Şer li ser rêya M4’ê giran e

Di roja 30´î de Berxwedana Rûmetê ya cengawerên QSD’ê li dijî dagirkerî û qirkeriyê dewam kir. Di bîlançoya QSDê de hat ragihandin ku bi kêmanî 20 dagirker hatin kuştin. Di şer û bombardûmanê de 15 şervanên QSD’ê şehîd bûne.

Şer li sê bereyên sereke yê Til Temir, Ebû Rasên û Eyn Îsayê diqewime.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi hêza xwe ya teknîkî, di erdê û hewa re êrişên xwe yên dagirkeriyê didomînin. Li hemberî vê, di çarçoveya parastina rewa de cengawerên QSDê berxwedana rûmetê dimeşînin.

Balafirên şer û dron dikevin dewrê

Rojnamevan Nazim Deştan jî li herêmê ye û êrişa dewleta Tirk ji nêz ve dişopîne anî ziman ku Dewleta Tirk ji bo Rêya Bejayî ya M4 têxe kontrola xwe bi tang, top û çekên giran êriş dike. Rûsya û DYA li gel ku bi Tirkiyeyê re mutabakat îmze kirin jî dîsa li dijî êrişên Tirkiyeyê yên li ser herêmê bêdeng dimînin û temaşe dikin.

Deştan dibêje, Ji ber ku DYA seha hewa ji Tirkiye re vekirî hişt û hêza xwe vekişand, Tirkiye hem êrişa hewayî û hem êrîşa bejayî pêk anî. Dîsa piştî Tirkiyê berê xwe da Rûsya derket holê ku destûra Rûsya jî di vê êrîşê de heye.

Deştan bi taybetî balê dikişîne ser êrişên herêma Girê Spî û dibêje, Ji ber ku komên paramîlîter ên nikarin hêza QSD’ê derbas bikin, vê carê Balafirên şer ên Artêşa Tirk û balafirên keşfê li herêmê digerin û herêmê bombe dikin. Balafirên şer şevê din çoltara herêma Eyn îsa û Girê Spî bombe kirin.

QAMIŞLO

Yazarın diğer yazıları

    None Found