TAK; gotina fetisî di qirika me de

Dema pitikên di pêçekan de di nava jêrzemînan de zindî dihatin şewitandin, kesî xwe ji cihê xwe neediland û xewna xwe xira nedikir. Ev ji bo Kurdan jî lê ye, ji ber vê bêhestiyariyê civaka Tirkiyeyê û tevahiya cîhanê jî bêxem ji xwe re rûnişt û li vê nemerdiyê temaşe kir. Dema cenazeyê dayika Taybet bi rojan di kolanan de ma, dest jê berde xwedîderketin, kes nêzî cenazeyê wê jî nebû. Bi rojan dayika keça biçûk Cemîlayê, cenazeyê keça xwe di cemedxaneyê de veşart. Li ber serê Cemîlaya xwe bi rojan lorîkên dilbêş kir û hewara xwe bi tevahiya Kurdistanê bir, lê ne tenê kes bi hewara wê ve neçû, parçeyek cemed ji Cemîlayê re zêde dîtin û ew bi rojan wisa ma. Dema Mehmet Tunç hewara berxwedan û azadiyê dikir, hinekan guhê xwe ji vê rastiyê re girt û bêdengî hilbijart. Salek di ser wan rojan re ku wek şerîta fîlman li ber çavê me tê û diçe, derbas bû. Salek di ser hestên berxwedêr ên Çiyager, Raperîn û Rojbînê re derbas bû. 

Lê belê hê jî Cizîr, Sûr û Nisêbînê birîna xwe nepêçane. Hêj bêhna goştê canê mirovan di jêrzemînên berxwedanê de tê pozê me. Li cihekî ku hêj ev birîn nehatibin pêçan, bila kes hêvî neke, gerîla û şervanên azadiya Kurdistanê destê xwe bidin hev û ji xwe re li derbasbûna saleke bi êş û tije zilm a ku bi serê gelê me ve hatî temaşe bikin. Îro dewleta Tirk û ragihandina ser bi wê ve wer xwe mexdûr û belengazî dikin, tu dibêjî qey li vî welatî 300 mirov bi saxî di jêrzemînan de nehatin şewitandin. Niha ku heyfa wan rojan tê hilanîn bila kes wêje û felsefeya azadî û biratiyê neke. Bila kes kesî fêrî pîvanên demokrasiyê neke. Kes bila nebe kevoka aştiyê. Ew xwînxwarên ku doh li Nisêbîn, Cizîr û Sûrê kevir li ser kevir nehiştin, jin û zarok û bi sedan kesên bêguneh di bin navê terorê de qetilkirin, îro ger dimirin, hesabê kiryarên xwe didin û ewqas. Rast e, kes ji mirinan kêfxweş nabe, kes heyranê şer û xwînrijandinê nîne. Lê Kurd êdî ne ew Kurdê sedsalek berê ye ku wek berxan stuyê xwe li ber kêra dagirkeran dirêj bike û li benda mirina xwe bimîne. 

Zarokên bi xêr û helalzade yên vî welatî sala par bi çavê xwe bûne şahidê van hemû rastiyan. Dayika xwe li ber çavê xwe bi rojan di kuçe û kolanan de kuştî dît. Bi rojan li ber serê xwîşk, bira, dayik yan jî keseke xwe ya din nobet girt. Yên şahidiya wan rojan kirin, paşê bûne Zinar, Doga û Eylem. Bûne Teyrên Bazên Kurdistanê (TAK). Îro TAK tola Cizîr, Nisêbîn û Sûrê hemûyî radike. Tola bedena pîroz a keçên xama û qehreman ku kêliyekê jî jiyana bêrûmet nepejirandin. Tirkbûn, înkar û jiyana bêwate ya sermayeyê lenet kirin û bedena xwe ya pîroz bi xwîna xwe ya sor xemilandin. 

TAK tenê kîn û hêrsa doh û îro nîne, hêrsa salên dirêj ên komkujiyên mezin ên wek Dêrsim, Geliyê Zîlan û Helebceyê ye. TAK tola sînorên lêkirî li ser bedena vî welatî hatiye xêzkirin e, bi hêrsa ciwanên TAK’ê wê nijadperestiya Tirk a bi sedê salan xwe li hebûna Kurdan ker kir û dike, wê hilweşe û bi erdê re bibe yek. Dibe ku hinek kes ji xwe re û di ber xwe de bibêjin; Çalakiyên wisa nabe çêbin û qaşo behsa yekîtiya di navbera gelan de bikin. Ew kes û di serî de hemû Kurd divê çavê xwe vekin û carekê li derdora xwe temaşe bikin û rastiya dewletê bibînin. Ew dewleta ku heta doh ji ber straneke Kurdî, semboleke Kurdî û xulase her tişta bi navê Kurd û Kurdistanê tu avêtî zindanan û êşkenceyên herî bêrehm li te rewa dît. Ew dewleta ku tayê sêdareyê dide destê zarokên dibistana seretayî û wan fêrî dersa bidarvekirinê dike. Dewleta ku li dibistaneke Êlihê marşa ‘Bextewer im ku Tirk im!’ dide zarokên Kurd. Û tu van hemiyan bi çavên serê xwe dibînî, çawa dibe, mirov bi çavê xwe bibe şahidê bidarvekirina xwe, çawa dibe? Ji bo wê jî êdî şervanên Teyrên Bazên Kurdistanê nasekinin û ji xwe re li vê înkarê temaşe nakin. TAK gotina fetisî di qirika me hemiyan de ye. TAK zimanê birîna me ya hezarê salan e, kuştin, ji ber ku kuştin, talan û bidarvekirin êdî ne çarenûsa me ye. 

Yazarın diğer yazıları