Şivanê xwe dengbêjê xelkê

Şîrînê Rebetê: Dema ez zarok û xort bûm li ber pez, min kilam digotin. Min li gelek dengbêjan guhdarî kir. Ji ber ku min li wan guhdarî dikir, ez jî fêr bûm. Dengê min jî pirr tê ecibandin.

BÎLAL GULDEM / METÎN YOKSUN MA / ÊLIH

Dema mirov lê guhdarî dike, dibêje qey ev dengê Dengbêj Şakiro ye, lê ne Şakiro ye. Ev Dengbêj Şîrînê Rebetê ye û mirov dikare bibêje, ev dengê zindî yê Şakiro ye. Dengbêj li aliyekî pez xwedî dike û şivaniyê dike û li aliyekî jî ji heval û dostên xwe re kilaman dibêje.  Ev ne şahê dengbêjan Şakiro ye û ne jî dengbêj Reso ye. Ev dengbêj Şîrînê Rebetê ye. Li gund dijî û bavê 11 zarokan e. Dîmenekî dengbêj Şîrîn heye dema ku li Bazara Sewalan a Batmanê qîr dike kilameke dengbêj Şakiro û wê kilamê dibêje. Fenomenê Twitterê, Serhad Eyalet Lordu (Lordê Eyaleta Serhedê) ev dîmen parve kir û bi deh hezaran kesî lê temaşe kir. Ev dîmenên dengbêj li ser medya civakî di demeke kin de rastî elaqeya bikarhenerê medya civakî hat û her kesî meraqa vî dengbêjî kir.  Zehmet be jî me xwe gihan vî dengbêjî. Me berê xwe da gundê Rebetê yê ser bi navçeya Hezoyê û em bûn mêvanên wî. Dema me li ser telefonê xwe gihand dengbêj û me got, em dixwazin nûçeya wî çêkin û dengê wî yê dişibe dengê Şakiro parve bikin, yekser ji me re got, “Ez ne dengbêj im. Tenê dengê min xweş e û ez bi çend kilaman dizanim. Ez bi kirrîn û firotina sewalan emel dikim.”   Hem şivan e, hem dengbêj e  Dengbêj li gundan hem sewalan dikire û difiroşe û hem jî li ber pezê xwe şivaniyê dike. Carinan gundî û xizmên wî jî diçin civata wî û li dengê wî guhdarî dikin. Yek ji taybetmendiyên herî girîng ên dengbêj Şîrîn ew e ku beriya kilaman bibêje, ji bo gewriya wî vebe qedehek şîr vedixwe. Lê dengbêj Şîrîn tîne ziman ku cixare bandoreke neyînî li ser wî dike û di jiyana rojane de jî pirr kesekî çalak e. Çalakbûna wî jî balê dikişîne ser xwe.  Carinan hezkiriyên dengê wî telefonî wî dikin, û li ser telefonê ji wan re qîr dike kilaman.  Li Çiyayê Rebetê li ber pez em bûn mêvanê dengbêjê xwe û civata wî. Wî got, bêyî ew pirr biaxive wê bêtir kilaman bibêje û ew pirr ji axaftinê hez nake. Şakiro havênê wî ye Denbêj Şîrîn da zanîn ku kilambêjiya wî ji zarokatiyê ve tê û got, “Dema ez zarok û xort bûm li ber pez, min kilam digotin. Min li gelek dengbêjan guhdarî kir. Ji ber ku min li wan guhdarî dikir, ez jî fêr bûm. Dengê min jî pirr tê ecibandin. Xweşbûna dengê min ji malbatê tê. Dengê kalik û apê min pirr xweş bû.”  Dengbêj Şîrîn anî ziman ku ew ji hemû dengbêjan hez dike û wiha domand: “Lê herî zêde ez di bin tesîra dengê Şakiro, Huseynê Mûşê (Orgonoskî) û Hozan Aydin de mam.”    Ne ez lê xelk dibêje min dengbêj  Dengbêj Şîrîn dibêje, ew ne dengbêj e, lê ji ber ku dengê wî xweş e û klaman dibêje, her kes wî wek dengbêj bi nav dike û wiha dewam kir: “Der barê dengbêjiyê de ti karê min nîne. Gelek heval û dost li min digerin dixwazin li ser telefonê ez ji wan re kilaman bibêjim. Ez pirr bi kilaman nizanim, lê kilamên ez bi wan dizanim ji wan re dibêjim. Carinan, dema ez ji bo kirrîna sewalan diçim gundan, dema însan dixwazin ez ji wan re kilaman dibêjim.”    Mala Lord ava be Dengbêj Şîrîn, ji ber ku Lordê Eyaleta Serhedê dengê wî belav kir, malavahiya wî kir û wiha axivî: “Dil dixwest li ser dengbêjiyê ez hin bêtir xwe bi pêş bixim. Lê emrê ku çû êdî nema tê. Lê ez ji zarokatiya xwe û vir ve bi dengbêjiyê re elaqedar nebûm, ji ber vê yekê jî ez wek dengbêjekî nikarim biçim li cihekî dengbêjiyê bikim. Ji vî temenî şûn ve gelek zehmet e ku ez bibim dengbêj.”    Ji karê xwe razî ye  Dengbêj Şîrîn da zanîn ku karê wî yê sereke kirrîn û firotina sewalan e û got: “Çawa ku min di zarokatî û ciwaniya xwe de karê sewalan dikir, niha jî sewalkariyê dikim û li ber pez şivaniyê dikim. Berê me tûtin diçand, lê ji ber ku ew jî qedexe kirin, neçar mam karê kirrîn û firotina sewalan bikim. Ez niha gelekî ji karê xwe razî me.”    TRT kurmî red kir Dengbêj Şîrîn herî dawî da zanîn ku kanala dewleta Tirk a tinekirina Kurdan bi Kurdî a bi navê TRT Kurdiyê ji wî xwestiye bibe mêvanê wan û got, “Xwestin ez bibim mêvanê bernameya wan, lê min daxwaza wan red kir.”

Yazarın diğer yazıları

    None Found