Silêmaniyê qedr da 14’ê Tîrmehê

Haşim Aydemîr: Girîngiya sînemayê ew e ku tişta ku tu dixwazî tu dikarî di nava 2 saetan de vebêjî. Bi hezaran sal e ku Kurd têdikoşin û qurbaniyan didin. Bi hezaran çîrok û efsane hene ku mirov dikare li ser wan kar bike.

BERHEM LETÎF / ROJNEWS

Filma berxwedana 14’ê Tîrmehê ya kadroyên pêşeng yên PKK’ê ku zilm û hovîtiya dewleta Tirk a li hember girtiyan mijara wê ye, heta niha tevlî gelek festîvalên filman ên navneteweyî bûye û li çend deveran jî hêjayî xelatê hatiye dîtin.

Filma berxwedana 14’ê Tîrmehê ku dikare di sînemageriya şoreşgerî ya Kurd de bibe destpêka serdemeke nû, di nava demeke kurt de karî di asta navneteweyî û Kurdistanê de baş deng vede. Filma ku derhêneriya wê Haşim Aydemîr dike, li ser berxwedana kadroyên pêşeng ên PKK’ê, welatparêzên Kurd û şoreşgerên Tirkiyeyê ya li dijî zilm û hovîtiya dewleta Tirk li beramber girtiyên li zindana Amedê ye.

Filma rojiya mirinê ya berxwedana 14’ê Tîrmehê heta niha beşdarî çend festîvalên filman ên navneteweyî û herêmî bûye û di çend waran de jî hêjayî xelatê hatiye dîtin. Film li festîvalên filman ên Hindistan, Elmanya, Brîtanya, Lehistan, Silêmanî û Dihokê de hatiye nîşandan. Herî dawî jî di festîvala filmên navneteweyî ya Silêmanî de xelata rêzgirtinê wergirt û yekane film bû ku li ser daxwaza zêde ya bîneran du caran hate nîşandan. Di warê aktoriya herî baş û derhêneriya dîmen de jî hêjayî xelatê hatiye dîtin.

Aktorên Kurd di serpêhatiyeke Kurdan de

Amadekariyên filma berxwedana 14’ê Tîrmehê sala 2014’an dest pê kir û sala 2015’an êdîgirtina dîmenên filmê dest pê kir.

Derhênerê Filmê Haşim Aydemîr ji ber pêşwaziya germ a li festîvala filman a Silêmaniyê û festîvalên din, kêfxweşiya xwe anî ziman û got, “Bîneran pêşwaziyeke germ li filmê kir û pê dilxweş bûn. Sedema germ pêşwazîkirina filmê jî ew bû ku aktorên filmê Kurd bûn û filmê behsa serpêhatiyeke Kurdan dikir.”

Bi hezaran çîrok û efsane hene

Derhêner Aydemîr li ser naveroka filmê jî wiha axivî: “Sala 1982’yan li hepsa Amedê berxwedaneke bêhempa pêk hat. Film ji bo rûmeta nîşandana ruhê vê berxwedanê ye ku heta niha jî di nava Kurdan de dewam dike. Wê demê, Kemal Pîr, Mehmed Xeyrî Durmuş, Akîf Yilmaz, Elî Çîçek, Mezlûm Dogan û Sakîne Cansizê pêşengiya berxwedanê kir.”

Aydemîr li ser girîngiya sînemayê di bilêvkirin û îfadekirina trajedî û berxwedanên Kurd de jî got, “Sedsala 21’ê sedsala dîtbariyê ye. Ev jî bi rêya televîzyonê yan jî bi sînemayê dibe. Girîngiya sînemayê ew e ku tişta ku tu dixwazî tu dikarî di nava 2 saetan de vebêjî. Bi hezaran sal e ku Kurd têdikoşin û qurbaniyan didin. Bi hezaran çîrok û efsane hene ku mirov dikare li ser wan kar bike.”


Haşim Aydemir kî ye?

Haşim Aydemîr sala 1979’an li Edeneyê ji dayik bûye û heta 20 saliya xwe li Edeneyê maye. Piştre diçe Stenbolê. Li wir beşê sînemayê dixwîne û niha jî li Amedê dijî.

Haşim Aydemîr heta niha derhêneriya rêzefilmên Ax û Jiyan, û Ref kiriye. Herwiha ji bo filma 14’ê Tîrmehê jî derhênerî kiriye. Di dema xwendekariyê de jî çend kurtefilm çêkirine. Niha jî li ser filma bi navê ‘Demsala Tûreşkan’ kar dike.

Yazarın diğer yazıları

    None Found