Swîsre divê ji bo Çelik kar bike

ABÎDÎN ÇETÎN / BERN

Hunermend bi Wezareta Karên Derve ya Swîsreyê re rûniştin û jê xwestin ji bo berdana hunermendê Dêrsimî Yilmaz Çelîk ê ku dewleta Tirk ew bi hincetên kêfî girtî, xwe bide ber barê berpirsiyariyê.

Ji Înîsiyatîfa Huner a Dêrsimê Hasan Saglam, Îpek Reçber, Umut Altınçag û Mikail Aslan, tevî kurê Yilmaz Çelîk Asmen Çelîk û parlamentera partiya Keskan a Swîsreyî Sibel Arslanê, li parlamena federal a Swîsreyê bi wezareta karên derve û hin parlamenteran re hevdîtinek kir. Heyetê bi bîr xist ku Yilmaz Çelîk 8´ê Kanûna 2019´an li Dêrsimê ji ber straneke di konserê de gotî û li ser îfadeyên şahidekî veşartî hatiye girtin. Heyetê xwest hikûmet ji bo berdana welatiyê xwe Yilmaz Çelîk hewl bide. Piştî hevdîtinê heyetê daxuyaniyek da çapemeniyê û got, “Di şexsê Yilmaz Çelîk de em weke dengê tevahiya hunermendên mexdûrê kirinên kêfî li vir dipeyivin. Yilmaz Çelîk, Şenol Akdag, Grup Yorum û Ozan Canê, û tevahiya hevalên me yên hunermend sûcê wan çi be, em ê jî her heman sûcî bikin. Em bi stran û zêmarên xwe dinyayê xweşiktir dikin, ev hunerê me ye. Bi vî hunerî em ê behsa azadiyê bikin.”

Li ser navê înîsiyatîfê, heyetê ev daxwaz ji rayedarên Swîsrî kirin:

l Bila hikûmet û saziyên peywendîdar ji bo welatiyê Swîsreyê Yilmaz Çelîk hewldanên fermî bike,

l Bila girtina Yilmaz Çelîk a bêhiqûqî tavilê bi dawî bibe,

l Bila hikûmeta Swîsreyê bi heyeteke çavdêr bibe mudaxilê dozê.

Yazarın diğer yazıları

    None Found