Suryanî di bereya bergiriyê de ne

ERSÎN ÇAKSÛ / ANF/TIL TEMIR

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên El Nusra, DAÎŞ û El Kaîdeyê di roja 35’emîn de êrişên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomînin.

Li dijî van êrişên di hewa û erdê re gelên herêmê û komên baweriyan ji bo parastina xwe, berxwedaneke mezin dikin.

Li Til Temirê gelê Asûr, Suryan, Kurd, Ereb û Ermen lê dijîn û di rojên dawî de gelek êrîş lê tê kirin.

Hêzên parastina gelên Asûr û Suryan peywira parastina ax û gelê xwe wergirtin.

Dewleta Tirk a êrişên xwe li ser Til Temirê zêde kirine dixwaze rêya diçe Qamişlo qut bike, rêya duwelî bixe kontrola xwe û êrişên bi armanca qirkirinê li dijî Hesekê bide destpêkirin.

Em gelên xwe diparêzin

Meclîsa Leşkerî ya Suryanan û Hares El Xabûr (Parêzvanên Xabûrê) ji ANF’ê re qala berxwedana xwe kirin.

Asûr û Suryan li ber çemê Xabûrê 33 gundên wan hene û diyar dikin ku ew ji bo ax û gelê xwe biparêzin wê her cure berdêlan bidin. Şervanê bi navê Salim Mehmûd Salih ê Meclîsa Leşkerî ya Suryanan diyar dike ku parastina gel û baweriyan peywirek e û got, “Em li vê derê bêtir herêmên gelê me yê Xirîstiyan diparêzin. Lê em li vir gel û baweriyan hemûyan diparêzin. Ji bo vê jî em ji bo peywirên dikevin ser milê me, her dem amade ne. Li hemberî komployan hemûyan em ê gelê xwe û axa xwe biparêzin.”

Şervanê Meclîsa Leşkerî ya Suryanan ê bi navê Yarob Dawûd jî diyar kir ku qedera gelê herêmê bi hev girêdayî ye û got, “Em li hemberî çeteyan axa xwe diparêzin.”

Şervanê bi navê Devîd Mûhan jî got, “Em gelê xwe yê Asûr, Siryan, Ereb û Kurd diparêzin.”

Şervanê Parêzvanên Xabûrê, Fîlîp Nebîl û Mehmûd Cûma jî gotin, “Em ax û namûsa gelê xwe diparêzin.”

Hawro Ceymî yê ku şervanê Meclîsa Leşkerî ya Suryanane, ew jî diyar dike ku wê destûrê nedin dagirkeriyê.

Yazarın diğer yazıları

    None Found