Somoza û Barzanî -I-

Di sala 1972´yan de paytexta Nîkaraguayê, Managua bi erdhejekê hilweşiya. Di encama wê de 6 hezar kes mirin, bi qasî 300 hezar kesî jî birîndar û bê mal û war man.

Ji qada navneteweyî gelek alîkarî hatin şandin, lê ji wê alîkarî misqalek jî nedigihişt ber destê hewcedar û birîndaran. Xanedana li serê gelê Nîkaraguayê bûbû bela ya bi navê Malbata Somoza alîkariyên dihatin di seray û xanûmanên xwe de bi cih dikirin. Koşk û serayên wan yên saxlem mayî, li ser xaniyên hilweşandî, rûxandî, wêranbûyî yên gelê belangaz bilind dibûn.

Pêşengê gelê bindest Augusto César Sandino li dijî dagirkeriya emperyalîstan û serdestiya xanedanê têdikoşiya. Piştî vekişîna yekîneyên Dewetên Yekbûyî yên Emerîkayê, Sandîno jî dev ji şerê çekdarî berda.

Fermandarê Mihafizên Neteweyî, Anastasio Somoza Garcia di sala 1934´an de Sandîno da kuştin û dest danî ser rêveberiya lîberal. Êdî qedera gelê Nîkaraguayê di destê malbata Somoza de mabû. Her gava yek ji wan dimir yan dihat kuştin, li dewsa wî yek ji malbatê bi cih dibû. Di sala 1956´an de Somoza Garcia hat kuştin lê kurê wî Luis Somoza Debayle ji bo rêveberiyê ji mêj ve amade bû.

Giya di bin kevirî de namîne, li ser rûyê erdê ti zilm, stem û barbarî abadîn nebûye. Li gorî efsaneyê, Kesyer Nemrûd ku nîv mirov û nîv yezdan bû gelek stemkar û zalim bû. Zilma wî gihiştibû ber perên asîmanî. Wî ji xwe re birceke bilind lêkiribû û digot, ezê biçim heft tebeqeyên asîmanî û yezdanî bikujim.

Dinya bi giştî di xizmeta wî de bû û ji bo lêkirina birca wî kar dikir. Lê ji nişkê ve belayek hat serê keyserî. Kermêşek di bêvila wî re ket hundirê serê wî û êdî tebat û sekan jê re nema. Her kêliya ku kermêş di mêjî de dilebitî, dibû qîr û hewara wî. Dixwest bi dar û hesinan li serê wî bixin. Di encamê de ti tişt jê re feyde nekir û serê wî ji hev belawela bû.

Ew efsane ye, lê ya Malbata Somoza rastî ye. Gelê Nîkaragua yê hejar û belangaz bi pêşengiya tevgereke nû ya şoreşger, li dijî pergala stemkar dest bi têkoşîneke nû kir. Di sala 1962´yan de tevgera ku navê Sandîno li xwe kiribû, derket meydana siyaset û têkoşînê. Xanedanê jî li ber xwe dida.

Li gel alîkarî û piştgiriya ji derve û hêza leşkerî ya di dest de li ser gel tofan radikir. Luis Somoza diçû, Anastasio Somoza dihat şûna wî. Tişta dihat guhertin, pêşnav bû, navê Xanedanê her li ser eniya welatî dima.

Ji dêrê heta kesên rewşenbîr û nivîskar, her cûre hêzên muxalefetê armanca tîrên pergalê bûn. Tehemûla wan ji gotinek yan jî gotareke muxalif re jî nebû.
Di rêbendana sala 1978´an de rojnamevan Pedro Joaquin Chamorro ku pêşengê tevgera rizgariya demokratîk bû, hat kuştin. Li ser wê bûyerê greveke giştî ya li seranserê welêt hat destpêkirin û pê re li her deverê aloziyên tund rûdan.

Sandînîstên ku têkoşîna çekdarî ji nû ve dabûn destpêkirin, tevahiya bajarên girîng girtibûn. Di 17´ê Tîrmeha sala 1979´an de jî paytext Managua ket destê şoreşgeran. Ew dîrok bi nav û nîşan diyar dikir ku êdî dawî li dîktatoriya Malbata Somoza ya li ser gelê Nîkaraguayê hatibû.

Di encama desthilatiya bi qasî 45 salan de ji Somoza re rûpelên qirêj yên bixwîn û stem man. Navê Sandîno yê pêşeng weke gotineke pîroz li ser lêvên zarokên Latînyayê dijî. Belkî her tişt li gorî dil û daxwaza pêşengên şoreşê û gelê Nîkaraguayê bi encam nebû, lê di ti belge û nivîsê de nehat dîtin ku ji bilî alîgirên Somoza û kontrayên xwefiroş, ti kesî xweziya xwe bi pergala xanedanê anî. Rast e, xewn û xeyalên ku şoreşê ji bo gel misoger dikirin, pêknehatin ku sedemeke girîng jî destên dirêj û qirêj yên derveyî ti carî ji nav welatî derneketin. Tim hewl dan ku dîrokê li rewşa berê vegerînin û destketinên gel dîsa desteser bikin. Hîna jî Nîkaraguaya xweşik a Latînyayê li ber xwe dide.

Ji ber wê ye ku divêt her mirov hay ji dîroka xwe û ji mêjûya mirovahiyê hebe. Divê ew demên bihurî ji bîr neke û derfet û firsenda bi dest ketî abadîn û weke heta hetayê nebîne. Di her gava navê Malbata Barzaniyan tê bilêvkirin, yekser Xanedana Somoza jî tê bîra mirov. Em ê di nivîsa bê de jî li ser hevrengî û wekhewiya herdu malbatan bisekinin.
Weke gotina dawiyê, risteyek ji helbesta şaîrê Kurd Evdirrehman Mizûrî bi bîr bînin:’Wê rojekê, misoger wê rojekê mirîşk û dîkilên Kurdistanê jî serî rakin û bêjin: Me mîrî navê!’

Yazarın diğer yazıları