Sûrî Qirkirina Ermenan nas kir

Parlamenta Sûrî di rûniştina xwe ya doh de komkujiya ku di sala 1915’an de li Ermenan hate kirin weke qirkirinê nas kir.

Sûriye bi vê biryarê piştî Lubnanê bû welatê duyemîn ê Ereban ku Qirkirina Ermeniyan nas kiriye.

Meclîsa Sûriyeyê komkujî û tehcîra ku dewleta Osmanî di sala 1915’an de li gelê Ermen kir, weke qirkirin qebûl kir.

Serokê Komîteya Têkiliyên Derve ya Ereb a Parlementoya Sûriyeyê Bûtros Morjan têkildarî biryarê got: “Naskirina van çalakiyên dij mirovî, şermezarkirin û ji bo carekî din pêk neyên dem hatiye ku pêşiya wê bê girtin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

Yazarın diğer yazıları

    None Found