Seferberiya perwerdeyê

Li Efrînê, ji ber koçberiya ji Heleb û bajarên din hjmara xwendekaran ji 40 hezarî derket 50 hezarî. Ji ber ku li dibistanan mexdûrên şer hatine bicihkirin, îsal dibistanan nekarî xwe ji perwerdeyê re amade bikin. Ji ber sedema ewlekariyê jî dibistan nekarî vebin. Lê belê tevî hemû neyîniyan û mercên şer, di meha 15 a şoreşa Rojava de, di nava şer de seferberiya perwerdeyê dewam dike. Ji heft heta heftê salî her kes hînî xwendin û nivîsandina Kurdî dibe. Li dibistan û akademiyên bi şoreşê re hatin avakirin, ji aliyekî ve mamoste tên amadekirin, ji aliyê din ve jî xwendin û nivîsandina bi alfabeya Latînî tê hînkirin.
Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê, sala nû ya perwerdeyê îsal nekarî di dema xwe de destpê bike. Mirovên ji ber şer ji Helebê koçî Efrînê kirin, beşek ji wan li dibistanan hatin bicihkirin. Ji bo perwerde destpê bike, diviyabû mexdûrên şer li devereke guncaw bên bicihkirin, dibistan bên valakirin û avahiyên dibistanan ji bo serdema nû ya perwerdeyê bihata amadekirin. Tevî van pirsgirêkan, pirsgirêk û fikarên ji ber ewlekariyê bûn sedem ku dibistan dest bi perwerdeyê nekin.

Hejmara xwendekaran zêde bû
Tê payîn, hejmara xwendekaran ku 40 hezar bû, îsal ji ber şer derkeve 50 hezarî.
Li bajêr bi giştî 360 dibistan hene. Li her gundî dibistana seretayî heye. Lê belê ji bo dibistanên navîn û amadeyî, xwendekar neçarin koçî navenda bajêr bikin. Derfeta ciwanên Efrînî ji ber şer nîne ku biçin zanîngehê.
Yekane Zanîngeha li Qamişloyê beriya 3 salan ji aliyê rejîmê ve hat girtin.
Di meha 15. a şoreşa Rojava de li Efrînê seferberiya perwerdeyê tê jiyîn.
Avahiya ku di dema Esad de şaxê leşkeriyê bû veguheriye navendekê ku lê lêkolînên li ser zimanê Kurdî tê kirin, ders tê dayîn, ferheng û pirtûkên zarokan tên amadekirin û kovar tên derxistin.
Li vê navendê ji heft heta heftê salî her kes hînî xwendin û nivîsandina bi alfabeya Latînî dibin. Bi vî rengî hemû beşên civakê hînî xwendin û nivîsandina Kurdî dibin. Rawestgeha yekemîn a mamosteyên Kurdî jî ev dibistan e. Namzetên mamostetiyê yên kûrsên xwe qedandine, dûre diçin Akademiya Zimanê Kurdî. Ciwanên Kurd ên li vê derê perwerdeya xwe temam dikin, bi awayekî fermî dibin mamosteyê Kurdî.
Pirtûkên dersên zanyariyên civakî di ber çavan re hatin derbaskirin û ji nû ve hatine sererastkirin. Pirtûkên dersên zanyariyên pozîtîf jî bi Kurdî hatine wergerandin.
Pirtûka dîrokê ya nû hatiye nivîsandin jî, tê payîn îsal bê xwendin.

Pêwistî bi demê heye  
Tê fêmkirin ku ji bo pergala perwerdeyê ya şoreşa Rojava bê rûniştandin, pêwistî bi demê heye. Li bajêr hejmara mamosteyên zimanê Erebî dersê dide, gelek e. Tevî kesên berê li herêmê mamostetî dikirin, mamosteyên Kurd ên bi Erebî ders didan û bi koçê re hatin Efrînê hene. Berpirsyarê perwerdeyê da xuyakirin ku ewê îsal hînbûna Kurdî li ser hemû mamosteyan ferz bikin û di sala pêş de jî li hemû dibistanan perwerde bi temamî bi Kurdî bidin. Berpirsyar got, "Ez di wê baweriyê de me ku emê di nava 3 salan de pergala perwerdeyê bi temamî bidin rûniştandin."


ARZÛ DEMÎR / ANF/EFRÎN

Yazarın diğer yazıları

    None Found