Te çima şewitandina mirovan di jêrzemînan de şermazer nekir

Ji bo jiyana bi hevre ya gelan ji holê rabe, netew- dewletên paşverû û pêvekên wan serî li rêbazan cur bi cur dan û didin. Li Kurdistanê şerê hebûn û tinebûnê tê meşandin, şerê rizgarkirina axa xwe ji her cure qirêjî, dagirker û mêtîngeriyê. Yên behsa Kurdistana azad û serbixwe dikirin, radibin û rûdiniştin, digotin PKK’ê xeyalên Kurdistanek azad daniye aliyekî, bixwe îro ji bo Kurdistanek azad neyê avakirin, di nava liv û tevgerê de ne. Niyeta yên ku behsa azadî û serxwebûnê dikirin, îro ji her demî bêhtir eşkere bûye. 

Li Bakurê Kurdistanê pêvajoyek berxwedanî û têkoşîna jiyana azad û xweser tê dayîn. Kesên duh behsa azadiya Kurdistanê û rizgariyê dikirin, îro li ku ne, çima deng ji wan dernakeve. Nebe ditirsin ji xeyalên Kurdistanek azad, nebe ji vê rastiyê gav paşde avêtine. Çawa desthilatdariya Erdogan digihêje rêyên dawî, desthilatdariyên wek wê û pêvekên wê jî di sînorê xwe yê dawî de ne. Barzanî bi desteka xwe ya bê şert û merc ji AKP’ê re îspat kir ku ji bo xwe dewletek biçûk dixwaze ne ji bo gelê Kurd. Ji bo Kurd parçe bibin û ti caran nebin xwedî statû, hebûna xwe bi desteka Erbabên xwe berdewam dike. Li Bakurê Kurdistanê bi mehane berxwedaniyek bê wêne tê meşandin. Tirk xwe ji xweseriya Kurdan û avakirina Kurdistanek azad re ranagirin, ji bo wê jî ew çend bi hovane êrîş dike. Wer xuya ye dewletên derve û yên herêmî jî li gor berjewendiyên xwe heta vê kêliyê jî çavê xwe ji hovîtiya çeteyên AKP’ê re girtine. 

Lê ya herî balkêş û dîsa yek ji sosretên ku dîroka Kurdistanê şermê dike li ber van rastiyan, helwesta Barzanî ye. Nêzî 300 mirov di jêrzemînên Cizîrê de zindî zindî hatin şewitandin, li şûna avê benzîn avêtin nav wan û agir berdan canê bi dehan mirovên bêguneh. Hemû cîhan ji xwe re man û temaşe kirin, Mehmet Tûnç dema gotinên dawî li ber guhê me hewar dikir, got ku bila piştî mirina me kes neyê. Lê mixabin me dît gelek kesan pir bi hêsanî berê xwe dane Cizîrê, lingê xwe danîn ser wan xirbeyên ku bi dehan kesan tê de nefesa dawî kişandin. Em li hestiyê mirovên ku duh bangî me dikirin digeriyan, di demekê ku dema sax bûn bi rojan li benda me man lê ti bersivek nedîtin. Ji bo dîrok me lenet neke, ji bo tola wan mirovan li erdê nemîne, Zinar û Doga Jiyanan canê xwe yê bedew parçe parçe kirin. Ji bo em bi asta vê hovîtiyê bihesin ku êdî kêr gihiştiye hestî û di şertên heyî de emê nekaribin têkoşînek rast bidin meşandin. Kes naxwaze mirovên sivîl bimire, her kes şermezar dike, gelek baş e. Lê ez pirs dikim, Ey xwediyê wîjdanên xewkirî, dema li Cizîrê 300 însan bi saxî hatin şewitandin hûn li ku bûn, we çima şermezar nekir ev hovîtî. Dema teqînên li Enqerê ji bo dilê dewleta xwînmij û Erdoganê dîktator xweş bikin, peyam li ser peyaman dan. Û ji xwe re temaşeyî Barzanî bikin ka çi dibêje; “Ger destê PKK’ê di teqîna dawî ya Enqerê de hebe, wê karesatê biqewime, wê şerê Tirk û Kurdan derbikeve!” Kes nîne bipirse, dema li bajarên Bakur ewqas mirovên sivîl hatin kuştin, şewitandin, malên wan li ber tank û topan wêran bû û xelk ji malên xwe koçber bûn, çima karesat neqewimî. Wê demê çima şerê Kurdan û Tirkan derneket. Ferqa wan mirovên sivîl yên li Kurdistanê bi mirovên sivîl ên li Enqere û metrepolên Tirkiyê çi ye gelo? Ferqa wan ew e; Kurd in, Kurd! Sûcê wan ewe ku Kurd in û kesên ku xwe qaşo Kurd jî dibînin, ji bo kuştin û şewitandina wan çiqas îmze avêtine binê lihevkirinên petrol û gaza xwezayî. Niha jixwe xwe eşkere kirin ka pereyên petrola wan çawa dibe gule li ser serê xelkê Kurd tê barandin. Şerma dîrokê ye daxuyaniyê Barzanî, şerma dîrokê…

Yazarın diğer yazıları