Sûcên şerî xêz kirin

12  şêwekarên Kurd ên ji Rojava li ber Parlamena Elman yanî Bundestagê bi performansekê dagirkeriya qirker a dewleta Tirk a li Rojava rûreş kir.

Hunermend Meryem Eyşo, Wehîd Tewfîq, Nesrîn Bayem, Xidir Evdilkerîm, Rodî Xelîl, Şîrîn Dawud, Kawa Katsikats, Taha Zalî, Arî Mîrza, Hesen Huissen, Hesen Malla û Keçî Xom, bi 9 tabloyên xwe yên şêwekariyê zilma dewleta Tirk û rejîma Erdogan li gelan dikin, nîşan da. Hunermendan ev performansa xwe li rex pankarta li sernivîsandî “Artêşa Tirk û çeteyên wê ji Bakurê Sûrî bicehemin” çêkir. Wan bi tabloyên xwe ew kesên di encama êrişên bi sîlehên kîmyewî birîndarbûyî yan jî şehîd bûyî xêz kirin.

Bi daxuyaniyekê wan got, ew dixwazin bi hunerî bang li wicdanê mirovahiyê bikin. Hunermendan got, ew ê çalakiyên xwe dewam bikin û ev peyam da: “Em ê ti carê destûrê nedin ku qirkirin bibe û welatê me bê talankirin.”

Rêveberên PYD Berlînê û Civaka Îslamiya Kurdistanê (CÎK) jî destek dan çalakiyê.

BERLÎN

Yazarın diğer yazıları

    None Found