Şerê kursiyan dewam dike

YNK û PDK´ê li ser pêkanîna hikûmeta nû lihevkirine û ev yek jî hatiye îmzekirin. Lê nakokiya di navbera her dû aliyan de dewam dike. Doh careke din YNK tevlî civîna Desteya Serokatiya Parlamenê û Serokatiya Fraksiyonan nebû.

Pêr parlamenta herêma Kurdistanê bêyî YNK’ê civiyabû. Di civînê de 14 lijneyên parlamenê bê YNK, Nifşê Nû û Yekgirtûya Îslamî hatin erêkirin. Doh li parlamenê civîna Serokatiya Parlamenê û Serokên fraksiyonan pêk hat.

YNK ji ber nakokiya bi PDK’ê re tevlî civîna parlamenê nebû.

Parlamenterê YNK’ê Loqman Werdî, der barê mijarê de peyivî û got; “Em tevlî civîna parlamenê nabin. Heger em tevlî nebin, em ê çi li ser civînê bibêjin!?”

Çavdêrên siyasî der barê nakokiyên navbera YNK û PDK’ê de dibêjin, dibe ku ev nakokiyên taybet bibin sedema paşvexistina avakirina hikûmeta nû. Çavdêr diyar dikin ku nakokî zêdetirî xwe li ser wezaretan in û ev nakokî nahêlin hikûmeta nû bê avakirin.

HEWLER

Yazarın diğer yazıları

    None Found