Sipahê Pasdaran dixwaze civaka Rojhilat birizîne

Yek ji rêbaza ku herî zêde rejîma Îranê li dijî hêzên muxalif bi taybetî Kurdan bi kar tîne, bicihkirina sazî û rêxistinên ajans û sîxûrên girêdayî Sipahê Pasdaran di nava civakê de ye. Rejîmê di pêvajoyên destpêkê de wê dest danî ser nirxên şoreşa gelan a sala 1979´an û ji hingê ve saziya ku herî zêde girîngî pê hatiye dayîn û xwe bi her awayî mayînde kiriye, Besîc û saziyên bi armanca milîtarîzekirina civakê ne. Di destpêkê de bi rêbazên leşkerî hewl didan tevahiya civakê çavtirsandî bikin û di bin navê parastina qaşo berjewendiyên neteweyî de rêbaza ajankirinê rewa dikin. Roja Îro, Sipahê Pasdaran di bin navê parastina berjewendiyên sîstemê de her ku diçe bi şêwazên gelekî zirav xwe berdide nava jiyana civakê û hema bêje di her saziyê de xwe di bin navên cuda de bi cih kiriye. Ev yek xetereke mezin e ji bo civaka Îran û bi taybetî Rojhilatê Kurdistanê. Bi gotineke din civakê ber bi milîtarîzekirinê ve dibe. Milîtarîzekirin tenê di warê leşkerî de nîne bêguman. Êrişeke heralî li ser çand û huner, jiyana civakî û siyasî ya gelan heye. Ji bo xwe rewa bike, kirasek medenî li xwe dike û di bin navê saziyên civaka sivîl de civakê dixapîne. Lê esas, ya tê armanckirin ji sedî 80, civakê bi hişmendiya xwe ya faşîzan û neteweperest perwerde bike.

Di halê hazir de Sipahê Pasdaran hem di warê leşkerî de hem jî di warê civakî û siyasî de li Îranê xwedî gotin e. Tevahiya aboriya Îranê girtiye bin desthilatdariya xwe, herî zêde polîtîkaya birçîkirina civakê bi rêka saziyên girêdayî Sipahê tên meşandin. Wek saziyeke îdeolojîk rêbazên gelekî nerm ji bo ku rejîmê li ser piyan bihêle dide meşandin û bi kar tîne. Sipah hewl dide li Kurdistanê çand û tevna civakî xira bike û nirxên civakî yên tevahiya gelan bê bandor bike. Sipah di van demên dawî de Kurdan û hêzên demokratîk û azadîxwaz herî zêde ji bo xwe wek xetere dibîne. Ji bo wê jî êrişeke berfireh li ser rêxistin û saziyên civaka sivîl û her wiha kesayetên azadîxwaz heye û didome. Gelek kes hatin girtin, destgîrkirin û gef li wan tê xwarin. Tirsa têkçûn û serîrakirina muxalefetan wek kabûseke Sipahê ye û ji bo vê yekê ketiye dewrê. Bi taybetî Kurdistanê wek potansiyela herî bi xeter ji bo xwe dibîne. Êrişa bi sîstematîk a li ser kolberan raste rast bi hişmendiya Sipahê re elaqedar e ya ku dixwaze civaka Kurdistanê feqîr bike û paşê bi xwe ve bide girêdan û bi rê ve bibe. Çêkirina bendavan li Kurdistanê û texrîb û wêrankirina jîngehê dîsa wek rêbazek herî esasî ye ji bo wan herêman vala bike û hêza xwe ya eskerî bi cih bike. Di halê hazir de dest bi çêkirina gelek navend û qereqolên eskerî li Kurdistanê kiriye, gelek hêzan ji derve tîne û li wan navendan bi cih dike. Her wiha hêzên noker û xwefiroş jî di van demên dawî de bi çek dike û hewl dide di rewşa mudaxeleyeke muhtemel de qaşo sînorên xwe biparêze. Herî zêde Îran xwe li beramberî Kurdan diparêze û ji hêza Kurdan ditirse. Em li bajarên wek Xûzistan û Ehwazê ku bajarên Ereban in, her wiha li Belûçistanê jî dibine şahidê van kiryarên Sipahê Pasdaran. Lê belê ya Sipah li Kurdistanê dimeşîne, êrişeke heralî ya siyasî, aborî û çandî ye. Jixwe, di despêka sala 1979´an de di serî de hêza xwe ya leşkerî li Kurdistanê bi cih kir. Bi Besîckirina civakê hewl dide hestên welatparêzî û Kurdbûnê ji holê rake, ferdên noker û beko li Kurdistanê ava bike. Gelek saziyên Besîcan ku çend sal beriya niha li Kurdistanê ji aliyê gel ve dihatin qewitandin û nedihatin qebûlkirin, îro bi rûpûşeke din xwe berdane nava civaka Kurdistanê. Ji bo vê mebestê jî gelek civîn, semîner û perwerde tên organîzekirin.

Dîsa herî zêde êrişa li ser jinan, bi taybetî çalakvanên jin zêdetir bûye. Jixwe, Sipahê wek rêbaza xwe ya herî sereke hewl daye jiyana tevahiya neteweyên li Îranê bixe bin kontrola xwe û li gorî meyla xwe şekil bidiyê. Lê belê herî zêde vê destdirêjiyê li ser jiyana jinan dike. Bi bipêşxistina saziya sîxûrtiyê ya bi navê Xaheranê Zeyneb (Xûşkên Zeyneb) jinan ji nirxên civakî yên Kurdistanê qut dike. Ev saziyên bi vî rengî, roleke wan a esasî heye, ew jî qirrkirina çandî ye ku di van salên dawî de pirr zêde bûye. Gelek jinên çalakvan bi rêka van saziyan tên teşhîrkirin, kesayeta wan tê biçûkxistin û heta li ser medya şerê taybet wek kesayetên bêexlaq tên nîşandan. Yan jî ji bo çand, huner û cil û bergên Kurdî bênirx bike, çanda ku bixwe çêkiriye bi rêka van saziyên ajankirinê bi civakê dide xwarin. Zêdebûna bikaranîna van rêbazên kirêt tê wê wateyê ku rejîm li kêleka rêbaza leşkerî ya milîtarîzekirina civakê, dixwaze di her alî de civakê bîne astekê ku hêza berxwedan û têkoşînê tê de nehêle û wê bêtaqet bike. Herî zêde jî dixwaze civaka Îranê bêparastin bihêle û bi xwe ve girêbide da ku nikaribe li dijî derkeve. Sipah dixwaze civaka Kurdistanê jî ji hundir ve birizîne û bê parastin bihêle.

Yazarın diğer yazıları