Serpêhatiyek li gel PEN a Kurd

Mamoste Qiyaseddîn Stêrk diaxive: ’Heval can, merc e, her kesê tevli kongreyê bibe, 170 € razîne ser hesabê. Heqê riya we jî li ser we ye.’  û lê zêde dike: ’Divêt endametiya xwe jî ji bîr nekin, weke hûn jî dizanin salane 60 € ye. Gotûbêj wiha didome: ’Mamoste ev nivîskarên Kurd dema xwe didin, hinde ked didin dinivîsin, pereyê çap û belavkirinê jî ji berîka xwe didin û di kombûneke wiha de jî hemû mesref li ser wan e, ev çawa çêdibe?

Mamoste Stêrk kurt û Kurmancî dibêje: ’Bira can, ew ji bo welatê xwe dinivîsin.’

Me wiha dest bi amadekariya tevlibûna 10´emîn kongreya PENA Kurd ya li bajarê Oldenburga Elmanyayê kir. Di ber de jî em li ser rewş û dîroka vê saziyê sekinîn. Gava em berê xwe didin mêjû û destpêka vê saziyê, em dibînin ku di 5´ê Cotmeha sala 1921´ê de li Londonê ji aliyê nivîskara Îngilîz Cagherîne Amy Dawson Scott, John Galsworthy û hevalên wan ve hatiye damezirandin.

PEN, Yekîtiya Nivîskarên Navneteweyî navê xwe ji tîpên Îngilîzî poets (Helbestvan, hozan), essayîsts (Cerbîner) û ji novelîsts (Romannivîs) ê wergirtiye. Ji avabûna saziyê ve li dewsa giştiya navê wê, ev kurteya PEN ê tê bikaranîn. PEN bi îngilîzî wateya qelem/pênûsê jî dihundirîne.

Ev klûba ku destpêkê weke civata çend hevalan dest pê kiriye, piştî şerê yekem ê cîhanê vedigere saziyeke birêkûpêk. Navenda wê hîn jî li Londonê ye û ev sazî hewl dide xwe li derveyî tevahiya nêrînên siyasî bigire, bi taybetî jî lê dixebite ku azadiya raman, vegotin û ya çapemeniyê pêk were. Her wisa jî li tevahiya dinê nivîskar di nav evlehiyê de bijîn.

Vê gavê 174 netewe endam in. Di heman demê de PEN şêwirmendiya saziya UNESCO’yê jî dike.

Saziya PEN´ê ya her welatî li gorî reseniya mercên xwe di nav rêxistin û xebatê de ye. Kongreya giştî her sal li welatekî cihê tê pêkanîn. Nêrîna maqûl ew e ku welatê hatî hilbijartin di qada navneteweyî de, di warê çandê de gavên sûdewer avêtibe û destûrê bide taybetmendiyên li gel mafê mirovan.

Di wan kongreyên navneteweyî yên PEN´ê de beriya her tiştî helwêsta hikûmetan yên li hemberî nivîskaran, sansûr û rewşa nivîskarên di girtîgehan de tê gotûbêjkirin. Bi bang û belavokan ve hewla afiradina raya giştî ya li hemberê hikûmetên stemkar tê dayîn. Lewre di sala 1960´î de Wrîters în Prîson commîttee (Komîetaya Nivîskarên Girtî) hat damezirandin, lê ji ber ku vê jî têrê nedikir di sala 1990´î de Wrîters în Exîle Network (Koma Nivîkarên li Sirgûniyê) hat avakirin. Ev kom alîkariya nivîskarên neçar mayîne ji welatên xwe derkevin dike. Ji bo li welatekî  ewle, di nav mercên li gorî mafên mirovan de jiyana xwe bidomînin, dixebite.

Mercên endametiyê jî ev e; bêyî ciyawaziya reng, milet, nijad welat û olî her kesê xwediyê du berhemên çapkirî dikare bibe endamê saziyê.

Piştî van kurte agahiyên ji Tora NETê hatîn wergirtin, em li deriyê kombûna bilind a PEN a Kurd didin. Kongre di bin çavdêriya PEN a Navneteweyî de sê rojan dewam kir, li gel gotûbêjên li ser pêşnûmeyê û guhertinan gelek panel û semînarên çandî û dîrokî jî hatin lidarxistin.

Mêjûya damezirandina PEN a Kurd ango hewldan û xebatên wê heta salên 1980´yî diçin. Lê dîroka fermî ya damezirandinê weke 1988 hatiye destnîşankirin. Vê gavê ji her aliyên Kurdistanê li dora 310 endamên wê hene, ji wan bi qasî 100 kesan beşdar bibûn. Her wisa hejmara jinan jî darîçav bû. Hind nivîskar jî bi pirtûkên xwe yên çapkirî ku di nav de yên Tirkî jî hebûn, hatibûn.

Kesayetên weke Dr. Zerdeşt Haco, Bêrîvan Dostkî ku bi salan di nav xebatê de ne dîsa li ser kar in. Serokê PEN a Kurd Osman Ozçelîk ji ber astengiya dewleta Tirk nekariye tevli bibe. Her wisa gelek endamên dîtir jî bi heman sedemê nekarîne werin.

Di encama kongreya 10´emîn de Aslîhan Yildirim û Samî Tan ji bo hevserokatiyê hatin hilbijartin. Bêrîvan Dostkî û Şêrzad Hesen jî weke hevserokên rûmetê.

Kongre çawa ku di bin dirûşma: ’Berxwedan jiyan e’ de desp pê kir wisa jî peyamên liberxwedanê ya neteweya Kurd bi encam bû.

Lewre divê em guh bidin gotinên Dr. Zerdeşt Haco: ’Di nav PEN´ê de gelên xwedî dewlet û yên din wekhev in. Weke hemû neteweyên cîhanê em jî neteweyeke serbixwe ne. Kesên beşdar dikarin bandorê li civaka xwe û li cîhanê bikin. Zordestiya li ser ziman, çand, wêje û her wisa avakirina aştiya cîhanê jî di nav çarçoveya xebatên wê de ye. Sînorên li ser welatî, yên zordestiyê ne. Nivîskar û rewşenbîr helbet li dijî wê ne.’

Nivîskarên ji gelek aliyan hatîn hevdu nas dikin, dostaniyên nû tên girêdan. Li gel kêmasiyan jî piraniya beşdaran kongreyê serkeftî dibînin.

Mamoste Qiyaseddîn Stêrk ku kêliyek jî ranaweste, di nav hewldana komkirina pareyan de ye. Lewre yên nû ji welatî hatîn û kesên bi rastî jî rewşa wan a aborî dest nade hene.

Em li çavên hev dinêrin. Bi bişîrîneke xweşkûk ve dibêje: ’Yekbûn can, ew ji bo welatê xwe dinivîsin!’

Û didomîne: ’Lê divêt em projeyan amade bikin, pêşkêşî navendê bikin. Wê demê em ê bikarin alîkariya darayî jî bigirin.’

Weke encam: Kombûna bilind a PEN a Kurd li Kurdistanê pîroz be.

Yazarın diğer yazıları