Serpêhatiya Qamçorçî û dengbêj

Di serdema Osmaniyan de ji bo topkirina bacê memûrên dewletê ku ji wan re digotin Qamçorçî li gundan digeriyan. Bi taybetî jî li gora hejmara heywanan bac dihate standin. Dema diçûn gundan êvarê li mala muxtaran civat kom dibû. Ji bo hindik bacê bistîne, hejmara heywenan kêm bide xwuya kirin gelek qiymet bi wan didan.

Li gundekî beriya Mêrdînê qamçorçî yê bajarî-mihelmî wezîfedar dibe. Diçe mala mûxtar civat lê kom dibe.

Qamçorçî bi Kurmanciya Mihelmiyan dibêje mûxtar, “Ev odê te, qey qehwê tehl lê tune ye bavê min?” Muxtar yekser dibêje “çawa yaho, ka bi lez ji memûr beg re qehwê bînin”.   

Dema mûxtar dibîne memûr bi Kurdî dizane ji bo wî kêfxweştir bike dengê xwe li xortekî dike dibêje “herin bangî dengbêjê me bikin bila were civatê, çend klaman bêje da memûr efendî welsa xwe bîne.”

Memûrê mihelmî gelêkî kêfxweş dibe û dibêje, “Weyla tu çavê min î, wele em gelekî meraqlî ne; wê bistrîne? Çima ti zû de nabêjî bavê min?”

Di demeke kurt de dengbêj-stranbêj tê odê, muxtar yekser li dengbêj dizîvire û dibêje, “memûr efendî Mêrdînî ye, Kurmancî jî dizane ka çend lawikên cemidî bêj, memûr efendî gelekî meraqlî ye.”

Dengbêj dibêje ser çavan û destê xwe diavêje guhê xwe û dest pê dike:

“Lê Nûrê, lê Nûrê, lê Nûrê..

Hay haaay lê Nûrê

De raba sebra ber vî dilî,

bi qundira reşê, lê bizmar hûrê”

Memûrê Mêrdînî bi kêfxweşî dibêje: “Maşallah, maşallah, ev çawa wilo dibêje yaho, ‘lê Nûrê lê Nûrê’ hey ez qurbana wî dengê te. E welleh! Bi şerefê min go ti bihata cem me Mardîn, em carê wilo rûnin, li wir çayxane heye, em vedixwûn, em qedehekê li ser vê Nûrê vexwun, em bidin tê tera te pere. Yawo çi dikî li vî gundê xerabe? Were Mardîn, were cem kêfçiyan.

Bavê min heye li cem min saatek berîkan ê zilaman, ê memûran e. Her sal em distînin saetekî, em yekê jî bidin ji te re.”

Kêfa yê dengbêj tê û dest bi straneke nû dike:

“Hele Can, hele Can, hele Can, hele Canê..

Bêbavê ti nebû xezalek li deşta Wanê

minê tajî, tolê xwe berdanê

Ji banga sibê heya melê nîvro

Bêxwediyan berikîn û ne gihanê”

Memûrê ê ku matmayî lê guhdar dikê dibêje, “Ev Canê… Ev te hez jê kiribû tû dibêje Canê bavê min? Welleh dengê te gelekî xweş e. Bi xwedê ku tu li cem me ba.. Maşalleh.. Maşalleh.. Yaw çawa zanê bêje ev Canê.

Heye li cem min bedlekî şixûlê memûran, ji xwe em her meh distînin. Ew jî li xurcikê me ye, sibê berî em li bergîlê xwe siwar bin bimeşin, bêje ez wî jî em bidin ji te re.”

Dengbêj kêfxweş dibe û di dilê xwe de dibêje, xwedê da min, bi sala ye ez stranan, kilaman dibêjim, gewriya xwe di çirînim kesî tiştek nede min. Vê carê bi coştir dest bi stanê kir:

“Yar yar yar yar, Yaaar.. Yar  Meyro Meyremê,

Bêbavê dînê min got yarî sed caran bi min yarî

Ti nebûyî keça Elo Begarî;

dîtina te pêncsedî, dilo cano ramûsana te bi hezarî

Çend caran min got tê pala xwe nedê wî hêtî wî dîwarî

Berê xwe nedê wî kalê heftê salî

Berê we bide xortekî weke Memûr Efendî çardeh salî

Wê li te biherimînê xewa sibê, bedilênê êvarî

Te biqulibînê vi alî wî ali, te bike nala gîska gurî li taliya keriyan guran xwarî…

De yar yar yar yaaar, beşara ber vî dilê min Meyro.”

Memûr lê vegeriya got: “Hey ez çavê te bixwûm, tu ser min dibêje? Heye li cem min potîkekî, ew jî li xurcikê me ye. Potînê memûra. Sibê em ew jî bidin te.”

Bi şewazî şev derbas kirin û derengiya şevê şevbêrkê belav dibe.

Dengbêj bi kêf diçe malê, jina wî li bendêye û dibêje: “Rebonê tu li kû yî, qey teyê malek li wîr çêkira tu nehatî?”

Bi kêf dibêje: “Bise ji roja ez bûme dengbêj mîna îşev min feyde nekiriye. Memûrek ji Mêrdînê hatibû, kêfçî bû. Her min distrand kêfa wî dihat. Saetek, bedlek û potînek da min. Got sibê beriya ez biçim were wan bigire.”

Jinikê got, “xwezî her roj mêvanê wisa bihata.” Ji kêfa xew nekeve çavê dengbêj, nizane wê çawa lê bibe sibeh.

Bi berbangê diçe mala mûxtar, ber serê qamçorçî. Bi dengekî çend caran dengê xwe dike heta wî hişyar dike. Dibêje; “te gotibû sibê ezê zû biçim. Beriya dinya li te germ bibe min xwest te şiyar bikim û te soz dabû tê tiştin bidana min.”

Memûr dibêje; “Baş e, bihêle ez peşek av li rûyê bikim”.

Piştî rûyê xwe dişo, bergîlê xwe bar dike û dikeve rê. Dengbêj li kêleka wî dimeşe û bi dengekî şermok dibêje; “Memûr efendî, te şevê din soza saet, bedil û potînekê dabû min. Ka te neda?”

Memûr bi hêrs lê vedigere û dibêje; “Te çi daye min, em çi bidin te bavê min? Şevê din te ji me re xweş kir, min jî ji te re xweş kir û xelas bavê min.”

(Ji sohbeteke Şefîqê Tembûrvan hatiye girtin)

Yazarın diğer yazıları