Sersal û çend gotin li ser sedsalê

Piştî hin endamên diyaneta Tirk pîrozkirina sersalê wek gunehkariyekê îlan kir, di medya civakî de jî bi aliyê hin Kurdan ve ev roja sersalê û pîrozkirina wê wek pîrozkirina baweriyeke Xiristiyanî û dij Îslamî hat destnîşankirin. Ev dîtin çiqas rast e? Agahiyên derbarê vê de çendi tên zanîn? Ez dixwazim hinek vê mijarê ravekim.

Salnameyên heyî

Salnameya Gregoryanî ya bi navê Papayê “Gregor XIII” hatî binavkirin û ji sala 1582´yan û vir ve îro li tevahiya cihanê tê bikaranîn. Ew diyanet, mela û kesên vê rojê qaşo heram dikin jî, li gorî vê salnameyê dixebitin, maaşên xwe distînin, îbadeta xwe dikin û derdikevin betlaneyê. Lê dîsa jî ji bo xapandinê êriş dikin.

Berê wê li cihanê çend salnameyên cuda hebûn. Ya yekem salnameya Julianî ye ya ku li Misrê li ser bingehê zanyariya Fra`unan hatibû amadekirin û di sala 45´an piştî Mîladê de bi aliyê Julius Ceasar ve di nava xaka Împeretoriya Romayê de hat bikaranîn. Ev salname hê jî li welatê me di bin navê salnameya “Rûmî” yan jî salnameya kevn de tê bikaranîn. Ev salname 13 rojan piştî salnameya Gregoryanî tê. Bi gotineke kurt, di navbera wan de tene sêzdeh roj cudahî heye.

Bê vê, salnameya Hîcrî heye, ew jî li gor mehên heyvê ne, ji ber ji sala heyvê yazdeh roj kêm in, tim dizivire, 36 salan carê tê eynî rojê. Ji bo karên rojane û demjiyana me ya îro bikaranîna wê gelek dijwar e. Di warê aborî, siyasî û perwerdê de dibe sedemê pirsgirêkên mezin, lewma bê mijara baweriyê wek rojî girtinê û çûna hecê, di nava gelên Îslam de jî rûneniştiye.

Împaratoriya Roma berê sersal di yekê Adarê de, pîroz dikir. Wan di sala 153´yan piştî Mîladê de biryarek da û serê salê ji yekê Adarê anî yekê meha Çile. Ji wê rojê û vir ve jî ev roj wekî serê salê tê pîrozkirin. Têkiliya wê ne bi baweriya Xiristiyanan, rasterast bi biryareke rêvebiriya Împeretoriya Romayê re heye. Li ser vê hin angaşt hene, ji vana yek jî rojbûna xwedawendê Romayiyan “Janusê”  bi du rûçikan e. Dibêjin; ev roj ji bo xatirê wî anîne vê rojê, lew re ew vê rojê hatiye dinê. Lê ev tenê angaştek e.

Mijara Noelê û sersal

a) Her çendî roja 24-25 Kanûnê wek rojbûna Îsa tê pîrozkirin jî, kes rojbûna Îsa nizane. Mînak:

Di Incila Lukas ferzên 2,4,8 an de wiha dinivîse: “Şivanên pez yên li der li ber pezên xwe radizan jî li nêzîkan bûn.” Pirr baş tê zanîn ku di meha Kanûnê de pezên li Rojhilata Navîn di goman de ne, şivan ne li ber in. Ango Îsa ne di meha Kanûnê de, yan destpêka payîzê, yan jî biharê hatiye dinê.

b) Tê îdîakirin ku sê giyanwerên Zerdeştiyên ji welatê Parthan ji yêzan nîşaneya bûyîna Îsa digirin û bi hêştirên xwe stêrka sibê dişopînin û tên Bethlehemê, dibin dîtnêrên bûyîna Îsa. Bi zanistî tê zanîn ku çembera Gelawêj (Venûs) ya li dor rojê dizivirê hima bigirê nîvê çembera cihanê ye, ji wê mirov dikane salê tenê du caran Gelawêjê wek stêrka sibehê bibîne, di meha Adar û di Tebaxê de. Ango eger ev çîrok rast be, ti têkiliya rûjbûna Îsa û meha Kanûnê bi hev re tine.

c) Li gora Michael Hesemann, Îsa di 9 meha Adara sala 5´an a beriya mîladê hatiye dinê. Bi gotineke kurt û Kurmancî ti têkiliya sersalê û bûyîna Îsa bi hev nasekine. Ev roj, ne rojeke Xiristiyanî ye, lê bi aliyê hemû Xiristiyanan ve tê pîrozkirin.

Baweriyên Mezopotamya

û sersal

Di çanda Kurdan û gelên Mezopotamya de berê 21 Adarê wek sersal dihat pîrozkirin, heman pîrozbahî ji bo dagera rojê ya meha Kanûnê jî hebû. Li ser xaka me şeva Yelda, ango pîrozkirina vegera rojê, rojbûna xwedayê rojê Mîthra (Şêşims) pirr ji sersala niha kevntir e. Bi wê ve girêdayî cejna Êzî, li Dêrsimê Gaxend, li deverê din “Kalo pîrê, Qirdik, Buka Baranê jî rasterast têkiliya xwe bi vê dagera rojê re hene. Her wisa baweriya Batîzmî jî pir kevn e, ew jî têkiliya xwe bi roj û ronahiyê re heye. Li gel wan Babîlonan bawer dikir ku Yêzdan Mardûk di nîvê meha Kanûnê / Berfembarê de ev cihan afirandiye, lewma jî, wê demê ev roj wek pîrozbahiyeke taybet dihat pîrozkirin. Ev pîroziyên ji beriya du hezar salan ve hene, nîşan didin ku pîrozkirineke wiha ji bo gelê Mezopotamya û Kurdistanê ne xerîb e. Sersal ne rasterast ji vê baweriya li ser xaka me hatibe girtin jî, hetanî radeyekê têkiliya xwe pê re heye.

Hemû lêkolînerên Xiristiyan êdî bi aşîkarî dipejirînin ku ev pîrozkirina 24-25 ê Kanûnê ji vê baweriya Mardûk û Romayê hatiye girtin, Rojbûna Îsa bi wê ve hatiye girêdan û bi hev re tên pîrozkirin. Ango hinek ji me girtine “ji pîrozkirina vegera rojê şeva Yelda” û hinek ji Împeratoriya Roma û bi hev re tên pîrozkirin. Ez di wê baweriyê de me, Diyaneta dagirkerên Tirk herî zêde li dij vî aliyê rastiyê derdikevin.

Yazarın diğer yazıları