Sira mezin a ku Kobanê kir Kobanê

Ruhê di berxwedana Kobanê de veşartî ye, ji bo mirov pê bihese divê bizane bi çîroka her keç û xortê çeleng ê li wir li ber xwe dayî û gihişt şehadetê. Divê mirov bizane bi wateya hestên bedew ên Viyanê ku bi dengê xwe yê zêrîn gelek sade û zelal behsa Kobanê kir. Ji ku destpêkiriye çîroka hestên veşartî yên di dengê Viyanê de gelo? Yan jî fermandar Gelhat guleya xwe ya destpêkê li ku avêtiye û li ku cara yekê di şiverêyên gerîlatiyê de meşiyaye. Û gelo Arînê roja destpêkê ya meşa gerîlatiyê li kîjan çiya û li pey çend hevalên xwe bihurandiye û gelekên wek wan… Her yek çîrokeke ji rojnivîsa pîroz a gerîlayan e, her yek ji wan beriya bibin ya heq kiribûn, bihost bi bihost li erdnîgariya tevahiya Kurdistanê geriyane. Bi caran kulmek ava zelal ji hemû kaniyên van çiyayan vexwarine, meşiyane li ser her şiverêyekê, keniyane bi awazên veşartî di himbêza serberziya van çiyayan de. Bi dilê xwe yê mezin, di her çalakiya serketinê de helbesta azadiyê di guhê her hevala xwe de gotine û bi destê xwe mijangên hevala xwe danîne ser hev û ew oxir kirine. Guleya yekemîn a li çiyayên azad, li Kobanê bû bi hezaran guleyên serketinê û sînga dijmin çirand. Gerîlayan dilê xwe bir û di her kuçe û kolanên Kobanê de veşart. Bi xwe re birin ya fêr bûbûn, ya watedar kiribûn û ya bawer dikirin. Di berxwedana wan a Kobanê de her tim navek veşartî hebû ku awirên dawî yên Arînê beriya biçe çalakiyê ew nav di çavên xwe de dibir. Navek di wêrekiya wan keç û xortan de hebû ku kesî bi nav nedikir, lê her kesî pê dizanî. Navek hebû di dilê her kesî de, ji van çiyayan bi xwe re biribûn, yekê digot berxwedan, yê din digot azadî, hinekan digot serketin. Dayikan, ew di tillîyên xwe de veşartibûn. Zarokan ew di kenên xwe de mayînde kiribûn û şervanan ew di her kêliya berxwedana xwe de, di her sengera şerê azadiyê de bi xwe re digerand û ji bo wê şer dikir. Ji bo wê pîrozahiyê şerê jiyanê dikirin keç û xortên Kobanê. Gelek caran di şer û cenga giran de bê hemdê xwe ew navê pîroz digotin û berê xwe didane eniyên şer. Mirov dema li pêlên herikîna keç û xortên têhniyên azadiyê binihêriya, li gel xwêdana li ser eniya wan, di dilopên xwîna ji keziyên keçên bedew dihat xwarê de, navek bedew hatibû neqişandin û dibû destana herî watedar a vê serdemê. Yên ji her aliyên cîhanê berê xwe dabûn Kobanê, navek tenê di dilê wan de hebû, bi wî navê bûbûn ruhek di hezaran bedenan de. Erê! Ew nav sira serketin û berxwedana Kobanê bû ku hemû cîhan kiribû heyranê xwe û her kes li wê sira li pişt ewçend bedewiyê digeriya. 

Hemû cîhan bi carekê bû heyrana Arînê û bi sedan keçên di şopa wê de xwe di govenda şer û têkoşîna azadiyê de xemilandibû. Rastiya jinên şer dikirin, bedew dibûn, azad dibûn û dihatin hezkirin! Hemû cîhan li pey sira vê bedewiyê digeriya, li sira wêrekiya wan digeriyan. Gelek li peyê hatin û wek pervaneyek li dor agir bûne parçeyek ji wê rastiyê. Gelekan xwe li sînoran da û ji hemû parzemînan li peyê wê heqîqetê bi carekê xwe li Kobanê dîtin. Bi carekê dîtin li kêleka wan keç û xortan pêl tetikê dikin û şerê zilmê dikin. Û cîhan bi wê sira mezin a Kobanê hesiya, sira serketin û berxwedana Kobanê PKK bû ku Kobanê kir Kobanê! Nifşên kevneşopiya berxwedana Kemal Pîr xwe li dîwarên lêkirî dan û tevlî berxwedana li Kobanê bûn, heta nefesa dawî şer kirin û gihiştin Kemal, kamil bûn! Keçên ji Rojhilat bi sirûda dawî ya Şîrînê li ber sêdareyê, Kela Dimdimê dîsa jîndar kirin. Keçên ji Başûr di reqsa ji agir a Viyanê de li ser şopa kevneşopiya Raperînê çûn û li Kobanê heyfa Enfal û Kimyabaranê hilanîn. Em îsal di 40. Salevgera damezrandina PKK’ê de pêşwaziya roja cîhanî ya Kobanê, 1 Mijdarê dikin. Li Kobanê kevneşopiya 40 salan a têkoşîna PKK’ê li ber xwe da û bi ser ket. Serpêhatiya hemû şervanên li Kobanê li ber xwe dayî, bi PKK dest pê kir û li Kobanê bûn destanên qehremaniyên herî mezin. PKK îro navê hemû berxwedanên di her sengerê cenga mezin a li dijî dagirkerî, faşîzm û hovîtiyê li her parçeyê Kurdistanê û cihanê de ye. Ji bo wê jî roja 1’ê Mijdarê di heman demê de roja pîroz a 27’ê Mijdarê ye ku divê wek pira gihiştina bi azadiyê were pîrozkirin. Hemû cîhan ya rastî, îsal bi pîrozkirina roja 1’ê Mijdarê, salvegera 40. a PKK’ê jî pîroz dike!

Yazarın diğer yazıları