Tajdîn û Sitî mînaka hevaltiya bi rastî

Çi di asta kesan çi jî di asta civakan de, hewldanên havnaskirinê, avakirina pirên dostaniyê û qeyîmkirina hevrêtiyan heger li ser bingeheke rabirdûyî be, domdar dibe û di navbera nifşên bê de jî dibe sedema avabûna têkiliyên saxlem û bihêz. Loma jî bi giştî dema mirov cara pêşî rastî hev tên yan jî ji bo demeke kurt bi hev û din re dibin heval, ew wek tevgerîneke hundirîn deriyên dilên xwe heta serpiştê ji hev û din re venakin. Bi heman awayî jî ew wê perdeya qalind a li ser binhişê xwe jî, ji bo xatirê hevaltiyeke demkurt ranakin.

Ji bo ku dostaniyeke li ser esasê ewlekarî, bawerî û dildarî di navbera kesan xwebixwe û komên civakî yên etnîkî û olî de pêk bê; pêwistî bi hevnaskirineke kûr û berfireh heye. Her mirov xwedî çîroka jiyana xwe ye lê her civakek jî xwedî çîrokeke jiyanî ya kolektîf e ku di dem û dewranên dîrokî de pêk hatiye.

Ez xwe bi van agahiyan bi sînor bikim û zêde tevlî karê dîroknasan nebim. Lê tişta ji bo min pêwîst ew e ku pirtûkên dîroknasan çavkaniyên gelek hêja ji bo naskirina derbasbûna civat û kesan pêşkêş dikin. Bi rêya pirtûkên faktî û biyografîk  xwendevan di çarçoveya hejmarek agahiyên faktî de li ser gelek bûyerên dîrokî dibin xwedî agahî. Lê gelek caran ev agahî tîna me ya li ser qewmîn û tevgerên pêşiyan naşikînin. Em dixwazin derbasî cihana wan a xeyalî bibin, fêrî hûrgiliyên têkiliyên wan ên navmalî û dermalî bibin. Pêşiyan di serdemên cuda de çi li xwe kirine, çi xwarine, çi vexwarine? Ew di nava odeyan de, li salonan, li nav bax û baxçeyan, li kolan û meydanên şer ên dîrokê, çawa tevgeriyane, rêbaz û pîvanên wan di şer û aştiyê de çi bûne? Ji bo ku mirov bi kûrahî û berfirehî jiyana serdem û qonaxên cuda û girîng ên dîrokî nas bike, li ser cudahiya karekter û tevgerên gelan bibe xwedî fikir, berhemên wêjeyî xwedî roleke gelek girîngtir in ji yên dîroknasan.

Dema em Mem û Zîn a Ehmedê Xanî îro dixwînin, em bi kûrahî û berfirehî bi hest û hîsên pêşiyên xwe yên wê serdemê dihesin. Ne tenê em bi saya vê berhemê derbasî jiyana hîsên resen ên pêşiyên xwe dibin, li ser tevgerên birêveber û mîrê wê serdemê dibin xwedî agahî. Em dibin hevşîn, hevxem û hevşahiya mirovên wê serdemê. Em ji vê berhema wêjeyî pê dihesin bê ka di rojên seyran û xweşiyan de ciwanên Kurd çawa bi civanên hev û din ketine. Dema çûne cejn, seyranê û bi civanên hev ketine xwe çawa xemilandine. Di vê mijarê de Mem û Zîn hê jî çavkaniyeke bi ber û der e. Ew wek qutika reş a razên civaka kevnar a Kurd e.

Wek mînak, di roja Newrozê de Sitî û Zîn kincên mêran, Tajdîn û Mem jî kincên jinan li xwe dikin û ji bo pêydekirina dildiyarên xwe diçin cejnê. Nivîskarê berhema Mem û Zînê mela ye. Di serdemeke feodalî de bikaranîna rêbazeke bi vî rengî dikare problem be. Lê Xanî hûner nekiriye qurbana têgihiştina serdemê ya teng û rêbazeke cuda ya dempêşî bi kar aniye.

Mem û Zîn ji bilî mijara xwe ya evînî ya bilind, bi hevaltiya di navbera Mem û Tajdîn de jî gelek balkêş e. Hevrêtiyek bi mînaka şoreşgerî ya bê berjewendî heye. Mînak dema Mem û Zîn li civanê hev in, Mîr tevî komeke peyayên xwe di ber wan re peyde dibe. Mem, Zînê di bin kurkê xwe de vedişêre û nikare ji ber Mîr rabe… Tajdîn û Sitî ji bo hevalên xwe ji vê tengasiyê rizgar bikin, agir bi mala xwe dixin. Hemû hebûna xwe bêyî ku li ser bifikirin dişewetînin. Tenê yek armanc û daxwaza wan heye, rizgarkirina hevalên xwe.

Rizgarkirin û bihevşakirina Mem û Zînê li derveyî hêza Tajdîn e. Ew li hemberî biryardariya birêveber û îradeya xwemalî bê derfet dimîne. Naxwaze hêza xwe jî ji bo têkbirina birêveberiya Botanê bi kar bîne ku dikare rê li pêşiya êşên hê mezintir di asta civakî de veke.

Lê li aliyekî din jî hevalên wî yên xwedî evîneke bê dawî û derdemî li ber çavên wî roj bi roj dihelin û tiştek ji destê wî û Sîtîxanê jî nayê. Heta, piştî belavbûna nûçeya xemgîn a mirina Mem û Zînê, Tajdîn hingî berê hêrsa xwe ya seqakirî dide Bekirê sersedem û şerekî berdewam ê li dijî xayintî û xerabiyê dide destpêkirin ku heta îro jî li dijî Beko û Bekotiyê dewam dike.

Yazarın diğer yazıları