Şer li dijî bîra Kurdan!

EGÎD EREN
NAVENDA NÛÇEYAN

Şahidên komkujiya roja piştî Newroza 1992´yan ya li Nisêbînê: “Xwînê ava çemî sor kir. Çemê Nisêbînê, ew bi çarika wê ya spî û bi cilûbergên wê yên rengîn ber bi ebediyetê ve bi oxir kir. Ew kêlî qet ji bîra min naçin”

Piştî vê komkujiyê bi 21 salan, li Taxa Devrîmê, li Meydana Newrozê bîrdariyek bi navê destên gule li wan reşandî hat danîn. Qeyûmê ku şaredariya Nisêbînê dagir kir, qeymeqamê dewleta Tirk Ergun Baysal ev bîrdarî da rûxandin û li şûna wê birceke saetê da çêkirin.
Ew pira ku 22´yê Adara 1992´yan li serê komkujî pêk hat û 16 kesan canê xwe li ser ji dest da, weke pira şehîdan hat binavkirin. Ev pir jî di berxwendana xwerêveberiyê de bi topbarana hêzên dewletê hat hilweşandin.

Davut Yarici perdeya li ser bîrdariya ji bo 16 şehîdên Newroza 1992´yan hilanî. Ew kurê Necîm Yarici bû ku 6 Sibata 1992´yan bi destê kontrayan hat qetilkirin. Davbut Yarici ji bo hilweşandina bîrdariyê got, “Destên gule li wan reşandî ku nirxên me yên civakî û 16 kesên qetilkirî sembolîze dikin, em bi xwe ne. Em meşaleyên azadiyê bûn. Axaftina di dema vekirina bîrdariyê de minb kirî, weke propagandayê hat hesibandin p 4 mehan li girtîgeha Mêrdînê hatim ragirtin.

Rojekê bîrdarî wê dîsa li cihê xwe bên danîn. Min ti carî hêviya xwe ji dest neda.”

Yazarın diğer yazıları

    None Found