Sihêlê û Sêmalka; du deriyên bêbextiyê

Komkujiya Şengalê hêj bi dawî nebûye. Hê jî hevkarên DAIŞ’ê, Şengal di nava pencên xwe yên qirêj de guvaştine û dikin bifetisînin. Beriya bi çend rojan, şandeyeke jinan ji Silêmaniyê xwest di salroja komkujiya Şengalê de serdana xelkê Êzîdî yên li Çiyayê Şengalê bike. Lê belê li ser pira Sihêlê hat astengkirin. Ez jî bi şandeya jinan re çûm. Min ti caran ew hesta hebûna sînoran û bandora wê li ser Kurdistanê bi qasî wê dema ku em gihiştin Sihêlê his nekiribû. Belê gelek sînor li dora Kurdistanê hatine xêzkirin, lê ev sînorê Sihêlê naşibe ti sînoran. Bêhna mirinek din e, fermaneke din û bêbextiyek din ji Sihêlê dihat. Sihêlê Sêmalkayeke din e ku tiştên mirov li wir bi çavê xwe bibîne, rûreşiya PDK´ê sedqatî dike. 

Bi hezaran maşîn û kamyonên mezin ên tîcaretê di ser pira Sihêlê re derbas dibin. Rêya ku mirov dikeve Dihokê ye, diçe Tilefer û paşê Şengalê. Ez ê ji we re behsa malbatekê bikim ku ji Şengalê hatibû û dixwest derbasî Herêma Kurdistanê bibe. Dayikek pîr û li gel du kurên wê, bûka wê û du zarokên biçûk li gel bûn. Maşînek reş a kevin ta ji dema Sedam bi wan re bû. Ez nizanim ji ku anîbûn, lê bi wan re yek du tûrikên tije cixare hebûn, wê ji xwe re bibirana û bifirotana. Nava rojê bû, dereceya germayê nêzî 49´an bû. Em jî jixwe di otubûsa xwe de li bendê bûn. Min bixwe derdê xwe yê derbasî Şengalê bibim bi dîtina wan dîmenan ji bîr kir. Asayîşa PDK´ê dayik û hemû zarok derxistibûn derve. Li ber wê germahiyê te digot qey wê ji têhna ruhê wan bikişe. Hemû cixareyên di maşîneyê de avêtibûn wê erdê, ew qaşo lêgerînê dikin. Jixwe, ti hal di wê maşîna kevin û kulot de nebû. Îcar asayîşê jî bi pehînan wêrantir dikir. Deriyê maşîneyê ji hev vedikirin û bi zanebûn xira dikirin û didirandin. Û wek ku ev ne bes be jî, her carê dizivirîn û gotinek heqaretwarî li wan ciwanan dikirin. Weke ku ev ne bes be jî, her carê di bin çavan de bi awayekî bê exlaq temaşeyî bûka wê dayikê dikirin. Ev tenê malbatek bû, ew kêlî bû ku em bûne şahid. Îcar hûn ji xwe re şîroveya rewşê bikin. 

Ji aliyekê ve dor li Şengalê girtine, ji aliyê din ve nahêlin xelk derbas bibin û bi ticaretên biçûk debara xwe bikin. Li ser hemiyan jî têra xwe heqaretê li wan dikin û deh carî li nav ser û rûyê wan didin. Ê baş e, em Kurd hê jî bibêjin bila nakokiyên siyasî nebin sedem ku Şengal nebe xwedî statu. Kesên wisa dibêjin, ew ji van kiryarên PDK´ê re li çepikan didin. Ew jî dixwazin deriyekî din ê sînor li ser xaka Kurdistanê hebe. Pêşniyaza min, bila hemû Kurd tenê carekê biçin ser wê pira Sihêlê û bila bi çavê xwe rastiya PDK´ê bibînin, yên ku hêj nedîtine, divê bi taybet biçin. Çawa dibe ku tu bajarekî ku ewqasî komkujî bi serê wî de hatine û wêran bûye, ewqasî di nava dorpêçeke wisa de bifetisînî. Demekê ji ya din zûtir, divê li seranserî Kurdistanê û bi taybetî li Başûrê Kurdistanê kampanyayên mezin ji bo rakirina dorpêçkirina Şengalê werin lidarxistin. Divê em hesabê wê yekê ji PDK bipirsin ka çima Şengal tê dorpçêkirin û li gor berjewendiyên kê ev diqewime. Madem ewqas bi sînorê Tirkiye û Îranê re deriyên tîcaretê hene, rojane bi hezaran dolar tên û diçin, çima ev derî li ser Rojava girtiye. Ger rejîma Sûriyê li wir ba, ez bawer dikim ku niha deriyê Sêmalka vekirîbû. Yan jî ger DAIŞ´ê Rojava dagir kiribûya, niha Sêmalka vekirîbû. Ger li Şengalê PDK tenê heba, yan jî DAIŞ heba, ez bawer dikim ku niha Sihêlê jî vekirîbû. 

Werin em hemû bi hev re ber bi Sihêlê û Sêmalka ve bimeşin û wan deriyên zilm, bêbextî û xiyanetê parçe bikin. Sihêlê Îbrahîm Xelîleke din e, Sêmalka Hacî Omraneke din e, ti ferqa wan tineye. Sihêlê û Sêmalka du deriyên bêbextiyê ne, nabe li ser vê xakê bimînin…

Yazarın diğer yazıları