Tabela Kurdî vedigere

Tabelaya kurdî ya Şaredariya Bajarokê Kaniyahenê yê ser bi navçeya Êlihê Hezoyê hatibû daxistin. Piştî wê, xelkê nerazîbûn nîşan dabû. Niha tabela wê sê zimanî dîsa bê daliqandin.

Şaredarê Kaniyahenê Firat Karabûlût, ji tirsa qeyûm ji HDP’ê îstifa kiribû û dû re jî tabelaya Kurdî ya şaredariyê daxistibû. Daxistina tabelayê bûbû cihê nerazîbûnan. Piştî vê Hevşaredar Gulîstan Sonuk û endamên meclîsa şaredariyê ev mijar xistin rojeva meclîsa şaredariyê û meclîsê jî biryar da ku tabela ji nû ve bê daliqandin.

Hevşaredar Gulîstan Sonuk, diyar kir ku meclîsa şaredariyê biryar daye tabelaya şaredariyê bi Kurdî, Tirkî û Erebî be û got, Karabûlût jî mecbûr maye vê biryarê qebûl bike.

Her wiha di civînê de ji Karabûlût pirsîne, “Ji bo çi tabela daxistiye” û Karabûlût jî gotiye: “Dewletê daxistiye”. 9 endamên meclîsa şaredariyê hene û ji vana 6 jê HDP’î ne. Piştî biryara meclîsê tê payîn ku van rojan tabelaya sê zimanî ya şaredariyê ji nû ve bê daliqandin.

ÊLIH

Yazarın diğer yazıları

    None Found