Silbûna ji civakîbûnê

Di demên zaroktiya min de ji bo kêfxweşkirina zarokan gelek tişt pêwist nedikirin. Ji xwe kolan û her tişta li malê, li kolanê an li wargeha lê dijîn, parçeyek an amûrekî lîstik û tevgera zarokan a kolektîf bû. Zaroktiyeke ku bi afirînerî amûrên lîstikê, lîstik û tevgereke kollektîf saz dikir hebû.

Diyarî an rûmetdayina mezin a bav, dê, xwîşk, bira an mezinê malê ji bo zarokê ew bû ku bi xwe re bibe civatê. Civat mîna perwerdeyeke xwezayî bû. Tevgera di nava mirovan de, giraniya peyvê, rûmet dayin, xizmet li wir hebû. Tevî van naskirina çand, kevneşopî û adetên civaka xwe, ji nêz ve bû awireke din a naskirina mirovên derdorê ji bo têgihiştin û amadebûna ji bo paşerojê girîng bûn. Li civatan dîwanên dengbêjan dihatin girêdan, serpêhatî, çîrok dihakin gotin. Henek-laqirdî, lîstikên fêrkirin û bipêşxistina mirovan hebûn. Pirsgirêkên rojane, nakokiyên di navbera mirovan de li ser bingehê hiqûqa civakî, bi hostayî dihatin çareser kirin. Plansaziya rojên pêş, demsalên pêş dihat kirin û her wiha her tim roj û demên bihurî dihatin yadkirin û ders ji wan dihatin derxistin.

Bi globalîzebûnê re êdî ne tenê li Ewrûpa li Kurdistanê jî mixabin ji civakîbûnê em ber bi takekesiyê ve diçin. Jiyana me tev bûye şîfre-password an kod. Mîna filmên fezayê yên serdema zaroktiya me êdî di roja me de bê kod an şîfre em nema karin tev bigerin. Şîfreya kompûterê, şîfreya bankê, şîfreya deriyê malê, şîfreya telefonê, şîfreya her ‘application’a di telefonê de em bi kar tînin, hejmara nasnameyê, şîfreya vekirina deriyê erebeyê, şîfreya vekirina bernameyên televizyonê ên taybet û bi dehan şîfreyên din ên em bi wan ve hatine girêdan…

Li dewsa hewldan û rêbazên mezinan ên zarokan civakî bikin, mezin hîn bêhtir wan ber bi takekesiyê ve diajon. Telefona smart a herî bipêşketî, konsulên herî aktuel ên listîkê diyarî zarokên xwe dikin, dixwazin nîşan bidin ka çiqasî nirx didin wan. Dîsa bi navê ‘perwedeyeke baş’, navbera dibistan, dersxane û odeyên malê ên xebitîna ji bo îmtîhanên meh û salên pêş jê dernakevin, zaroktiya wan têk dibin.

Televizyon berê mîna amûra dij sosyalbûnê dihate hesibandin. Lê niha bi hev re temaşekirina filmekî yan bernameyekê jî mîna lukseke sosyalbûnê tê dîtin.

Tevahiya malbatê rûniştina li ser sofreya xwarinê jî bûye lukseke mezin. Zarok, ciwan an xwarinê dibin odeya xwe ya qaşo qada azadiya xwe dibînin, yan jî di derketina derve de, an jî heger li derve nexwaribin; beriya ketina odeya xwe li ser linga bi lez û bez bi xwarina çend pariyan derbas dikin.

Pênûs, kaxiz, defter û destnivîs hema hema tên jibîrkirin. Li dewsa wê metnên hazir ên di înternetê de, peyvên mîna kodan hatine nivîsandin, efekt û fîgur-sembol (smile) bi cîh bûne.

Li hember kîjan tevgerê em ê kîjan helwêstê nîşan bidin jî li dewsa me hatiye pejirandin. Me nivîsandin ji bîr kiriye, mixabin hêdî hêdî em ê axaftinê jî ji bîr bikin. Di civatan de, di rêwîtiyan de çend mirov hene her yek bi telefona xwe mijûl e û tenê fîzîkî li civatê ye.

Sersal, cejn jî bi heman şêwazî têne pêşwazîkirin. Li dewsa serdan, axaftin an nivîsandina peyameke ji dil, peyameke giştî ya bi wêne an vîdeo ji înternetê tê daxistin sersal an cejna her kesên di lîsteya têkiliyan de heye, tê pîrozkirin. Di rastiyê de her heval û her dost xwedî taybetmendî, jiyan û felsefeyeke cude ya jiyanê ye. Li gorî vê yekê nêzîkbûn jî pêwîstiyeke jiyanê û rêzdariya mirov e.

Mixabin di salên dawî de çend aktîvîteyên ku dibûn wesileya civakîbûn, hevnaskirinê jî ji cewher hatine xistin. Serdana malbatan bi hincetên mîna karê zêde, bêhnvedan, dem ji malbatê re veqetandinê hema hema ji holê rabûne. Dawet veguherîne çalakiyeke pere komkirin û şovê. Taziye û şîn bûne xebatên teknîkî yên ji neçarî tên kirin. Ciwanên li ser daxwaza malbatan û bi dawetên şovî yên deh hezaran pere tên komkirin, bi piranî piştî dawetê bi demeke kurt ji hev vediqetin.

Dîsa mirovên ku ferdên malbatê jiyana xwe ji dest didin, piştî taziyeyê bi demeke gelekî kurt vedigerin jiyana xwe ya takekesî.

Mixabin me Kurdan jî para xwe zêde ji çanda postmodern a dixwaze hemû mirovan bixê yek şikl û formatî girtiye û em roj bi roj bêhtir di bin bandora wê de dimînin.

Pêwîst e her yek ji me bi taybetî dê û bav, mezinên malbatan mîna gotinên ‘mezin’ ên qala civakîbûn, çand, malbat, orf û adetan dikin, serê xwe biêşînin ka çawa wê xwe ji jiyana madî rizgar bikin û bibin parçeyekî civaka xwe û li dora xwe civakbûneke rast bihûnin.

Yazarın diğer yazıları