bi qasî dayîkeke Kurd ya heftê salî jî wêrek bî tu çawa dikarî behsa rewşenbiriyê bikî? Ev şoreşa çil salî ya îro feyzê dide tevahiya mirovahiyê çawa dibe ku tarîtiya di dilê te de piçek jî be ronî nake? Berra jî ev çil sal in, ev tevger bi tenê şaşiyan dike, bi şaşiyan ve gihştiye vê astê yan jî di bingehê de xweparêzî, ezezî û tirsa ji dijminan heye? 

Di gava ez li ser rewşa Ocalan û rewşenbîrên Kurd difikirîm de min carek din serî li prtûka birêz Ferho ya bi navê Birêz Serok da. Mixabin pirtûk tenê bi Tirkî ye, lê kedeke hêja ye. Ferho di beşekê de wiha dinivîse:’Gava ez di vê jûrê de ji we re dinivîsim xwe tim li cem we hîs dikim, hewaya şil a hûn tenefûs dikin dikişînim hinavên xwe, ez xewnên we parve dikim û mîna ku li ber dîrokê dikevime, xwe di lêpirsînekê de hîs dikim.’ 

Misoger divê rewşenbîrên Kurd li xwe biwarqilin û carekî din li ser mijarê biponijin. Lewre mirov li ber wîjdan û dadgeha dîrokê berpirsyar e. 

Yazarın diğer yazıları