Şikest nîne

Pirtûka John Red a bi navê Deh Rojên Cîhan Hejandî behsa şoreşa 17´ê Cotmehê ya Sovyetê dike. Di deh rojên bi serketina şoreşê de nivîskar weke rojnamevan li wir e, û şahidiya bûyerên dîrokî dike. Di rastiyê de jî ew deh rojên ku nivîskar behsa wan dike di nav xwe de her kêlî û demên wê vegeriyan erdhejê û ne tenê cîhan heta bi gerdûnê jî di bin badora xwe de hiştin.

Mixabin ew şoreşa ku ji bo karker, gundî, rêncber û gelên bindest bi kinahî ji bo tevahiya zehmetkêşan bûbû hêviyeke gewr di nav salan de ji rê derket. Şoreş li ser gelê xwe vegeriya dezgeh û pergaleke stembariyê û di dawiyê de jî ji hevdu belawela bû. Niha li şûna wê berhema ku hêviyên mezin dabû mirovahiyê kesayetên weke Vladmîr Putîn li ser text in. Ango li dewsa Vladmîr Îlîç, Vladmîr Putîn rûniştiye. Lê quble û xizmeta herduyan ji hevdu sedîsed cuda ne. Îlîç dinyayeke wekhev û bêsinor a bindestan xeyal dikir, lê Putîn Rûsyayeke li ser  cîhanê hemû hizir dike.

Helbet mijara me ne ew tenê ye. Ji roja ku êrişên dewleta Tirk a terorê li ser Rojava dest pê kir heta qaşo agirbesta ji aliyê DYE yê ve li ser Tirkiyeyê hate ferzkirin jî, bi qasî deh rojan derbas bûn.

Di wan deh rojan de jî weke deh rojên nivîskar John Red behsê kirî, cîhan hejiya. Li aliyekî bi xiyaneta Amerîka û serokê wê ku li pêş çavên cîhanê kirîn, hejiya. Li aliyekî bi êrişên barbar ku di encama çekên kîmyewî de bi sedan zarok û jin jî di nav de kesên sivîl li pêş çavên cîhanê û ew mirovahiya ku em li ser lêvên xwe mîna qewlên pirtûkên pîroz digerînin jî lê temaşe dikir.

Cîhana mirovhez! Lê temaşe dikir, keskparêz, hawîrparêz li şewitandina xwezaya Serêkaniyê temaşe dikirin, rêxistinên mafên zarokan li bedenên di encama çekên fosfor de lopikî, ker ker bûyî, ji hev de çûyî yên zarokên Kurd temaşe dikir, saziyên jinan yên navneteweyî ku ji bo peyvek dikarin dinya xera bikin, li ber cesedên parçekirî yê siyasetvana Kurd Hevrîn Xelef û şervanên jin temaşe dikirin. Bi giştî piraniya kes û derdorên ku dikarîbûn tiştna bikin û wê Terora dewleta Tirk, wê dagirkeriya eşkere û komkujiya li ser gelê Kurd bidin sekinandin temaşe kirin.

Lê ya rastî ew cîhana ku em behsa wan dikin û wan weke temaşevan bi nav dikin li bûyereke din jî temaşe dikirin. Ew bûyer jî bûyera liberxwedana man û nemanê ya gelekî bû. Li dijî dewleteke xwînmij ku di dîrokê de û niha jî bi barbariya xwe navdar e zarokên gelekî bi dilên wêrek û bi baweriyeke polayî li ber xwe didan. Ew barbarên ku di pirtûkên cîhanî de ji bo wan dihat gotin ‘Li dewsa lingên hespên wan giha hêşîn nabe.’ Vîktor Hugo digot: ‘Heywax, her der wêran bûye, gelo Tirk di van deran re derbas bûne?’

Li dijî firokên jehrbarkirî, tank û topan bi keleşên rûmetê li ber xwe didan. Di wê rewşê de ku mirov deyax nedikir li ber televîzyonan lê temaşe bike wan singên ter û nazenîn dabûn ber êrîşa hovane.

Gava serdestên cîhanê êdî dixwestin dawî li wê şanoya sazkirî bînin, bajarê Serêkaniyê di nav mij û dûmana çekên qedexekirî de dima.

Di encamê de bi sedan qetilkirî, bi hezaran birîndar, gund û bajarê kavilbûyî û herî kêm 200 hezar jî koçber bûn. Di qanûnên navneteweyî de ji bo her yek ji wan bûyeran jenosîd ango komkujî tê gotin. Bikaranîna çekên qedexe yên kîmyewî, sotina xwezayê, qirkirina mirovan tev de deynin alîkî, bi darê zorê koçberkirina mirovan jî weke jenosîd tê pênasekirin.

Lê mixabin gava babet Kurd be, qanûn, pîvan û rêgezên navneteweyî hemû diguherin. Her kes li ser çend qurişê ji dagirkeran dikevine berîka wan hizir dike. Weke zarokên Mele Mistefa ku îro bê hed xizmeta dewleta Tirk dikin, lê di demê de wî digot: ‘Warîlek petrol ji hezar ton edaletê girantir e.’ Di wê tafetafa ku dê nedikarîn li zarokên xwe xwedî derkevin, kamyonên derman û alîkariyê dîsa ji deriyê Sêmalka vedigeriyan. Gelo hûn neyartiya çi û bi kê dikin?

Helbet cîhan ne tenê ji êrişkar û temaşevanan pê ve bû. Gelek kes û derdorên ji bo Rojava xwînê vereşiyan jî hebûn. Ji gelek alî û miletên cûr bi cûr bi sedhezaran mirov jî li qadan, di nav berxwedanê de bûn. Helbet cara yekem di dîroka Kurd de wiha yekîtiyeke qewî û mayînde pêk hat. Ji çar aliyên Kurdistanê gelek ciwan herikîn qada şoreşê. Kurd carekî din û ji nû ve bûn gel û milet. Ev di encama vê barbariyê de derket. Belê axa Kurdan hat dagirkirin lê dijmin negihişt armanca xwe ya nîhaî. Armanca wan jî ew bû ku Rojava vegerînin welatê Tamîlan. Her wisa carekî din jî îspat bû ku heta ew dewleta Tirk a dagirker li ser dinê hebe, jiyaneke aram û azad ji bo yek Kurdekî jî misoger nîne.

Yazarın diğer yazıları