Serpêhatiya doktoraya yekem li Lehistanê

Li Lehistanê, koma Kurdish Studies derxist holê ku yekem kesê ku li ser Kurdan li vî welatî tezeke doktorayê nivîsiye bi xwe Kurd û navê wî jî Abdullah Jalal Fatah (Abdulah Celal Fetah) e. Li ser navê komê Dr. Joanna Bocheńska li ser hesabê xwe yê facebookê, nûçe bi gotinên, “Em gelekî bextewer in ku em ragihînin ku yekem teza doktorayê ya li ser mijara Kurdê bi destê Kurdekî (bi navê) Abdullah Jalal Fatah hatiye nivîsîn û li Înstîtuya Civaknasiyê ya Zanîngeha Warşowê hatiye parastin sala 1978´an.”

Zimanê tezê Lehî bûye û bi rêveberî û çavdêriya prof. Józef Chałasiński hatiye nivîsandin. Sernivîsa vê tezê Problemy rozwoju i upowszechniania kultury kurdyjskiej w Iraku (Beridîn û belavbûna çanda Kurdî li Iraqê) bû. Abdulah Celal Fetah pêşî li   Zanîngeh Łódź dest bi xwendinê kiriye û paşê çûye Zanîngeha Waşowê.

Agahiyên li ser tezê û derfeta xwegihandina belgeyan jî bi rêya Karwan Fatah-Black û Ali Ghafour (Elî Xefûr) mumkin bûye. Bi vî rengî hat zanîn ku ne weke ku heta niha dihat hizirkirin, teza yekem a doktorayê li ser Kurdan li zanîngehên Lehistanê ne ya lêkolînerê Lehî, Leszek Dzięgiel e, lê ya Kurdekî ye. Bi her halî teza Leszek Dzięgiel yekem berhema zanistî ye ku li Lehistanê li ser Kurdan hatiye weşandin. Di encama dawî de Fetah li lîsteya lêkolîner û akademîsyenên Kurdist Studies li Lehistanê hat zêdekirin.

Abdullah Jalal Fatah

Abdullah Jalal Fatah li Silêmaniyê di Sibata 1936 de hatiye dinê.  Abdullah Jalal Fatah muhendise bû. Ew pêşî li ser Bendava Dokanê ya ser Çemê Zê li Başûrê Kurdistanê kar dike. Di salên 1960´î de ji ber rewşa siyasî ya li Iraqê wî berê xwe da Ewrûpayê: Pêşî berê xwe da Elmanyayê û paşê jî çû Lehistanê. Li Lehistsanê wî sosyolojî xwend û tevgera xwendekaran de jî çalak bû. Ew tevî civaknasên pêşeng ên Lehî, Józef Chałasiński û Antonina Kłoskowska xebitî ji bo teza xwe ya doktorayê.

Piştî bidestanîna doktoraya xwe wî li Zanîngeha Cezaîrê ders da, piştre çû Holanda, Belçîka û Swêdê. Piştre jî ew vegeriyabû Başûrê Kurdistanê û li Zanîngeha Selahedîn a li Hewlêrê dixebitî. Ji ber zexta bûna endamê partiya Baesê li ser zêde bû, wî ji nû ve biryara vegera Ewrûpayê da. Lê dema li Îranê li wargeha penaberan bû, siheta wî xira bû ji ber aciziyên wî yên kronîk û li Tehranê Nîsana 1985´an wefat kir.

NAVENDA NÛÇEYAN

Yazarın diğer yazıları

    None Found