Soranî û Kurmancî yekmal in

Eyup Subaşî yê du pirtûkên Mardîn Ibrahîm wergerandin Kurmanciyê, got: “Zehmetiya herî mezin nebûna ferhengê ye. Ferhengek Kurdî- Kurdî yan jî ferhengeke Kurmancî-Soranî heger hebûna, karê me wê hêsantir bûna.”

MÎNA ROJ / ANF / STENBOL

Du pirtûkên nivîskar Mardin Îbrahim ji aliyê niviskar Eyup Subaşi ve beriya çendekê ji Soranî bo Kurmanciyê hatine wergerandin. Nivîskar û wergêr Eyup Subaşî derbarê van pirtûkên Weşanxaneya Peywendê weşandî, çîroka van pirtûkan û pirsgirêkên zimane Kurdî ji bo wegerê de behsa gelek xisûsan kir. Eyup Subaşi ji bo karê xwe dibêje, ev ne lêanîn e; “Ez dikarim vê pirr bi rehetî bibêjim, ji ber ku du zimanên cuda nînin du çandên cuda nînin yanî serboriya Kurmancî û Soranî ewqas ji hev dûr nînin ku karibim bibêjin ev lêanîn e.”

We ev pirtûk çawa hilbijart û di dema wergerê de we çi zehmet bû?

Mardîn Îbrahîm bi weşanxaneya peywendê re têkilî danî, wan daxwaz kir van herdu pirtûkên Mardîn Îbrahîm bikin Kurmancî. Min jî ji Soranî veguhest Kurmancî, yanî têkiliyeke taybet nîne. Herdu roman min hilbijartin. Tişta zehmet, nebûna ferhengê bû. Ferhengeke baş a Kurdî-Kurdî nîne, Kurmancî-Soranî nîne, lewma jî, wexta mirov bi wateya peyvekê nizane yan bi saetan lê digere, yan jî ji hevalekî dipirse ji bo ku peyde bike. Zehmetiya herî mezin nebûna ferhengê ye. Ferhengek Kurdî- Kurdî yan jî ferhengek Kurmancî-Soranî heger ew hebûna, wê karê me hêsantir bûna.

Çima tine, derbarê vê de divê ku xebatek hebe?

Li başûr hema bêje ev sed sal in perwerde heye. Li wir divê hatibûna çêkirin. Ferhengeke qet nebe Kurdî-Kurdî. Yanî ferhengên Kurdî-Kurdî hene, lê ne di wê astê de ne ku bi kêra hemû pêdiviyên wergerê bên.

Sûd ji hev girtine Soranî û Kurmancî?

Yanî Kurmancî û Soranî wexta ku xebat bi zaraveyekî çêdibe wê demê ew zarava pêwistiyên wan bi peyv û têgehan çêdibe. Ev pêdivî jî çi dike, diçe li zaravayên din dinêre bê ka di wî zaravayî de tiştek heye, tiştek tine. Lewma jî têkilî çêdibe. Mesela em li Kurmancî mêze dikin gelek peyv ji Soranî girtine, li Soranî mêze dikin gelek peyv ji Kurmancî ketine Soranî. Yan jî Soranî jî Hewramî girtine. Yanî wexta ku xebat hebin, ev çûn û hatina peyvan jî çêdibe. Em dibînin di Kurmanciyê de jî gelek peyvên Soranî hene, di Soranî de jî gelek peyvên Kurmancî hene.

Ev pirtûkên ku we veguhestin werger in yan lêanîn?

Yanî lêanîn di maneya wêjeyê de tiştekî din e. Lêanîn çawa ye? Ji bo ku lêanîn derkeve holê, divê du zimanên cuda hebin, du çandên cuda gelek ji hev cuda bin. Mesela em bêjin, bila çîrokek hebe bi Ingilîzî hatibe nivîsîn çavdêrê wê jî yekî Ingilîz be navê wî Josef be û herdem biçe dêrê. Wexta ku em lêanînê bikin, em ê çawa bikin? Josef bikin Yûsûf dêrê bikin mizgeft û Londonê jî bikin Amed yanî ji bo ku lêanîn çêbe divê du çandên du zimanên ji hev cuda hebin. Yanî di wêjeyê de wateya wê ev e. Lewma jî ev ne lêanîn e, mesela xewnê mêrikê Îranî di vir de behsa Ehmedê Xanî dike. Mesela Mem û Zîn, tê de Botan heye, Amed e. Hewlêr ev tê de derbas dibe. Lewma jî ne lêanîn e, dikarim vê pirr bi rehetî bibêjim, ji ber ku du zimanên cuda nînin du çandên cuda nînin yanî serboriya Kurmancî û Soranî ewqas ji hev dûr nînin ku karibim bibêjin ev lêanîn e.

Çi qîmetê wergera ji Soranî ber bi Kurmancî ve wê li Kurdî bibe biya cenabê te?

Mesela haya me ji nivîskarekî başûr çêdibe, em dizanin ku li vir gelek xebat hatine kirin, gelek nivîskar hene ku berhemên hêja dane. Wexta ku em zanibin ku li başûr nivîskarê wê derê çi nivîsîne, em ji tecrûbeyên wan sûdê werdigirin. Wê demê bandoreke baş ji bo wan berhemên ku bi Kurmancî tên nivîsîn jî çêdibe. Derfetên perwerdeyê yên Soraniyê beriya Kurmanciyê çêbûne û gelek nivîskarên hêja derketine. Em bizanin ka ew serboriya wê derê ew bipêşveçûna Soranî çawa çêbûye. Yanî Kurmancî li Bakur hê jî ne zimanê perwerdehiyê ye. Heger Kurmancî sûdê ji Soraniyê bigire dikare zêdetir û hêsantir rê li ber xwe veke.

Êriş jî li dijî Kurmanciyê gelek in…

Helbet heger em Kurd xwedî li zimanê xwe derkevin, mesela li Bazîdê peykerê Ehmedê Xanî rûxandin wexta ku êriş li ser nirxên me çêbibe em nerazîbûneke xurt nîşan bidin, wê demê nikarin bi rehetî êrişî zimanê me bikin. Refleks çawa tê xurtkirin, bi saziyan, yanî sazî û çapemenî dikare vê xurt bike, wexta ku çapemeniya Kurdan yan jî saziyên Kurdan girîngiyê bidin vê, êriş wê demê êrişên wan bi hêsanî nabin.

Em li pirtûkên te wergerandî vegerin. Mardîn Ibrahîm qala çi kiriye di pirtûkên xwe de?

Yek jê, xewna mêrikê Îranî behsa Ehmedê Xanî dike. Ehmedê Xanî çawa destnivîsa Mem û Zînê parastiye. Çeteyek hebûye li wir ku Osmaniyan ew bi rêxistin kiriye. Vê çeteyê hewl daye ku berhemên hêja ji navê bibe. Haya çeteyê ji berhema bi navê Mem û Zîn çêbûye û hewl dide ku wê ji nav bibe. Diçin peyda dikin 3 nusxeyên wê hene, 2 nusxeyan peyde dikin nusxeya dawî bidest dixin. Ew kesê ku nusxeyê bi dest dixe, dilê wî nake ku bişewitîne, ji wê derê digre û diçe dereke din û bi vî awayî ev çîrok dewam dike.
Ya din jî behsa Îskender Tîmûrleng dike, çawa hatiye Şamê, çawa Şam dagir kiriye, behsa wê dike di ser wê çîrokê re bi pêş ve diçe.

Gelo wergerên ji Kurmanciyê ber bi Soraniyê ve jî hene?

Belê hene; bi qasî ku ez jê agahdar im, berhemên Helîm Yûsiv hatine Soranîkirin yanî ez ji bo yên modern dibêjim. Yên Mehmet Uzun haya min jê heye, ew jî hatine Soranîkirin; jixwe Mem û Zîn ji berê ve di Soranî de heye.

Ji bo wergera we heta niha xelkê ji razîbûn û nerazîbûn nîşan da?

Kesên ku dibêjin Kurmanciya wî hinekî dijwar e, hene, kesên ku dibêjin Kurmanciya wî baş e hene. Çima dibêjin dijwar e? Ji ber ku min peyvên Soranî gelek tê de bi kar anîne. Dest neda wan, dawiyê me ferhengokek çêkir. Lê heger têkilî hebe di navbera Kurdan de mesela sînor tinebin, Kurdekî Amedî biçe Suleymaniyê û were wê ev peyv jî wê bi me nas xuya bikin. Peyv peyvên Kurdî ne, ha Soranî û ha Kurmancî.

Piştî vê jî wê xebatên cenabê te yên bi vî rengî hebin?

Belê wê hebin, yanî em hewl bidin ku bikin wekî ferhengê.

Dibe ku îro ne, lê karê ferhengê karekî cidî ye. Bi kesekî nabe, divê mirov li cihê cih xebatê bike. Dibe ku ez alîkariyê bidim wan kesan ku dixwazin ferhengekê amade bikin, lê aniha halê hazir, ez bi xwe re nabînim. Hem derfetên min nînin hem jî ew tecrûbeya min nîne ku ez ferhengeke Soranî-Kurmancî çêkim.

Yazarın diğer yazıları

    None Found