Şerê Siloqiya  Zêmara Sebriyê Silê

Zêmar gotarên stranî ne yên ku piştî mirin an bûyereke trajîk tên gotin. Felekatên xwazayê, mirin, bêçareyiya beranberî nexweşiyeke giran, xemgînî, bêzarî bi gotinên ji kurahiya dilê zîz derdikevin, tên îfadekirin. Mîna dengbêjiyê, zêmarbêjî jî pêwistî bi efrîneriya wêjeyî û hunerî heye. Yanî zêmarbêj jî mîna dengbêj û stranbêjan in.

Di nava civaka Kurd de kesên bi vî aliyê xwe derketine pêş hene û di mirina hin kesên xwedî statuyên mîna serokeşîrî, dewlemendî û hwd. de ev zêmarbêj dihatin vexwendin. Pirraniya stranên dengbêjiyê ji xwe zêmar in û sedema ku stranbêj bi zimanê jinê van stranan dibêjîn jî ev e. Ji ber ku zêmar ji bilî îstîsnayan tenê ji devê jinê tê gotin. Dayika lehengî, xwîşk, jin an keça wî diavêjin ser wî.

Şerê Siloqiya ku li gundekî Nisêbînê pêk hat û heta roja me stanbêj dibêjin jî zêmara dayikekê ye. Sebriyê ciwan ê ku di Şerê Siloqiya de hate kuştin, heta roja me navê wî li ser zimanê stranbêjan e. 15 kesên din ên di şer de hatin kuştin hemû xizmên Sebrî bûn û hemû mîna hev sûcdar, mîna hev mafdar bûn. Çima 91 sal e zêmara Sebrî tê gotin? Bersiv; hêza gotinê, zêmarê ya dayika wî Henîfê ye. Êş û azara mezin hêza dengbêjiyê ya Henîfê derxistiye holê û mîna stran, kilam, an destanên Kurdî bi rêya zêmara li ser lawê xwe Sebrî, bûyera trajîk vegotiye.

Henîfê bi hostetiyeke bêhempa, mîna kilamên ku dengbêjek demeke dirêj li ser xebitîbe, hevok û rêzikên xwedî wêjeyeke bêhempa û feylezofiyeke kûr derdikevin holê.

Ji rêzikên zêmarê diyar dibe ku Henîfê di heman demê de jineke zana û haydarê rewşa dema xwe ye. Lewra zêmarên wê di nava xwe de daneyên xurt ên dema lê jiyaye û dema bûyera trajîk qewimiye, radixe ber çavan.

Beşên zêmarên Henîfê yên li ser Sebrî bi şîroveya dengbêjan beş bi beş em raxin ber çavan. Ez ê hewl bidim ji zêmarên Henîfê hin beşan ji yên bi rêya dengbêj û stranbêjan gihiştina roja me parve bikim:

Pesindayina Sebrî

Sebriyo lawo, desmala li ser destawo

Xwediyê şûrê qabizme, seata zêrînî bi ser bejn û bala xwe de berdayo

(Behremo)

Min bala xwe dayê Sebriyê minî delal,

li orta meydanê bi gawir sustemê girtiye

xwe li kozik, û meteresê neyaran dikişîne

(Mehemedê Tepe)

Sebriyê Silêman xort e

Xeta simbêla girtî serê lêvayo

(Hozan Diljar)

Bejna Sabriyê min zirav e vê sibehê ji ta rihanê

Şîn dike li welatê Sûrî li şehrê Qamişlo li binê vê dikanê

(Tayibo)

Asta şerê qewimî

Dengê tifingan li hev leviya

Kite kitê şivan, gavan û cohtkariya

ji binya çeta hidût ber bi Kertwênê ve direviyan

Hinan digot bûye şerê imûmî ye

Hinan digot dewleta Tirki û ya Fransa li hev xistiye

Min dî yekî dibêje Henîfê mala te ne ava

Ma ti nizane her dû bavikê mala Silê ji hev re ketine kozik û tabiyan

Dane sînga hev devê mîratê çapliyan

Ji êvara xwedê ve yekî ne şikest û yekî ne reviya

(Hozan Diljar)

Li ser rola Emînê Perîxanê

Min got ev çi dengê tifingan e

Emînê Ehmed maqûlê va Remiyan digo, Henîfe bila pora serê te bi kur be,

Ma tu nezanî dewleta Tirko û Ereban li hev dane

Tê dengê tifinga dewleta Elî Osman e.

(Selîmê Recebî)

Di bextê we û Xwedê me pirsa şerê xwe bi xwediyê ji min nekin,

Herin cem Emînê Ehmed maqûlê Remaniyê, lawê Perîxanê

(Mihyedin Tatli)

Dibên sebebê kuştina Sebriyê Silê

Emînê Ehmed lawê Perîxanê

(Tayibo)

Kes hal û medetê vî şerî nizanê

Ji bilî Emînê Ehmed Lawê Perîxanê.

(Behremo)

Hesreta welêt

Sebrî xortekî nû gihayê

Kul û kesera welatê Siloqiya di dilê Sebriyê min de maye

(Miheyedin Tatli)

Rûniştina li qesra Zerbaye û axatiya heft bavikê Siloqiya di dilê Sebriyê min de mayo.

(Selîmê Recebî)

Min digot efûya Mistafa Kemal e

Wê Sedîqê Hecî Îso, Evdilkerim torinê mala Sado

Wekî car û zamanan destê hev bigirin

berê xwe bidin welatê Siloqiya

(Tayibo)

Hostetiya gotinên Henîfê

Havîn e, ji xem û xeyala dilê min û te re xweş havîn e

Ezê kolekê ji Sebriyê Silê re çêkim li qelaçê Baqisyanê, ji çiloyê şîn e

Ezê bisk û keziyê xwe jêkim, jê re bikim baweşîn e

Mêşên havîna şewat in, da yeko yeko, dido dido xwe bernedin devê van birînan

(Hozan Diljar)

Diçûme Qamişloka Şewitî, ser dikanê pêşî

Xelkê ji xwe re bazar dikir malê dinyayê

Min ji Sebriyê Silê re bazar dikir qatiyê fîşekan, qotiyê ber û barûdê, hemawîkê dor bi rêşî

(Selîmê Recebî)

Vegotina trajediya piştî şer

Ez li aliyê malê fitiliyam, weled yadê, koma sêwiyan

Dinya û alemê berê xwe da welatê bav û kalan

Ez rebena xwedê mam li xeta Sûrî tevî koma jinebiyan

(Tayibo)

Heyfa min tê (bi) wê heyfê

Sebriyê minî delal bi cote birînan

bi ser bûka dest bi hine de vegeriya

(Mihemedê Tepe)

Wele sibe berê me kete welatê Siloqiyan

Gelê xwîşkan ezê çi bikim ji topa jinebiyan, tevî koma sêwiyan

(Behremo)

Şerê me veşikiya

Xelk bi ser xêr û xweşiyê xwe de vegeriyan

Ezê bi diyarî mala Silê diketim

Werne darî qeflê jinebiyan, koma sêwiyan,

kermana terman û kuştiyan…

(Hozan Diljar)

Yazarın diğer yazıları