Tecrîd neqede kaos jî naqede

ZEYNEP KÛRAY / ANF/STENBOL

Ji 7’ê Tebaxê ve parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê nikarin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin. Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez tecrîda li Îmraliyê ya li dijî Ocalan nirxand. Bîlmez bi bîr xist ku mafê herî xwezayî ye ku parêzer karibin muwekîlê xwe bibînin, lê belê ji 7’ê Tebaxê ve tevî ku her hefte Çarşem û Înê serlêdanê dikin serlêdanên wan hemû bê bersiv hatine hiştin. Bîlmez diyar kir ku li Îmraliyê mekanîzmayeke kêfî û bêhiqûqî tê kirin û got: Mirov xwedî mafên xwezayî ne, her kes divê karibe bêyî cudahiyê ji mafên xwe yên xwezayî sûdê werbigire. Lê belê dema mijar Birêz Ocalan be mixabin ji sala 1999’an ve ev mafên xwezayî timî hatin binpêkirin. Sîstema tecrîdê niha jî di dewrê de ye.

Li gel dewleta Tirk fobiya parçebûnê heye

Parêzer Îbrahîm Bîlmez bal kişand ser kaosa li Rojhilata Navîn û got, “Eger di dema xwe de ji bo çareseriyeke aştiyane û demokratîk li dora maseyê rûniştibûna rewş îro bi vî rengî nedibû. Li Rojhilata Navîn kaosek heye, eger Tirkiyeyê meseleya Kurd bi perspektîfa demokratîk çareser kiribûya, dibe ku Sûriyeyê jî çareser kiribûya. Eger mesele beriya rûdana Bihara Ereb hatibûya çareserkirin, dibe ku şerê diqewime rû nedabûya. Ji ber ku modeleke demokratîk a ku Tirkiyeyê bi Kurdan re bi ser xist wê ji bo tevahiya Rojhilata Navîn bibûya mînaka demokratîkbûnê. Lê belê ji ber ku di genên dewleta Tirk de fobiya parçebûnê û nêzîkatiya bikaranîna meseleya Kurd heye, ev yek pêk nehat.”

Yazarın diğer yazıları

    None Found