Şehîd Sefkan û Mizgîn

Di wan salan de carinan dengê Sefkan bi tenê û carinan jî dengê keça şoreşger û hunermend Mizgînê hatina hewayeke sar ya berê sibeha bihareke xweş di nava ciwanên Kurd de belav dikir. Bayê bihara xwe sedan mizgîniyên jiyaneke nû hatibûn nava civakeke raketî û nîvkuştî. Stranên wan tevî lêlê-lolo´yên Kurdî hem xwedî peyvên nebihîstî û hem jî peyamên nû bûn.

Kakşar OREMAR

Salên 1980´yî li Bakurê Kurdistanê dengê saz û newayên xweş dibine balekî xebata siyasî ya şoreşgerên Kurd. Dengên xweş dikarîbûn bigihin her dera welat, lê partî û rêxistinên siyasî carê xwedî wê hêzê nebûn ku kadroyên xwe bişînin gund, bajar û her dera ku dilxwazên doza wan hebûn. Heta hingê, hunera Kurdî a dengbêjiyê di du warên parastina ziman û bihêzmayîna çanda şervaniyê de li dijî dijminan xwedî roleke erênî bû. Ji wir û pê ve, êdî bi bipêşketina teknîkê re nefeseke nû hem li ber dagirkeran vebûbû û hem jî îmkanên mezin çêbûn ku şoreşgerên Kurdistanê jî ji bo nasandina armancên xwe sûdê jê wergirin. Bi rêya huner û siyasetê kesên xwedî hestên neteweyî û dengên xweş gehabûn hev. Êdî bi rêya awaz û helbestên wan stranbêjên welatperwer, rêxistinên siyasî jî dikarîn peyamên xwe bigihînin hemû çînên civakê. Bandora hunerê û bi taybetî jî hunera ku hestên neteweyî dilivandin bi vê mînakê re bo me derdikeve ber ronahiyê. Li vir ezê behsa yek ji wan kesan bikim ku bi destekî vala lê ruhekî tije hêz û hezkirin dest pê kir. Pêngavên ku hingî zû bûn heya bêne dîtin lê dema ez li wan rojan vedigerim û gotin, plan û armancên wî têne bîra min, li pey derbasbûna zêdetirî 30 salan, baştir dizanim ka ferqên di navbera wî û wan kesan de ku niha xwe hunermend dihesibînin, çi ne.

Ez di wê baweriyê de me, heger ku Sefkan şehîd nebûya, niha rewşa hunera Kurdî yê di asteke bilindtir de bûya. Ew di vê rêbazê de xwedî stratejî, proje û pilanên dûrbînane bû. Yên ku li pey wî hatin, heya dawiya salên 1997-98´an jî xebateke baş didane meşandin, lê êdî ji wir û pê ve berhemên wan sal ji salê zêdetir bê bandor man. Endamên Koma Berxwedan nekarîn bi berfirehkirina qada kar û xebata xwe rêbaza Sefkan û Mizgînan dewam bikin.

Şehîd Sefkan (Celal Ercan) hunermend, xwedî hinek prensîpên exlaqî û xortekî rewşenbîr bû. Hunermendek bû ku baş bi hemû aliyên siyaseta bişaftina dewletên dagîrker hisiyabû. Li ser nasnameya hunera Kurdî hem biqasî temenê xwe şehreza û hem jî analîzên wî li ser deng û awazên hunermendên klasîk pisporiya wî ji me re eşkere dikir. Rewşenbîr bi wê wateyê ku haydarî dîroka Kurdistanê bû û dema li ser tevkujiyên Dêrsim, Geliyê Zîlan û siyasetên çewt ên dewletên Îran, Tirkiye, Îraq û Sûriyê diaxivî guhdarên wî bêdeng diman û pêre diçûne nava çîroka rastîn a wan rûdana tirajîk. Gotinên wî pirranî nû û tije zaniyarên wê dema jiyanê bûn. Me cara yekê li gundekî nêzî bajarê Urmiyê li rojhilatê Kurdistanê hev dît.

Di wan salan de carinan dengê wî bi tenê û carinan jî dengê keça şoreşger û hunermend Mizgînê hatina hewayeke sar ya berê sibeha bihareke xweş di nava ciwanên Kurd de belav dikir. Bayê bihara xwe sedan mizgîniyên jiyaneke nû hatibûn nava civakeke raketî û nîvkuştî. Stranên wan tevî lêlê-lolo´yên Kurdî hem xwedî peyvên nebihîstî û hem jî peyamên nû bûn.

Du dengên salên 80´yî

Di wan salên tije zilm û zordariyê de ku li Kurdistanê bi giştî û bi taybetî jî li bakurê welatê me zilm û bêdadiya dagirkeran gihabû asta xwe ya herî dijwar, du deng bûne yek û banga şiyariyê wek mizgîniya herî xweş di nava gel belav kirin.

Awazên wan zû weke xwîneke rewan ketin nava demarên dilê civakê û bûn ban û bingeheke nû û bihêz di jiyana siyasî-civakî û huneriya Kurdan de. Wan di pêngava xwe ya yekê de hereketek nû û hêzeke manewî a mezin da gel. Bi taybetî jî di nava şoreşgerên Kurd de, ew du deng, hêza ruh û mejiyê nifşê nû bûn. Hingî ew bi dengekî bilind bûne bangek û wiha qêriyan:

De were lê, de were de were

Li welatê Kurdistanê şer e

De were lê, de were de were

Me ji xelasiya Kurdistanê bawer e

Heyaran nawa xuyaye pir bilind bû

Tekoşîna ji bo serxwebûnê

Heyran dijî koletiya hezar salî

Şahî û xweşî bidin her alî…

Ew ji hêlekê ve hunermend bûn û ji hêla din jî bi deng û awazên xwe manîfestoya ”şoreşeke nû” di nava hemû çînên civaka me da belav dikirin. Bihayê kar û xebata kesên wiha ger bi vê pîvanê re û li gorî mercên dema xwe bê nirxandin, hingî cewherê ked û rola wan yê baştir ji me re eşkere bibe. Çimkî wan salan her tişt di jiyana Kurdan de nû û sava bû. Li pey têkçûna serhildana Dêrsimê cara yekê bû ku ciwanên Kurd li dora hev kom bûbûn û bingehê rêxistineke bihêz damezirandibûn. Hereketa PKK´ê dixwest civak ji her alî ve bi pêş bikeve. Pêşketina ku asta rewşenbîriya civakê bigûherîne û Kurdan bi rastiyên wan yên dîrokî bihisîne. Şehîd Mizgîn hingî welatê xwe Kurdistan şibandibû gulekê:

Gulim rabûn bang diken, oy gulê

Bang keç û xurtan dikin, oy gulê

Rabe em dest bidine hev, oy gulê

Em herin welatê xwe oy gulê

Celal Ercan bi nasnavê xwe yê hunerî Hozan Sefkan sala 1960´î li gundê Laleş Şaxî  yê Çemîşgezeka ser bi Dêrsimê, hate dinê. Hingî siyaseta asîmîlasyona Komara Tirkiyê bi hemû hêza xwe li bakurê Kurdistanê dihate meşandin.

Şehîd Mizgîn sala 1962´yan li navçeya Bedlîsê Tetwanê hate dinê. Belkî wê pirrî caran ji zimanê dayîka xwe çîroka tevkujiya geliyê Zîlan an jî evîna Siyabend û Xecê bihîstibû, lê nedizanî ka ew jî bûye Xecêyeke din û yê li cihê Siyamend bibe evîndara doza Kurdistanê. Ji ber wê jî hema di nûciwaniya xwe de bi dilekî evîndar berê xwe da jiyanê û hestên wê yên hunerî hema ji temenê heft-heş saliyê û pê ve ji endamên malbatê re dane kifşê.

Du şoreşger ji Dêrsim û Bedlîsê

Du şoreşger yek ji Tetwanê û yê din ji Dêrsimê, lê Sefkan di şertên dijwar de xwendina xwe li bajarê Elezîzê bi dawî tîne. Sala 1977´an çend hevalên şoreşger nas dike ku wek Apoçî di nava gel de xwedî liv û lebateke zêdetir bûn. Ew dibe endamê wê komê. Sefkan hingî di nava hevalên xwe yên şoreşger de hem li sazê dixist û hem jî helbestên melodîk dinivîsin û bi dengê xwe yê germ û nerm distirî. Carinan jî di çardîwarên malan de ew li dora hev kom dibûn û Sefkan behsa hêrîna destarê şoreşeke nû dikir:

Bihêre destar, bihêre, bihêrse,…

Derdê me gelek giran e, girane

Dengê destarî girîne, nalîne

Ax û fîxan û haware, haware…

Distaro danî tu hûrke, tu hûrke

Xem û dengê me haware, haware…

Carekê hema bihêre, bihêre…

Qîmeta mîrasê hunerê li ba wî bêdawî bû. Çaxê di rûniştinên xwe de strana ”bihêre destar” digot, hingî li ser jiyan, huner û dengê Tehsîn Teha jî xwedî nêrîn û gotinên taybetî bû. Hingî mirov dizanî ku Sefkan xortekî bi îdîa ye û yê di qada hunerê de bibe navûnîşaneke nû. Wî yê rabûna PKK´ê wiha weke mizgînî bidana:

Va ye PKK rabû lê

Li deşt û çiya belav bû

Kulîkên welat sor bûn

Bilbil bi gula şabûn….

Ev strana wî ya herî xweş bû ku weke bayê bêhnxweş yê biharê li her derê belav bû û zû ket ser zarê xelkê. Heya hingî gelek kesan nedizanî ku rêxistineke wiha li Kurdistanê ava bûye. Bi rêya wê stranê hezaran kesî ew bizava siyasî nas kir û bûn endam an jî sempatîzanên wê. PKK çêbû û ev mizgîniya mezin û dîrokî bi dengê germ û zîz yê Sefkan li çar hêlên Kurdistanê belav bû.

Sefkan heta sala 1980´yî wek kadroyekî çalak li bajarên Amed, Elezîz û Dêrsimê hem xebatên hunerî dikirin û hem jî xebatên siyasî didan meşandin. Êdî di karê xwe de bûbû pispor û ger-lêkolînên wî jî li ser wêje û dewlemendiyên hunera Kurdî bêrawestan berdewam bûn.

Di hemen sal û deman de Mizgîn jî bûbû mizgîniya xeberên xweş ji keç û jinên Kurd re. Bêdengiya wê carinan wisa kûr bû ku kesî nedizanî li ser kîjan evînê di cihana xeyalên xwe de werbûye. Ji hêlekê ve evîna Kurdistanê û ji hêla din jî xema ewqas êşên bêderman hêsirên çavên wê dianîn xwarê. Şerên eşîret û paşdamayîna civakê gotinên Ehmedê Xanî bi bîra wê dianîn:

Ger dê hebûya me îttifaqek

Vêkra bikira me înqiyadek

Tekmîl dikir me dîn û dewlet

Temsîl dikir me ‘îlm û hîkmet

Û pêre jî miz-miza dengê wê dihat û weke bayekî hînik xwe li derdorê dipêça.

Sefkan û damezirandina Hunerkom

Piştî derbeya leşkerî ya 12´ê îlona sala 1980´yî Sefkan çû Elmanyayê. Li wir di atmosfêreke azadtir de û bi evîneke bêdawî hem karê siyasî û hem jî li ser karê xwe yê hunerî sekinî. Dem û derfet baş bi kar dianîn û dixwest ji bo zindîkirina folklor û hunera Kurdî xizmetekê bike. Xizmetek ku ji karê kesên beriya wî cuda be. Ji ber wê jî Sefkan li ser bingeha ku çand û wêjeya Kurdî bê bipêşxistin û rêyek li ber bayê reşê asîmîlasyona dewletên dagirker bê vekirin,  ­­

xwedî îde û ramanên nû bû. Pêşniyara wî ya herî esasî ew bû ku saziyeke kulturî û netewî çêbibe. Di dawiyê da encama van hewldanên wî û kesên weke Zozan, Amele, Mizgîn, Çiya, Xemgîn Bîrhat û Seyidxan bû sedema damezirandina Yekîtiya Hunermendên welatpêrêzên Kurdistan (Hunerkom). Hunermend û stranbêjên ku piştre di bin siya vê saziyê da ketin qada xebatên hunerî, xizmetên gelek mezin bi deng û muzîka xwe pêşkêşî gel kirin. Belkî baştir be ez bi kurtî nasnameya Hunerkomê wiha binirxînim:

Di 09´ê Tebaxa1983´yan de Şehîd Sefkan, Zozan, Turkan Îpek (Dilar), Amele, Hêlîn, Seyidxan, Xemgîn Bîrhat, Şehîd Çiya û çend kesên din li dora hev civîyan û avakirina HUNERKOM´ê di nava gel de belav kirin. Li rex şaxên din yên bizava siyasî, avakirina eniyeke hunerî ku di xizmeta dewlemendikirin û belavkirina ziman û stranên Kurdî de be, pêngaveke girîng bû. Heya wê demê Kurd di qada hunerê de hînî karê kolektîv nebibûn, lê Hunerkomê heya radeyekê karî vê dirûşimê di piratîkê de jî pêkbîne. Kar û kiryarên ku di eniya çand û kulturê de bêtir dilê dagirkeran dilerzand û hewldanên wan yên li ser tunekirina ziman û hunera Kurdî vala derdixistin. Ji ber ku ew bi vê bizava hunermendên Kurd re zû pêhesiyan ku şoreşa Kurdistanê li bere di hemû warên civakî de gûherandinên bingehîn pêkbîne. Hîmê ku wan danîn bû dîwarê xanî û banekî ku îro jî xwedî sîvanekî dorfirehe. Ew gûherandinên wiha wisa xwedî bandor bûn ku di zêhniyet û mejiyê mirovan de liv, hez, hêz û evîneke nû diafirandin.

Her karek di serdemekê de ku kirina wê nû be, dikare bandorên mezin jî li pey xwe bihêle. Di wê serdema reş û tarî de ku ewrekî reş û tije malwêranî barana bextreşiyê li ser hemû aliyên jiyana Kurdan dibarand, ev pêngava Hunerkomê mîna destpêka karekî dîrokî di dîroka pêşkevtina çand û hunera Kurdistanê de tê tomarkirin.

Herçend Hunerkomê û piştre jî Koma Berxwedan di warê hunerî de zêde guherandin di deryaya zengîn û kûr a hunera Kurdî de çênekiribin jî, lê di bilindkirin û hişyarkirina hiss û hestên netewî de ku ji aliyê komara Tirkiyê ve hatibûn kuştin û tunekirin, rolekî berçav lîstin. Ew bûne banga serhildanên salên piştre jî û awazên wan li her dera ku şoreşger hebûn, dihatin bihîstin:

Diçim ser çiya serê zozanan

Ji vî dilî bikim der va kul û derda

Dibêj keç û xurt em tevda rabin

Ji me bi hîvîne ewê li zîndana

Şêwekar û Hunermend

Perwerde, huner û karê şoreşgerî karên Sefkan yên sereke bûn. Wî bultenên Hunerkomê didan hev, rewşenbîr û hunermend bû û destê wî yê nivîsandinê jî bihêz bû.

Li Kurdistan û Ewrûpayê rûbergên gelek kasêt, rojname û kovarên Kurdî bi tilêyên wî dihatin xemiladin. Ji ber ku li ser zimanê Kurdî zêde şehreza nebû, pirranî bi zimanê Tirkî stranên xweş diafirandin. “Ha Gerîla” strana wî ya herî xweş bi zimanê Tirkî ye ku li ser zarê xelkê ye:

Ha gerilla, gerilla, gerilla / Cihanın umudu gerilla.

Ha gerilla, gerilla, gerilla / Halkımın umudu gerilla

Ew zû bû ronahiya çirayê ber piyê ciwanên Kurd. Li ser serhildana Dêrsimê û di pey re jî şêweyên talankirina folklor û hunera Kurdî Sefkan xwedî agahiyên baş bû. Li Dêrsim wî ji zimanê pîr û kalan çîroka rastîn a tevkujiya sala 1937-38´an bihîstibû.

Vegera Kurdistanê

Sal bi sal endamên Hunerkomê zêdetir bûn. Ev jî dibû sedem ku xebat û berpirsyariyên nû li ser rêya kesên weke Sefkan vebin. Sefkan piştre pêhesiya ku ji bo dewlemendkirina hunera Kurdî pêwîstiya wê saziyê bi serûkaniyên nû heye. Ew gencîneya huner û stranan jî tenê di nava dilê civakê da veşartiye. Bo vê armancê piştî demekê ew biryara vegera welat dide. Havîna sala 1984´an ji Ewrûpa çû Rojhilat û Başûrê Kurdistanê. Li Kurdistanê gund bi gund digere û bi dengbêjên Kurd re li ser komkirin û nivîsandina stranên Kurdî yên gelêrî dixebite. Di wan gerên nava gundiyên herêma Urmiyê ez çend caran pêre çûme cem dengbêjên herêmê. Rêz û hurmeta wî ji dengbêjên dîwankî re bêdawî bû. Li ser fêrbûna zimanê Kurdî saniye bi saniye dixebitî û sedem jî ew bû ku êdî di nava gel de bû. Ew derên ku lêdigeriya jî tenê zimanê Kurdî li pêş bû.

Sefkan demekê di nava gerîla da, piştre jî çû Beyrûtê û li pey wê careke din vegeriya Kurdistanê. Li her derê saza wî di dest de û dîwana wî ya xwedî sûdên çend alî jî germ bû. Hem distîrî û him jî ji xelkê re diaxivî. Tenê carekê bes bû ku deng û peyamên wî bêne guhdarkirin, hingî êdî ew dem û sat ji bîra kesî dernediketin.

Li gund û çiyayan tevî cî bi cî kirina erkên rêxistinî, ji xebatên xwe yên hunerî jî xafil nebû. Hînî nivîsandina notayên muzîkê dibe û kilamên ku dinivîse bi rêya postê ji hevalên Hunerkomê re dişîne Ewrûpayê. Wan karekî kolektîv dida meşandin ku heya roja îro jî bandora wê li ser etmosferê hunera Kurdî maye:

Çek bi destan çol û çiyan dimeşin

Dujminan yeko yeko dikujin

Tu xelasiya gelê min î şoreşger

Tu rizgariya gelê min gerîla

Karker, cotkar, kedkar li hev dicivin

Çek û das di destan de dilivin

Tu tova jiyana me yî şoreşger

Tu kulîlka li ser çiya yî gerîla ”

Beriya ku Sefkan vegere ser axa bav û kalan, li Ewrûpa kasêta bi navê “Kandîl DagiI” amade û belav kiribû. Ew kaset bi xwe re anîbû Rojhilatê Kurdistanê û zû di nava gel de belav bû. Ew bi wateya xwe hemûyî hunermendekî şoresgher, afirandkar û xwedî motîfên nû bû. Bûyerên ku li welatê wî diqewimîn zû dixistin kirasê stran û awazên melodîk. Ew zû bû ronahiya çiraya ber piyê wan ciwanên Kurd ku bi eşqa azadîxwaziyê dijiyan.

Dema Mehmed Karasungur û Îbrahîm Bilgîn li pey hewldanên ji bo aştiyê li Çiyayê Qendîlê hatin şehîdkirin, ew wiha bi wî çiyayê Kurdistanê re kete gilî û gazinan:

Kandil dagi topragi / Çatlak çatlak susuz yazda

Karasungur bir burgudur / Deşiyor kuru çatlagi

Gün yüzü gormemiş umut / Nice sevdalarla dolu…

Şehîdbûna Sefkan û Mizgîn

Sefkan nedixwest ji Kurdistanê dûr keve. Bi saza xwe re çû serê çiyayên Kurdistanê, bû gerîla û şervanê doza Kurdistanê. Hingî li serê çiyayên Kurdistanê ji şervanên doza azadiyê re semînarên baş amade û pêşkêş kirin. Mijar li ser huner û dîroka Kurdistanê bû ku bi baldarî ji hêla herkesî ve dihatin şopandin. Hereketa ku ew pê re bû roj bi roj bi pêş diket. Kadroyên hereketê bêtir ji axaftinê di piratîka xwe de bala xelkê dikişandin ser armancên xwe yên siyasî. Ji ber wê jî roj ji rojê zêdetir alîgirên wan zêdetir dibûn. Ev bû sedem ku rêxistin û komên oportunîst li dijî wan bikevin nava liv û lebatê. 16´ê Nîsana sala 1985´an Sefkan bi komployekê ku ji hêla“ Partiya Komunîsta Iraqê ” ve hatibû çêkirin, tevî heft hevalên xwe şehîd bû.

Heyf û mixabin wî bi sedan xwezî û hesret bi xwe re birin bin axa sar ku şev û rojan ji bo bicihanîna wan dixebitî. Hingî ew strana wî hate bîra min ku di hemû rûniştinên xwe de digot:

Ax de menal menal lê lê dayikê

Reşa xwe deyne lê lê xuyikê

Ax li ba me nîne em şînê bikin

Lê lê dayê hûnê bi tilîliyan û lîlan laşê me rakin

Ala karker bi ser me dakin

Li ser tirba me nîşanek dakin

de lo şoreşegero em te ji bîr nakin

lo Saliho em te ji bîr nakin

em sond dixun ku te dilşakin…

(Tekst û Muzîk: Şivan Perwer)

Şehîd Sefkan hem şoreşger û hem jî hunermend bû. Xortekî bi presîp û baweriya wî bi vê rastiyê hebû ku berî her kesî hunermend dikarin di civakê da guherandinên mezin çêkin.

Gora wî niha li serê çiyayê Kurdistanê ye. Rojekê ew mezar yê bibe cihê serdana rewşenbîr û hunermendên Kurd. Evîndar û dilxwazên awazên şoreşgerî ti caran şehîdên weke: Sefkan, Mizgîn, Çiya, Serhed, Delîla, Hogir û Cemal Moftî û yên din ji bîr nakin.

Wan bi ked û xwîna xwe hemû êş û elemên jiyanê pejirandin, lê qebûl nekirin ku “bihayê insaniyetê“ bê xwarê an jî kêm bibe.

Sefkan bi dilekî tije hesret ji xebat û xizmetê re serî bire nava dilê axa sar. Hevala doza wî Hozan Mizgîn jî piştre çû Kurdistanê, lê bêtir ji xebata hunerî wê bi pêwîst dizanî ku di qada siyasî de kar bike. Helbet saza wê tim pê re û li derên ku pêdivî bû wê stran jî digotin. Beriya ku here qada şer û xebata siyasî tevî hevalên Hunerkomê marşeke wiha gotibû:

Li warê me cenge, xwîn tê rijandin

Rabe şoreşê, bi nav û deng e

Şoreş xweş bûye şerê gela ye

Şerê serxwebûn gelêm tê da ye

Sond dixwun em tev çekê daneynin

Heyfa Egîdan emê hilînin

Rabe xwîşka min, rabe birayê min….

Sala 1992´yan Hozan Mizgîn jî şehîd bû û bi qêrînên emê biser bikevin, dawî bi jiyana xwe anî ku neveke destê dijminê doza azadiyê.

Di wan salên bêdengiyê, kerr û matiyê de dengek xweş belavî nava civakê bû ku bêtir ji xweşiyê qêrîn û hewarên banga hişyariyê tê de hebûn. Gelo wî dengî ji gundiyan çi dixwest?

Ho gundîno ho malîno, gundîno hawar

Dayîka mino bêxwedîno, gundîno hawar

Kesk û zere li guliya darê gundîno hawar

Stêrka sor li nîvê alê gundîno hawar

Dilim jêre evîndare gundîno hawar

Bilind bûye ew buhare gundîno hawar, malîno hawar

Sal derbas bûn, evîneke nîvcomayî jî hate rûpelên xwe yên dawiyê. Yek Sefkan ku bû bineliyê serê rêzeçiyayên Zagros û ya din jî Mizgîn bû ku pala xwe daye kêleka çiyayê Sîpanê û li ser axa Tetwanê serî da lê ti sirr neda.

Destpêka şoreşa hunera protestokirinê bi helbestên Cegerxwîn, dengê Mihemed Şêxo, Seîd Yûsif, Şivan û Gulistan Perwer, Cemal Moftî û çend dengxweşên din dest pê kir, piştre bi deng û xwîna şehîdên weke Sefkan, Mizgîn, Hogir, Çiya û çendîn kesên din meşa xwe dadomand, wiha hat û êdî belavî her dera axa Kurdistanê bû.

Yazarın diğer yazıları

    None Found