Somoza û Barzanî -2-

Li Kurdistanê jî Xanedana Barzaniyan weke Somozayên latînî li ser qedera gel rûniştine. Tevgera ku bi nav û îdiaya şoreşê hat despêkirin, di nav demê de li dijî şoreşê û şoreşgeran vegeriya şûrê di destên dijminan de. Di sicîla wê malbat û partiyê de tawanên gelek mezin hene; sala 1979´an li aliyê Culemêrgê 700 pêşmergeyên YNK´ê hatin qetilkirin. Heta yên bi saxî ketin dest an jî teslîm bûn jî bêdarizandin hatin kuştin. Di vî warî de anekdota herî navdar ev e; fermandarên wekî Alî Eskerî bi daran ve girê didin, bi roketan li wan didin û dibêjin: ‘Nabe em kesên payebilind bi çekên piçûk bikujin!‘

Nifşên ku negihiştine wê demê an jî kesên di bin bandora derdorên nêzî wê malbatê de helbet hay ji wê serdemê jî nînin. Gava rayedarên wan dibêjin: ‘Erda me ji aliyê felan hizbî ve hatiye dagirkirin, ji aliyê me ve êrîş dibin ser welatên cîran û cîran jî neçar dimînin xwe biparêzin. ‘Pêkan e ku hindek kes û alî ji wê gotinê bawer jî bikin. Lê rastî ne wisa ye. Beriya PKK’ê bi salên dirêj jî tim di navbera KDP û partiyên din de berberî hebûye û heta îro jî berdewam e. Di dema şoreşa Kurdên Rojhelat de li hemberî tevgera Dr. Abdurrehman Qasimlo jî êrîşên dijwar pêkanîn. Di destê wan de tim bahaneyên li gorî wan hebûn û ew jî dikirin sedemê jinavbirina bizavên Kurd. Bi salan ew êrîşên Kurdkujî yên li ser gelê Rojhelat nayê jibîrkirin. Bahaneya wan êrîşan jî qaşo: ‘Destdirêjiya ser gora Mele Mustafa bû. Ku ev dûrê aqil û xeyalan e. Kê kir ne diyar e, lê ew ji bo êrîşa KDP bû hincetek.

Silêman Muhînî wekî pêşengekî şoreşa Kurdên Rojhelat di nav liv û tevgerê de bû. KDP’ê bi tu awayî şoreşên li dijî dewletên Tirk û Îranê qebûl nedikir. Silêman Muhînî jî dev ji doz û baweriya xwe berneda. Ew kuştin û cesedê wî jî teslîmê Şah kirin.

Dr. Şivan ku di dîroka Kurdistanê de birîneke nayê dermankirin e jî ji aliyê wan ve hat qetilkirin. Ew bûyer hîna jî ji gelek aliyan ve veşartî maye. Çawa ku xwîşka Dr. Şivan dibêje: ‘Birayê min bû sir û nema vegeriya!‘ şoreşgerên wekî Dr. Şivan, Çeko, Brûsk û Seîd Elçî jî di nav destê Malbata Barzanî de hatin wendakirin. Li dû wan li başûr sonda: ‘Bi serê Dr. Şivanî!‘ ma. KDPê heta niha jî derbarê wê komkujiyê de ti belge eşkere nekirine, ti gotin neanîne ser zimanî. Lewra tawaneke li dijî Kurdayetî û mirovahiyê ye. Bi sedan bûyerên wiha yên bi hevkariya dewletên dijmin lê bi tetikên KDPê hatîn kirin, hene. Ew komkujî û sûîqestên dereyî qanûnî û çetewarî di gelek dane û belgeyan de hatine tomerkirin, lê mixabin hîn jî saziyeke çavdêrî û darizandinê ya li ser partiyên siyasî û kesayetan nîne. Gava bi tank û topên dijminan bajarên Kurd dagir dikin weke li Hewlêrê û dema bi tankên Tirkan êrîşê gerîlayên Kurd dikin jî ji bo wan heman bahane hene. Dîsa komkujiya Hewlêrê ya ku tevahiya wan nexweş û birîndar bi qasî 80 şoreşgerên jin û mêr bi awayekî hovane hatin qetilkirin? Niha li ku veşartî ne, di kîjan gora tomerî de ne ew jî nayê zanîn. Ma ev ne tawan û sûcê li dijî mirovahiyê ye? Ew kesên ku nedikarîn tiliya xwe jî bilivînin û girtina wan jî bi hinde hêsan bû, çima hatin qetilkirin? Cihê wan yê lê bûn jî nexweşxane bû. Weke tê zanîn di qanûnên şerî de jî êrîşa li dijî nexweşxaneyan qedexe ye. Jixwe mirov bi hêsanî nikare behsa sivîl û pêşmergeyên di Şerê Birakujî de hatîn wendakirin bike. Li gorî daneyan bi qasî 8000 pêşmerge bi destê KDPê hatine wendakirin, piştî hinde salan jî ti agahî ji wan nehatine girtin.

Li aliyê din jî weke malbata Somoza ya dest danîn ser alîkariyên ji bo erdhejê şandibûn, aboriya Başûr jî ji aliyê wê malbatê û çend malbatên din ve desteserkirî ye. Heta niha jî ne parlamento û ne jî ti partî û kes nema karîne pirsyara dahata ji deriyê Xabûrê bikin. Bila tenê rapora rojekê ya wî derîyî eşkere bikin, bes e.

Nivîseke wiha encax dikare çend bûyerên girîng bi bîr bixe, lê berhemên pir berfireh jî li ser tawanên wê malbatê û partiyê hatine amadekirin. Nivîskar û lêkolînerên wekî Refîq Pişderî bi sedan belge û bûyerên dere qanûnî yên wan tomer kirine.

Weke encam divê di zûtirîn demê de Kurd jî bibin xwedî saziyeke bilind ya bikare rê li ber wan tawanan bigire. Ew jî wezîfeya li ser milê her kesî ye.

Yazarın diğer yazıları