Silêmanî bajarê wêjeyê ye

Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî ya Silêmaniyê ya Yekê bi dirûşma, “Pirtûk ronahiya jiyanê ye’ dest pê kir, wê heta 23’ê Mijdarê jî deriyên wê li xelkê Silêmanî û Başûrê Kurdistanê vekirîbe.

Di salvegera avabûna bajarê Silêmanî de Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî ya Silêmaniyê ya Yekê bi dirûşma, ‘Pirtûk ronahiya jiyanê ye’ dest pê kir. Di pêşengehê 180 navendên çap û weşanê beşdar bûne û Parêznameyên Rêberê Gel Abdullah Ocalan û pirtûkên nivîskarên çar parçeyên Kurdistanê jî cih girtin. Hêjayî bibîrxistinê ye ku îsal Silêmanî li Lîsteya Bajarên Afirîner a UNESCO´yê di beşa wêjeyê de hat zêdekirin.

Pêşangehê pêr deriyê xwe li xelkê vekir; roja ku bajarê Silêmanî 235 salên xwe temam kirin. Bi boneya salvegera avabûna Silêmanî Yekemîn Pêşengeha Pirtûkan a Navnetewî ya Silêmanî hate lidarxistin. Pêşengehê bi dirûşma, “Pirtûk ronahiya jiyanê ye’ dest pê kir, wê heta 23’ê Mijdarê jî deriyên wê li xelkê Silêmanî û Başûrê Kurdistanê vekirîbe.

Pêşengeha pirtûkan li avahiya Pêşengehên Navneteweyî ya komelgeha Taslûce ya Silêmanî ye û her roj saet 10.00’an deriyên xwe vedike û heta saet 19.00’ê êvarê jî vekirî ye.

Berhem Salih xwedîtiyê lê dike

Pêşengeha ku bi sponsoriya Şîrketa Etlas Esîl û Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Silêmaniyê hatiye vekirin, di bin çavdêriya Serokkomarê Iraqê Dr. Berhem Salih de bi rê ve diçe û wê rojane çendîn semîner, panel û çalakiyên hunerî jî lê bên lidarxistin.

Bi hezaran pirtûkên nivîskar, zanyar, dîroknas, wêjevan, hunermend û lêkolînerên navdar ên cîhanî, herêmî û Kurdistanê yên bi Kurdî, Erebî, Farisî, Tirkî û zimanên biyanî di pêşengehê de hatin nîşandan. 180 navendên Çap û Weşanxaneyên ji welatên wekî  Tûnis, Erebîstana Siûdî, Îmarat, Sudan, Iraq, Îran, Tirkiye û welatên Rojava beşdar bûn.

Kitêbên Ocalan jî li pêşangehê ne

Di pêşengehê de parêznameyên Rêberê Gel Abdullah Ocalan ên weke kitêb hatine çapkirin û pirtûkên nivîskarên çar parçeyên Kurdistanê jî cih girtin. Xelkê xasma elaqe nîşanî kitêbên Ocalanî da.

Xwendekarên zanîngehan, rewşenbîr, nivîskar, mamoste, akademîsyen û pirtûkhez pirr ji pêşangehê razî ne û diçin serdana wê. Gelek kesayetên rewşenbîr û hunermend yên herêmê Aram Şêx Mihemed, Hemî Heme Seîd, Mistefa Seyîd Adil, Hemî Heqî Mihemed, Kamuran Şêx Salih, Aram Mehmûd, Dana Mihemed, Bextiyar Elî, Omer Berzencî, Cemal Îrfan, Stran Abdulla û Gelawêj Gezîze di vekirina pêşengehê de pêr amadebûn.

Kurd bi rewşenbîrî welatê xwe biparêzin

Di pêşengehê de Waliyê Silêmaniyê Dr. Heval Abobekir axaftina vekirinê kir. Heval Abobekir xêrhatina hemû beşdarên pêşengehê û mêvanan kir û got, divê li Kurdistanê zêdetir girîngî bi xebatên rewşenbîrî were dayîn û Kurd bi rewşenbîrî parastina welatê xwe bikin. Heval Abobekir her wiha dazanîn divê pêşengehên bi vî awayî her carî li bajarekî bên kirin.

Dr. Heval Abobekir di dewamê de bal bire ser êrişên dewleta Tirk ên li dijî Rojavayê Kurdistanê jî û got, “Di demeke wisa de birêvebirina xebateke bi vî awayî çekeke girîng e li dijî êrişan.”

Koma Mûzîkê ya Sehr Sahrewe di vekirina pêşangehê de derket ser dikê û stranek li ser pêşmergeyan got.

Ji bo pirtûkhez û welatî serdana Pêşengaha Pirtûkan a Navneteweyî ya Silêmaniyê bikin, otobûsên belaş hatine eyarkirin. 3 cih ji bo otobûsan hatine diyarkirin. Li ber Family Mall, Titanic û Baxê Giştî.

ROJNEW/SILÊMANÎ

Yazarın diğer yazıları

    None Found