Şûnwarên dîrokî yên Kirmaşanê

BOTAN GERMİYANÎ / ROJNEWS/KIRMAŞAN

Kirmaşan bajarê herî mezin ê Rojhilatê Kurdistanê ye û pêncemîn parêzgeha mezin ya Îranê ye. Li Kirmaşanê 3 hezar û 300 şunwarên dîrokî hene. Ji ber vê yekê Kirmaşan li Îranê pileya yekem a şunwarên dîrokî bidestxistiye. Zêdetirê 2 hezar û 300 ji van şûnwaran di pêrist û muzexaneyên Îranê de hatine tomarkirin.

Hin ji şûnwarên herî kevnar ên Kirmaşanê wihane; Kêwî Bêstun, Serawî Giznehle, Çemî Gamasyab, devera parastî ya Buzin û Merxîl, Serawî Necîwran, Daristanên Şiwankare, Serawî Germ, Kêwî Şaho, Kêwî Suheyl, Daretûy Serasyaw, Kêwî Emrule, Eşkewtî Praw, Eşkewtî Qurî Qela, Serawî Taqewsan û Serawî Rêjaw.

Şunwarê Bêstûn li Kirmaşanê navê xwe di lîsta şûnwarên cîhanî ya UNESCOyê de digre.

Yazarın diğer yazıları

    None Found