Sîstema gelan a demokratîk

BÊRÎTAN SARYA/ANHA/QAMIŞLO

Hevseroka Desteya Rêveber a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Foza Yûsif got, "Netewe dewletan îflas kirine. Eger em dixwazin gel bi hev re bin, hingî rêyek li pêşiya me: Pevretiya ji dil." 

Di civîna 3. a Meclîsa Damezrîner a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê de, 27-28’ê Tîrmehê, Qanûna Hilbijartinê û Herêmên Rêveberiyê hat erêkirin û dema hilbijartinê hate diyarkirin. Li gorî vê yekê, 22’ê Îlonê hilbijartinên komunan, 3’ê Çiriya Paşîn hilbijartinên rêveberiyên herêmî û 19’ê Çileya 2018’an jî hilbijartinên konseyên herêmî û Kongreya Gel a Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê werin kirin. Hevseroka Desteya Rêveber a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Foza Yûsif behsa pîvanên Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê, herêmên rêveberiyê û sîstema hilbijartinê kir.

‘Em bihevrebûna ji dil pêşniyaz dikin’

Yûsif diyar kir, ku dema qala federasyonê tê kirin, yekser tirs, fikar û panîka ‘welat tê parçekirin, desthilatdarî ji dest diçe’ dikeve mejiyê hêzên nîjadperest û dewletên herêmî. Yûsif der barê vê  propaganda reşkirinê de got, "Beriya her tiştî vê yekê bibêjim; bila kes xwe nexapîne. Li Iraq, Sûriye, Tirkiyeyê; li gelemperiya Rojhilata Navîn parçebûnek heye. Dixwazin bi hev bizeliqînin, lê nabe. Gel êdî ji vê sîstemê bêzar bûye. Di rewşeke bi vî rengî de, ku ewqas zilm, cihêkarî û polîtîkayên qirkirinê hene, tu nikarî gelan bi dewletê ve girê bide, nikare li gel hev bihêle. Di vî warî de îflas kiriye. Eger em dixwazin vê erdnîgariyê û van gelan bi hev re bihêlin, hingî rêyek tenê li pêşiya me ye; bihevrebûna ji dil."

Foza Yûsif destnîşan kir ku ew forma wê yekê pêşkêş dikin, ku komên cuda yên etnîkî, çandî, civakî, siyasî, dînî/mezhebî bi rengekî azad bi hev re bijîn.

Modela federasyona demokratîk

Têkildarî cudahiya navbera modela wan û federasyonên din ên li cîhanê, Yûsif got, pirsgirêkên heyî yên li Rojhilata Navîn û Sûriyeyê gelekî dişibin hev û wiha peyivî: "Modela ku em dixwazin biafirînin, modelek e ku jin di nav de heye. Modelek e ku mêrên di nava lêgerîna azadiyê de, gelan bi hemû taybetmendiyên wan dihewîne. Modelek e ku hemû baweriyan dihewîne. Me tiştekî bi vî rengî li hevpeymana xwe ya civakî bi cih kir: "Ti ziman ji zimanên din mezintir nîne. Ti nasnameya civakî ji nasnameyeke din a civakî hêjatir nîne. Ti çand ji çandeke din hêjatir nîne." 

Foza Yûsif îaşret bi pêdiviya demokrasiyê kir, got, rêveberiyên Baasê, pêkanînên Erdogan û ferzên Îranê karesatan girantir dikin û fikra xwe wiha rave kir: "Binerin; welat ji derve nayên parçekirin, ji hundir ve tên parçekirin. Eger tu demokrasiyê neafirînî, tu mafên mirovan û nasnameyên etnîkî nas nekî, hizûrê nexe nava welatê xwe, tu çiqasî dîwaran lê bikî jî tu nikarî pêşî li parçebûna welêt bigirî."

Ne navendî, lê herêmî

Foza Yûsif îaşret pê kir ku derdê wan ne xurtkirina rêveberiyeke navendî ye, lê berevajî ew li serê serê xwe diêşînin ka rêveberiyên herêmî û rêveberiyên xweseriya demokratîk çawa dikarin bên xurtirkirin û wiha peyivî: "Nêzîkatiya me xurtkirina navnedî nîne. Me xwest rêveberiyên herêmî û meclîsan xurt bikin. Guhertina rêveberiyên herêmî jî me li ser vê bingehê kir.

Bi sererastkirina herêmên rêveberiyê re armancên me yên bingehîn ev in; xurtkirina rêveberiyên herêmî, jiholêrakirina rûtîn û burokrasiya li nava dewleta navendî, xizmet hê bêhtir di nava gel de bên kirin."

Qanûna hilbijartinan

Ji bo qanûna hilbijartinan jî Foza Yûsif got, wan ew li gorî hevpeymana civakî amade kiriye û wiha axivî: "Ji bo gel, nasname, bawerî, jin; her kes bi rengekî wekhev li meclîsan bên temsîlkirin, me qanûnek amade kir. Wê kotayek bê dayin û li gorî vê kotayê wê her kes xwe temsîl bike. Mafekî di vê mijarê de garantî bûye, heye. 60 ji sedî wê bi hilbijartinê, 40 ji sedî jî kota ji gelan yan jî beşên din ên civakê be.

Bi qasî zanim û me lêkolîn kirine, ev yek li ti cihî nîne. 

Kotaya jinê jixwe, 50 ji sedî ye. Ev tiştekî misoger e. Di hemû lîsteyan de rewş bi vî rengî ye. Ev yek hem di nava hevpeymanê, hem jî di nava qanûna hilbijartinê de heye. Ji komunan heta kongreya demokratîk a gelan, kotaya 40 ji sedî û sîstema hevserokatiyê misoger in.

Ji bo ciwanan emrê dengdan û hilbijartinê 19 ye. Keseke/î 18 salî dikare xwe ji bo hemû mekanîzmayan pêşniyaz bike. Her kesa rûniştineke xwe ya 10 salan li vir heye, dikare dengê xwe bide û bibe namzet. Nêzîkatiya me li gorî pêwîstiya civakê ye." 

Yazarın diğer yazıları

    None Found