Stenbolî

Kurdên Stenbolî di vê hilbijartina neheq de bi wijdan tevgeriyan û dengên xwe biawayekî bikêr bi kar anîn. Di encamê de textê desthilatdariya AKPê hejandin û li rûyê hemû dunyayê dan ku ew dikarin bi rêbazên demokratîk nerazîbûna xwe ya rêxistinî diyar bikin. Ev şeqamlêdana nerm lê dijwar a Kurdên Stenbolî dê tesîreke yekcar mezin li ser serketin an jî binketina AKP´ê ya di siberoja Tirkiyeyê de bihêle. Yan AKP wê dev ji vê siyaseta xwe ya dijkurd û antîdemokratîk berde û guh bide vê hişiyariya Kurdan, yan jî ew ê mîna gelek partiyên din ên Tirkiyeyê temenê xwe biqedîne û here. Wisa xuya ye êdî ”lam û cîm” a vê çîrokê nemaye.

Biqasî AKP û hevkara wê ya nijadperest divê CHP jî ji vê helwêsta Kurdên Stenbolî hinek hişiyariyan wergire. Heger CHP hê jî di xeta Kemalîstî ya înkara me Kurdan de dewam bike, mafên Kurdan yên siyasî, çandî û azadî nexwaze bibîne; bi gotinên vala û pûç xwe bixapîne yên wek Kurd feodal in, bêkar in û pêwistiya wan bi zevî û meviyan heye, ew ê jî nebin çareserî. Ji niha û pê ve, ne tenê çavê Kurdên Stenbolî wê li ser Îmamoglu be, her wisa Kurd hemû wê helwêsta CHP´ê bişopînin.

Herçendî Kurdan di vê hilbijartinê de pirr stratejîk ango li gorî berjewendiyên giştî yên siyaseta xwe dengê xwe bi kar anîbin jî, dîsa jî CHP divê vê qenciya wan ji bîra neke. Qet nebe, şaredarê wê guhê xwe bide daxwazên wan. Û vê jî baş zanibe ku dîroka Kurdan li Stenbolê gelek kevn e û ew li ser vê Istanbula îro xwedî ked in. Ev keda Kurdan ji nifşan derbasî nifşan bûye.

Tevî ku rêya Kurdan û Stenbolê pirraniya caran di encama şer û pevçûnan de gihaye hev û din jî, wan hewl daye di hemû waran de xizmetê ji vî bajarê qedîm re bikin û hem jî derfetên siyasî û hûnerî yên vî bajarî têxin xizmeta azadiya Kurdistanê. Em dizanin ku di dema Osmaniyan de di serî de malbata Bedirxaniyan û gelek rewşênbîrên ji hemû beşên Kurdistanê, bi darê zorê an jî bi dilxweşî li Stenbolê bi cîh û war bûne.

Van pêşiyên Kurdan di demên dawî yên Împaratoriya Osmaniyan de ji bo bidestxistina mafê xwe yê neteweyî rêxistin ava kirine, kovar deranîne û hewl dane, tesîrekê li ser birevebiriya Osmaniyan bihêlin ku mafên xwe yên neteweyî bi dest bixin. Lê mixabin, gelek ji wan zana û navdarên Kurd piştî avabûna Komara Tirkiyeyê ku Mustafa Kemal serkêşiya wê kir, wek nokên li kevirketî terke dunyayî bûn.

Di serî de malbata Bedirxaniyan ku di jiyana çandî û siyasî ya Stenbola sedsala 19´an de xwedî giraniyekê bûn, ji ber xebatên xwe yên Kurdistanî hatin sirgûnkirin. Hemû derfetên aborî û siyasî yek bi yek li ber wan hatin girtin. Tenê beşek ji malbata wan a ku xwe li gorî berjewendiyên Kemalîstan li qalibxistin, karîn jiyana xwe dewam bikin.

Ji bilî malbata Bedirxaniyan şaîr û rewşenbîrên wek Pîremêrd, Hecî Qadirê Koyî, Şêx Riza, Seîdî Kurdî, Evdirehîm Rehmî Hekarî û gelekên din keda xwe ya hûnerî li vî bajarî rijandine. Kovara Jîn û rêxistinên Kurdistanî dîsa li vî bajarî hatine avakirin. Bi van aliyên xwe Stenbol nikare keda Stenboliyan a li ser xwe înkar bike. Loma jî ya li vir tê xwestin ew e ku birêvebiriya şaredariya Stenbolê hemû bajariyan li gorî çand û edetên wan ên cuda himbêz bike û di warê jiyana wan a çandî û zimanî de ji wan re bibe alîkar.

Ew ê di demeke nêzîk de diyar bibe, ka CHP wê bi refleksên xwe yên kevn tevbigere an jî ew ê xwe li ber pêla serdemî berde ku mirov dikare van nirxan wiha rêz bike; hevkarî, hevqebûlî, rêzgirtina ji cudahiyên çandî, olî û siyasî.

Bêguman li vir erka herî mezin dikeve stuyê Stenboliyên me. Ka ew çiqas dikarin xwe li dora dezgehên xwe yên siyasî û çandî bidin hev û xwedî li wan derkevin. Divê neyê jibîrkirin ku Înstîtuya Kurdî ya Stenbolê û komên cuda yên xebatên çandî dikin; li hemberî bişaftina çandî, zimanî û siyasî kelehên hêja yên parastinê ne. Ew bi berxwedana gelê Kurd û birêberiya Apê Musa, Feqe Huseyin û gelek rewşenbîrên hêja yên Kurd saz bûne. Çi qasî Kurdistanî li van saziyan xwedî derkevin, ew qasî  ew ê di siberoja siyaseta Stenbolê de wek Stenbolî xwedî gotin bin.

Yazarın diğer yazıları