Siberoja Kurdî

Ji bo zimanek karibe bijî berî hertiştî divê hejmarek kes pê biaxivin û ew kes nifşên bi dû xwe de fêrî axaftin û nivîsandina bi wî zimanî bikin. Ev jî bi du awayan dibe. Yek jê perwerde ango fermiyet e. Rêya duyem jî fêrbûn e, ango bi awayên gelêrî û navmalî fêrbûna ziman e.  Dema ev her du şert pêk hatin, ziman dikare bijî û jiyana xwe wek zimanê netewe yan jî ya komeletî dewam bike.

Zimanê me ku ji hêza xwe ya bipêşketineke hundirîn mehrûm hatiye hiştin, her diçe jî hejmara kesên pê diaxivin kêm dibe. Bi kêmanî, ev yek ji bo zaravayên Kurmancî û Kirmanckî rastiyek e ku em nikarin nebînin. Zarok û ciwanên Kurd ên li bajarên mezin ên dagirkeran û Kurdistanê dijîn, bi giştî bi Kurdî naaxivin. Heta hejmarek gelek zêde ya ciwanên ku îro dibin dayik û bav, bi zimanê xwe nizanin. Zarok ji dayik û bavekî Kurd çêdibe, ango di maleke Kurdî de çêdibe lê bi zimanekî biyanî bi zaroktiya xwe dijî û pê perwerdê dibe. Êdî fêrbûna zimanê nasnameyî girêdayî helwêsta siyasî ya malbat û wê derdorê ye ku ew tê de mezin dibin.

Li vir ez dixwazim bi taybetî balê bikişînim ser meseleyeke pirr aktuel. Gelek zimanên xwedî statu îro ji siberoja xwe bitirs in. Dixwazim bibêjim, zimanên ku bi awayekî fermî bûne zimanê birêvebirî û perwerdê jî, li hemberî gefên zimanên mezin, her çiqasî ne di radeya zimanên bêstatû de bin jî, tirsa têkçûnê, xwe li dilê wan jî rapêçaye. Di vê wateyê de ti garantiya ti zimanî tine ye.

Ji ber ku îro serdest e û ji bo gelek zimanên bistatû xeter e, mînaka zimanê Ingilîzî ji me jî balkêş e. Em dizanin ku li gelek welatan zimanê Ingilîzî di dibistanan de wek zimanê duyem tê bikaranîn, di televizyonan de film bê dublaj têne weşandin, zimanê leyistikên teknolojîk ê zarok û mezinan, hema bêje hemû Ingilîzî ye. Îca li zimanê xwe destûrdayina zimanê Inglîzî bi vê rehetiyê, rê li pêşiya mitalayan vedike. Bi taybetî jî Ingilîzî li ser zimanên netewe-dewletên biçûk xeterek e. Ji niha ve, di serî de li welatên Skandînavyayê, gelek lêkolîn li ser vê mijarê têne kirin û wisa xuya ye ku tirseke cidî ji Ingilîzî heye.

Lê di dawiya birêzkirina gelek xalên bitirs de lêkolîner dilê xwe bi vê xweş dikin ku zimanê wan ê perwerdê ye, xwedî berhemdariyeke dîrokî û arşîvî ye, rêzimaneke rûniştî û seheyeke ziman a civakî heye. Wek mînak, zimanê Swêdîyan ji aliyê deh- yazdeh milyon kesî ve tê axaftin lê dema ew ji nava sînorê welatê xwe derdikevin, girîngiya zimanê wan namîne, lewma jî pêwistiya hemwelatiyan bi zimanekî din heye ku karibin têkiliyê bi kesên li derveyî sînor re daynin. Îca ev tewazûn wê çawa pêk were. Heta kîjan astê divê zimanê Ingilîzî wek zimanê perwerdê were fêrkirin? Heger dayik û bavên ku gelek baş bi Ingilîzî dizanin, dest pê kirin bi Ingilîzî bi zarokên xwe re peyivîn, siberoja zimanê Swêdî wê çawa be?

Em li vir serê zimanên Swêdî û Ingilîzî di zikê hev de bihêlin û li serêşa xwe vegerin. Zimanê me bi asîmilasiyon û otoasîmilasiyonê re rûbirû ye. Îro bi milyonan Kurd piştî çend gotinên bi Kurdî, bêyî ku bi xwe bihesin derbasî zimanên serdestan dibin. Ew bi awayekî suriştî û bi asanî li şûna zimanê xwe zimanên din bi kar tînin.

Mixabin e ku zimanê Kurdî ne xwedî dîrokeke berdewam û giştî ya perwerde û nivîskariyê jî ye. Bi hemû zaravayên Kurdî berhemên cur bi cur ên zanistî û wêjeyî nehatine nivîsandin. Ziman tenê di çarçova axaftin û berhemên axaftinê de heta roja me hatiye. Wekî din jî, bikaranîna hejmarek tîpnivîs, dabeşbûna welat û nebûna jiyaneke hevbeş a aborî, çandî, siyasî û hunerî ya bi zimanê dayikê, tirsa me ya ji siberojê gurr dike.

Tevî van kêmasiyan hemûyan jî zimanê Kurdî xwedî potansiyeleke gelek mezin a bipêşketinê ye. Ew xwedî xezneyeke dewlemend a wêjeya devkî, rêzimaneke heta radeyekê tekûz, çapemenî û çapxaneyan e. Lê dîsa jî divê ti carî neyê jibîrkirin ku zimanê me beşek ji têkoşîna me ya azadî û bidestxistina statuyê ye. Heger em wek milet di têkoşîna azadiyê de bi ser bikevin, zimanê me jî wê bibe xwedî siberoj.

Li vir em tenê vê mînakê bînin bîra xwe bes e; ji avabûna Komara Tirk û heta salên notî jî, zimanê Kurdî (Bakur-Kurmancî) li meydana nivîskî tine bû. Lê piştî salên notî ziman bi xurtbûn û gelêrîbûna têkoşîna azadiyê ya Bakur derbasî meydana fermî, wêje, medya, medya civakî û huner bû. Lewma jî têkoşîna siyasî ya bidestxistina statuyê û berxwedana ziman a jiyanê yek û heman tişt in.

Yazarın diğer yazıları